logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Rêwîtiya peyvan:  Reqabet
  2. Bandora 'Odysses' li ser zimanê yewnanî û pirtûka wê
  3. Zimanxane ji bo dersên kurdî li benda serîlêdanan e
  4. Kodên Naziyan şikandibûn, bingehên Hişên Çêkirî danîbûn; Alan Turing çîrok jî nivîsiye
  5. Amadekariyên pîrozbahiya sedsaliya Qamişloyê tên kirin
news-details

Agahiyên li ser Rojava (29ê mehê)

  • Dîrok: 29/01/2026
  • Beş: Nûçe

29'ê mehê, agahiyên li ser Rojava...

...Ev tê nûkirin...

 

 

Ji Parlamentoya Katalonyayê daxuyaniya parastina Rojava
Parlamentoya Katalonyayê li ser rewşa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê daxuyaniyeke nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de bang li rêxistin û saziyên navneteweyî kir ku pêşî li qirkirina gelên Sûriyeyê bigire.

Daxuyaniya Parlamentoya Katalonyayê wiha ye:

“Piştî hilweşandina rejîma Beşar Esad pêvajoyek derbasbûnê ya li Sûriyeyê vedibû ku tevlîbûna pêkhateyên cûr bi cûr yên civaka Sûriyeyê Ereb, Sunî, Elewî, Xiristiyan, Durzî, Kurd û kêmneteweyên din. Parlamentoya Katanlonyayê di sala 2021an de Rêveberiya Xweser ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nas kir, yek ji mînakên derfeta hevjiyanê di navbera etnisite û olên ku di dirokê de li heremê de hemberî hev derdiketin, hem jî mìnaka tekoşîna hemberî terorizmê ya dijî civaka Sûriyeyê û bi dilsoziyek mezin a li beramberî rola jinê.

Li ber rewşa heyî ya li Bakur û Rojhilatê Sûriye û xeteriya komkujiyek nû ya li dijî civaka sivil a Sûriyeyê, gelê Kurd jî tê de, Parlamentoya Katalonyayê:

Careke din naskirina xwe ya gelê Kurd û sazibûnên xweseriyê ya ku avakir dubare dike.
Hemû pirengiya Sûriyeyê, rola gelê Kurd di têkoşîna dijî DAIŞê, tevlîbûna pirengiyan û mafên jinan nas dike.
Bi dawîkirina tecrîda bajarê Kobanê dixwaze.
Bangawazî ji hemû hikumetan û rêxistinan navnetewî re dike ku ji bo çasereskirina pirsgirekan pevçûna di navbera civatên etnisite û olî pêşdixînin û misogerkirina ku girtiyên DAIŞê nayên berdan wek tedbirek parastinê ji bo tevahî civaka sivil bigire.
Bangawaziyek li civata navnetewî dike da ku ji bo pêşîgirtina li qirkirinek hemberî civaka sivîl, gelê Kurd, Elewî û hemû kêm netew û olan bi lezgînî tedbiran bigirin.
Rewabûna gelên herêmê yên ji bo parastina berjewendî, maf û azadiya jinan û civakên herêmê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyề têkoşînek demokratik dimeşînin diparêze.”

*
Gelo Mazlum Ebdî çû Şamê?
Li aliyekî li qadê li hin cihan şer di navbera hêzên kurd û çeteyên Artêşa Ereb a Sûrî de didome, li aliyê din jî dem bi dem qala hevdîtinan tê kirin. Du roj berê Serermanarê Giştî yê HSD'ê Mazlûm Ebdî çûbû Şamê. Niha îdîayeke din li holê ye: Rojnameger Amberîn Zaman gavek berê (saet 20.19) li ser hesabê xwe yê X'ê peyameke wisa belav kir, "Serfermandarê HSD'ê General Mazlum Ebdî û heyeta pere li Şamê ye. Agahî ew e ku ligel Serokdewletê Sûrî Şara wê peymaneke dorfireh a entegrasyonê îmze bikin. Heyet gihîşt Şamê."
Heta niha der barê vê yekê de HSD'ê yan jî aliyên kurdan kesî agahî belav nekiriye. (Agahiyên nû bên dê li vir bêne parvekirin)
*

Wezîrê Fransayê: Em dikin kurdan biparêzin
Wezîrê Karên Derve yê Fransayê Jean-Noel Barrot got ku ew dikin li sûriyeyê bûyer çareser bibin û wiha dom kir, "Navbeynkariya me ya li Sûriyeyê, raste rast bi mudexeleya Serokomarê me me pêşî lê girt ku xwîn birije û şerawestan saz kir. Niha ji bo mafên kurdan bikevin bin ewlehiyê û carek din DAIŞ dernekeve holê em dixebitin:"

*

Kampanyaya 'Kurdan Biparêze' didome
Kampanyay ku kurdên Amerîka û Kanadayê bi sernavê "Save the Kurds Act" (Zagona Kurdan Biparêze) daye dest pê kirin didome.
Ji bo vê yekê li ser chance.org'ê kampanyaya îmzeyan hat dest pê kirin. Hê 24 saetên kampanyayê temam nebûna bi ser 186 hezarî de kesan kampanya îmze kiriye.
Senatorê amerîkî Lindsey Graham meseleya "Save the Kurds Act" dabû dest pê kirin û ew dixwaze vê wekî zagon bibe senatoyê.
Kurd jî bi vê kampanyaya îmzeyê dixwazin zorê li senatoran bikin ku bikevin nava hewldana kurdan.
Lînka kampanyayê ev e:
"Save the Kurds Act"

*

Heyeta KNK'ê çû Rojava
Heyeta KNKê bi serokatiya Hevserokê KNK'ê Ehmed Karamûs, endamên rêveber Dr. Şêrko Heme Emîn, Dr. Hekîm Kerîm, Perwîn Ezîz û endama kongreyê Mecda Ebas çû Rojava.
Berpirsên Rêveberiya Xweser pêşwazî li heyetê kir.
Hevserokê KNK'ê Ehmed Karamûs got, "Piştgiriya Rojava erkekî neteweyî û exlaqî ye."

*

HIN ÇALAKIYÊN ÎRO
WAN:

Platforma Saziyên Demokratîk li ber Wan AVM'yê hatin ba hev û heta Parka Aştiyê ya Musa Anter meşiyan. Hevserokê Giştî yê DBP'ê Keskîn Bayindir ku piştî meşê axivî, got, "Çawa keziyên jinan DAIŞ têk bir, dê HTŞ'ê jî têk bibe."
ŞEMREX:
Platforma Saziyên Demokratîk a Mêrdînê li navçeya Şemrexê ya Mêrdînê meşek li dar xist. Parlamentera DEM Partî ya Mêrdînê Salîha Aydenîz, hevşaredar, endam û rêveberên partiyên siyasî û saziyên sivîl di nav de gelek kes tevli meşê bûn.

*

Hevya Sor: Li Kobanî rewş girantir dibe
Hevseroka Heyva Sor a Kurd a Rojava Hediye Abdullah bal kişandiye ser rewya Kobanî û gotiye, "Rewşa Kobanî ya mirovahî pir giran e. Hemû cîhan çavê xwe ji vê rewşê re digire. Li dijî van sûcê şer, hedefgirtina xelkê tu deng dernaxin.”
Li Kobanî heta niha 5 zarok ji ber sermayê mirine. Nexweşxaneya dîyalîzê jî bi girtinê re rû bi rû maye.
Abdullah ji bo Ajansa Welat gotiye, "Wekî Heyva Sor a Kurd bi qasî derfetên xwe em hewl didin xwe bigihînin gel û pêdiviyên gel dabîn bikin. Em ji bo gel xizmeta tenduristiyê dikin. Em ji saziyên neteweyî re û Xaça Sor a Navneteweyî û hemû saziyan re di nava danûstandinanan de ne me rewşa dawî ya mirovî ku li Kobanî diqewime, ragihand. Me hewl da ku alîkarî ji Heyva Sor a Kurd re were lê mixabin ev derfet bi dest me neket. Hin alîkarî li Helebê ji aliyê saziyên navneteweyî ve hat lê têrî dabînkirina pêdiviya welatiyan nekir. Gelek pêdiviyên welatiyan hene.”
Abdullah qala rewşa kurdên Şêx Meqsbûd û Eşrefiyeyê jî kiriye û gotiye, "Gelên me yên Şêxmeqsûd, Eşrefiyê û Şehbayê berê xwe dan herêma Cizîrê jî em wekî Heyva Sor a Kurd hewl didin pêdiviyên wan dabîn bikin. Welatiyên koçber bûne li bajarên Qamişlo, Tirbesiyê û Dêrikê jî hatine bicihkirin.”
*

Nobet di roja 4'an de ye
Bi pêşengiya Platforma Saziyên Demokratîk a Amedê li Qada Şêx Seîd nobeta ji bo piştgiriya Rojava hatiye li dar xistin. Îro di roja çaran de bû. Her roj beşek ji saziyan vê nobetê dewr digirin. ÎRo bi beşdariya MED TUHAD-FED û rêxistina DEM Partî ya Baglara Amedê li dar ket. Hevserokê MED TUHAD-FED'ê Kerem Canpolat got, “Em bi gelê xwe serbilind in.”
*

Însiyatîfa Pêdiviya Min Bi Aştiyê Heye çû Sirûcê
Însiyatîfa Pêdiviya Min Bi Aştiyê Heye ya Jinan ji bo êrîş û dorpêça li ser Rojava şermezar bike çû Sirûca Rihayê ku li hemberî Kobanî ye.
Însiyatîf berî nîvro li navçeyê peya bûn û heta ber deriyê Şaredariya Sirûcê meşiyan. Piştî nîv ro jî li meydana Sirûcê daxuyanî dan çapemeniyê û xwestin Deriyê Murşîdpinarê ji bo alîkariyê bê vekirin.
Jinan diruşmên wekî “Bijî berxwedana Rojava”, “Piştgiriya jinan sînoran derbas dike”, “Jin şer naxwazin aştiyê dixwazin”, “Jin jiyan azadî”, “Şehîd namirin” û “Rojava Rojhilat e Kurdistan yek welat e” bilind kirin.
*

Dayikên Aştiyê li ber Balyozxaneya Sûriyeyê ne: HTŞ, DAIŞ'a nûjen e
Dayikên Aştiyê vê caRê çûn ber avahiya Balyozxaneya Sûriyeyê û banga piştgiriya Rojava kirin. Dayikan got "HTŞ, wekî DAIŞ'a nûjen e" û xwest Tirkiye çekan nede HTŞ'ê.
Dayik bi rêzê piştî Îngilistan, Îsraîl û DYA'yê îro jî li ber Balyozxaneya Sûriyeyê ya Stenbolê bûn. Dayikan çeleng danîn ber balyozxaneyê û gotin, "“Bila dewleta Tirkiyeyê çek nedê HTŞ'ê. Bi destê dewleta Tirk, ev kuştin pêk tên. Zarok tên kuştin. Di tu qanûnan de tişteke wisa tune ye. Gelê Tirkiyeyê mafê Filistînê dixwaze lê ji gelê kurd re tiştekî nabêje. Gelê kurd ev dehan sal in li Rojava li ber xwe dide. Piştî vê demê pêş ve çûyîn nîn e. Ev dewletên mezin bila nebêjin kurd tune ne, Kurd hene. Sivîl, zarok tên kuştin keziyên jinan tê jêkirin. Tu wijdan vî tiştî qebûl nake. Em hemû kurd îro li ser piyan in, mafê xwe dixwazin.”
*

BAROYÊN BAKUR: DERIYÊ MURŞÎTPINARÊ VEKIN
Piştgiriya ji bo Rojava û taybetî bo Kobanî didome. 16 baroyên bakurê Kurdistanê ji bo karesata li Kobanî xwestin deriyê sînor ê Murşîtpinarê demildest ji bo alîkariya mirovî bê vekirin.

Baroyên bajarê Semsûr, Agirî, Êlih, Çewlig, Bedlîs, Dêrsim, Amed, Îdir, Culemêrg, Qers, Mêrdîn, Mûş, Sêrt, Riha, Şirnex û Wanê derbarê dorpêçkirin û êrîşên li ser Rojava de daxuyaniyeke hevpar ya nivîskî belav kirin. Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku pevçûn û krîza mirovî li Kobanî bi taybetî ji bo jin, zarok, kal, pîr û welatiyên nexweş gihîştiye asteke krîtîk.

‘Li Kobanî mafê jiyanê di bin gefê de ye’
Baroyan da zanîn ku gihîştina pêdiviyên bingehîn ên xwarinê, tenduristiyê û stargehê ji ber dorpêçê hatiye astengkirin û mafê jiyanê li Kobanî di bin gefeke mezin de ye. Baroyan diyar kir ku girtina deriyê sînor ê Murşitpinarê û astengkirina derbasbûna alîkariya mirovî ji bo Kobanî binpêkirina hiqûqa navneteweyî û mafên mirovan e.

‘Dewlet neçar in ku jiyana mirovan biparêzin’
Baroyan anî ziman ku nabe alîkariya mirovî ji ber sedemên siyasî an ewlehiyê bên astengkirin û dewlet mecbûr in gel biparêzin û gihandina alîkariyê mîsoger bikin.

‘Divê derî bê vekirin û alîkarî neyê astengkirin’
Baroyan daxwaz kir ku demildest deriyê sînor ê Murşîtpinarê bê vekirin û ji bo pêşî li keraseta mirovî ya mezin bê girtin. Baroyan got: “Serlêdanên me yên nivîskî dê ji hemû rayedarên têkildar re bên şandin û em bi rêzdarî ji raya giştî re radigihînin ku em ê pêvajoyê hem di aliyên qanûnî û hem jî di aliyên mirovî de bişopînin.”

 

*

Hin nûçeyên eleqedar:

- 28'ê mehê, agahiyên il ser Rojava

- Gava pêşî ji Amedê hat: Hevşaredar û endamên meclisan meaşên xwe dan Kobanî

- Hemû Festîvalên Fîlman ên Kurdan banga piştgiriya Rojava kirin

- Li Başûr weşana Al-Jazeera, Al-Arabiya û Al-Hadath hat rawestandin

- Mike Pompeo: Bila DYA piştgiriya xwe ya ji bo HSD'ê bidomîne

- Le Monde: 400 kesayetên navdar banga ‘parastina Rojava’ kirin

- Bakirhan 'Bila ev lîstika 100 salî bê şikandin',
Ozel 'Bila Deriyê Sînorê ê Murşîdpinarê vekin'

- 27'ê mehê, agahiyên li ser Rojava..

- Senator Graham li ser kurdan dîsa Trump hişyar kir

* 26'ê mehê, agahiyên li ser Rojava...

- 1'ê Reşemî wekî 'Roja Rojava ya Dinyayê' hat ragihandin

- Mazlum Ebdî: Hevdîtin didomin, Artêş wê nekeve Herêmên Kurdan

- 25'ê mehê, agahiyên li ser Rojava

- Şaredariyên DEM Partî: Ji bo Rojava em hemû derfetên xwe seferber dikin

-- 24'ê mehê, agahiyên li ser Rojava

- Heyva Sor a Kurd ji bo rakirina dorpêça li ser Kobanî banga lezgîn kir

- Koma Berxwedan bi stran û peyaman piştgiriyê dide Rojava

-- 23'yê mehê agahiyên li ser Rojava

- 70 rexistinên li Ewropayê banga piştgiriya ji bo Rojava kir

-- 22'yê mehê agahiyên li ser Rojava yên derketine pêş...

- Heyetê li Rojava daxuyanî da: Divê her kes tevli berxwedana Rojava bibe

-- 21'ê mehê, nûçeyên li ser Rojava…

- Hevserokê DBP'ê Bayindir li Rojava axivî: Bila heyetên ji dinyayê jî bên vir

-- 20'ê mehê, nûçeyên li ser Rojava…

- Hevserokên DEM Partî ji ser sînor bang kirin: Vî şerî rawestînin

-- 19'ê mehê nûçeyên li ser Rojava...

- Xalên Peymana Şam û HSD'ê eşkere bûn, ewê îmze bikin? (18.01.2026)

Parve Bike

Parve Bike

Youtube Me

diyarname podcast#H.KovanBaqî# #diyarname #3deqe#nivîskar#

news

diyarname podcast# #diyarname #3deqe#diyarnamenûçe#nivîs#nivîskar

news

Bandora vî fîlmî li ser pirtûkan û li ser ziman

news

diyarname podcast #diyarname #football #3deqe #deng #recitimlmrekullueshemlkuranit #nivîs #futbol

news

Tifaqî = Hezkirin

news

diyarname podcast#diyarname Nivîskarê navdar Daniken mir #booktok #pirtûk #pirtûkênkurdî #books #

news

DILDAya Selahattin Demirtaşî

news

Hogir Berbir: 'Ez ne Narîna Bakur im, Narîna Rojava me!'

news

Omer Dilsoz: (di)yekrêzî

news

KÛÇIK Û PASEPORT

news

Hogir Berbir: Cîhana ‘Ûsivê Bafile’ û ‘Xezalê’ ji hev cihê ye!

news

Diyarname Podcast shorts#booktok #kovar#nûbihar# #pirtûkênkurdî #diyarname

news

Omer Dilsoz: Ka “şîva miriyên vê fûarê!”

news

Diyarname Shorts sernivîs nûçe #podcast#nûçe#çandhuner

news

Roja Tiwaletê

news

"Em neviyê Ehmedê Xanî, Feqiyê Teyran, Meleyê Cizîrî ne; em rêhevalê Baba Tahirê Ûryan in"

news

Dixwazin zozaneke din a kurdan talan bikin

news

H. Kovan Baqî: Îşev ez rastîyeke giran im di vê derewê de

news

Dilşêr Bêwar: Tava li belekiyan bişirî

news

Fayeq Mihemedî (Ji fîlmê "Stranên Welatê Dayika Min")

news
Nûçe - Nivîsên Dawî
news
  • 30 07 2026

Amadekariyên pîrozbahiya sedsaliya Qamişloyê tên kirin

news
  • 29 07 2026

Zimanxane ji bo dersên kurdî li benda serîlêdanan e

news
  • 27 07 2026

Neviyê Şêx Seîd Hasan Basrî Firat mir

news
  • 26 07 2026

Serdan çêbû; Deriyê Nisêbîn-Qamişloyê wê vebe? 

news
  • 25 07 2026

Di bernameya Yenî Partî de li ser kurdî çi nivîsîne?

news
  • 24 07 2026

Partiyek din beşdarî siyasetê bû: Yenî Partî

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Xwendina pirtûkan bi rastî jî seksî ye?

  • Cemil Oguz
news

Kevirê Sîsîfos, Nesrîna Mihemed Şêxo, penaberiya min

  • Kadir Stêra
news

Zerban

  • Omer Dilsoz
news

Binyata mîtolojiya Kawayê Hesinkar di 'Dîrok' a Herodotes 

  • Kazim Polat
news

Gunehên destên xwe dirijînim ser rûyê avê

  • H. Kovan Baqî
news

Li pey Heyatê: Here ku tu naçî

  • Dilşêr Bêwar
news

Qadek malwêranî ya nivîskar, rewşenbîr û hunermendên kurd

  • Hogir Berbir
news

Qirdiktî

  • yeqîn h.
news

Tifaqî = Hezkirin

  • Çorê ARDA
news

Şîrket çawa tê birêve birin, DEM Partî çawa?

  • Cemil Oguz
news

Ev resim ji ku nizilîn?

  • Dilşêr Bêwar
news

Konferansa Diyasporaya Kurdan

  • Zekî OZMEN
news

Însan hê nebûne însan li taxên paragrafên qetiyayî

  • H. Kovan Baqî
news

Stûnên Wêjeya Berxwedanê

  • Hogir Berbir
news

Rêwîngiyek bo wî warê dûr: Berev zaroktiyê

  • Omer Dilsoz
Ev jî hene
ad

Helbestên ji ‘Sûr û Toledo’yê

ad

Mesûd Barzanî û Mazlûm Ebdî hatin ba hev

ad

Li Agirî çi qewimî?

ad

Çalakiya bîranîna Eyşe Şanê: 'Ez Eyşe Şan' derket ser dikê

ad

Encamên Xelatên Şehîdên Çapemeniyê diyar bûn

ad

Bertekên li dijî girtina Ozgur Gundemê

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Rêwîtiya peyvan:  Reqabet

  • 29 07 2026
news

Bandora 'Odysses' li ser zimanê yewnanî û pirtûka wê

  • 29 07 2026
news

Zimanxane ji bo dersên kurdî li benda serîlêdanan e

  • 29 07 2026
news

Kodên Naziyan şikandibûn, bingehên Hişên Çêkirî danîbûn; Alan Turing çîrok jî nivîsiye

  • 30 07 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname