logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve
  2. Di Lîga Şampiyonan de maçên îro û yên sibê (Hat nûkirin)
  3. Barselonayê 4 gol avêtin Galatasaray
  4. Kayûm şandin ser Halk TV
  5. Ji bo 1000'î ma 19!
news-details

Jinan li ser avahiya NY'yê ya Enqereyê bang kir: Mafên kurdan qebûl bikin (Agahiyên li ser Rojava; tê nûkirin)

  • Dîrok: 26/01/2026
  • Beş: Nûçe

26'ê mehê agahiyên li ser Rojava...
 

...Ev tê nûkirin...

 

150 HEZAR PENABER HATIN KANTONÊN CIZÎR Û FIRATÊ
Li gor agahiyên ku ANF'ê ji Meclisa Koçberên Efrîn-Şehbayê girtin 150 hezar kes ji Teqba û Reqayê koçî kontên Firat û Cizîrê kirine. Piraniya wan li Kontaro Cizîrê li bajarên wekî Qamişlo, Hesekê, Amûdê, Rimêlan, Dêrik, Tirbesipiyê û Çilaxayê bi cih bûne.
Hevseroka Meclisê Nesrîn Silêman gotiye bi lezgînî pêdiviya me bi sobe, derman, pêdiviyên taybet ên jin û zarokan û pêdivî bi kincan heye.
*

Jinan li ser avahiya NY'yê ya Enqereyê bang kir: Mafên kurdan qebûl bikin
Bi banga ÎNsiyatîfa Jinan a Pêdiviya Min BO Aştiyê Heye komek jin îro li ENqereyê li ber ofîsa Neteweyên Yekbûyî (NY) hatin ba hev. Jinan diruşma "Jin,jiyan, azadî", "Bijî Berxwedana Kobanî", "Jin di aştiyê de israr dikin" bilind kirin. Jinan hin daxwaz anîn ziman:
- Bila êrîşê li ser gelê kurd û gelên din ên li Sûriyeyê bêne rawestandin. Dorpêça li Kobanî bê rakirin.
- Dadgeha Ceza ya Navneteweyî cih debikeve dewreyê û sûcên şer bide rawestandin, di serî de DAIŞ û HTŞ hemû kesên sûcê dike bidarizîne.
- Mekanîzmayên çavdêrî yên navnetweyî bikevin dewreyê û binpêkirinên mafên mirovan ên li hemberî sivîlan, jinan û zarokan belge bike.
- Li Sûriyeyê mafên tayînkirina qedera xwe ya kurdan û ya gelên din bide wan; êrîşên ku van mafan ji holê radike bidin sekinandin.
*

Bafil Talabanî li Mazlum Ebdî geriya
Serfermandarê HSD'ê Mazlum Ebdî li ser hesabê xwe eşkere kir ku Serokê YNK'ê Bafil Talabanî bi telefonê li wî geriya ye û got, "Ji ber telefonê ez kêfxweş bûm. Wî piştgiriya xwe ji bo gelê me û hêzên me eşkere kir. Piştgiriya her daîmî ya gelê me yê li Silêmanî me serbilind dike."
*

LI CULEMÊRGÊ BO ROJAVA GEL LI KOLANAN BÛ
Li Culemêrgê bi pêşengiya Platforma Ked û Demokrasiyê ji bo Rojava li navenda bajêr daxuyanî hat dayîn. Mebûsê Culemêrgê yê DEM Partiyê Vezîr Coşkûn Parlak û gelek kesên din amade bûn
Li aliyê din li Gevera Culemêrgê û li Bazîda Agirî jî gel bi daxuyaniyan piştgiriya Rojava kir..
*

LI QAMIŞLOYÊ DU KOÇBER JI BER SERMAYÊ MIRIN
ANHA'yê ragihand ku  duh zarokekî bi navê Nasir Cemal (17 salî) û îro jî jina bi navê Zehîde Menan Reşo, ji ber sermayê canê xwe ji dest dane. Cenazeyên herdu koçberan li goristana taxa Hilêliyê ya Qamişloyê hatin binaxkirin.
*

Dayikên Aştiyê li ber Balyozxaneya Îngîltere bang kirin: Dayik şer naxwazin
Li Stenbolê Dayikên Aştiyê çûn ber Balyozxaneya Îngilistanê ya li Beyogluya Stenbolê, çelenga reş danîn û banga rawestandina şer kirin. Di dema danîna çelenê de polîsan êrîş kir, lê dayika bi israr ew danîn wir.
Dayika Aştiyê Sabîha Bozan li vir got "Dayik şer naxwazin. Em hatin li pêşiya Balyozxaneya Îngîltereyê lê êrîşê me kirin. Me xwest peyama aştiyê bidin lê destûr nedan. Lê Dayikên Aştiyê wê herin her derî.”
Dayikên Aştiyê diruşmeyên “Bijî Berxwedana Rojava", "Jin Jiyan Azadî” bilind kirin.

*

2 JÊ ZAROK 5 KES KUŞTIN
Çekdarên girêdayî Artêşa Ereb a Sûrî êrîşê gundê Xirab Îskê ya Kobanî kirin. Li gor ANHA'yê 2 jê zarok 5 kes di vê êrîşê de mirine.
Navên kesên di êrîşê de mirine yên ku diyar bûn ev in: Fatima Osman, Cemîle Ehmed Osman, Sulav Reşo Bozan Kedro. Her wiha Zarokê bi navê Cafer Mihemed Şêx Bozan.
Her wiha Şêrîhan Hec Mehmûd, Fatima Hec Mehmûd, Mesûd Şêx Bozan, Nesrîn Mistefa û Mihemed Şêx Bozan birîndar bûne.

*

MEŞA LI DÊRIKA MÊRDÎNÊ
Platforma Saziyên Demokratîk li Dêrika Mêrdinê meşek ji bo piştgiriya Rojava lidar xist. Girse ji ber Postexaneyê heta Qada Navçeyê meşiya.

*

LI ZERKÛTIKÊ ZAROK BIRÎNDAR BÛN
Çekdarên girêdayî Artêşa Ereb a Sûrî îro êrişê gundê Zerkutik a Kobanî kirin. Li gor nûçeya ANHA'yê di êrîşa bi topan hatiye kirin de zarokek û 3 kesên din birîndar bûne.

*

LI ÇILAXAYÊ ŞER
Li aliyê din li gundê Safayê ya girêdayî Çilaxayê çekdarên Artêşa Ereb êrîşê çeperên hêzên kurdan kirin. Şer qewimî. Ligel şerawestinê jî ji duh de li wê eniyê dem bi dem êrîş û xweparastin pêk tên.

 

 

*

Hin nûçeyên eleqedar:

- 1'ê Reşemî wekî 'Roja Rojava ya Dinyayê' hat ragihandin

- Mazlum Ebdî: Hevdîtin didomin, Artêş wê nekeve Herêmên Kurdan

- 25'ê mehê, agahiyên li ser Rojava

- Şaredariyên DEM Partî: Ji bo Rojava em hemû derfetên xwe seferber dikin

-- 24'ê mehê, agahiyên li ser Rojava

- Heyva Sor a Kurd ji bo rakirina dorpêça li ser Kobanî banga lezgîn kir

- Koma Berxwedan bi stran û peyaman piştgiriyê dide Rojava

-- 23'yê mehê agahiyên li ser Rojava

- 70 rexistinên li Ewropayê banga piştgiriya ji bo Rojava kir

-- 22'yê mehê agahiyên li ser Rojava yên derketine pêş...

- Heyetê li Rojava daxuyanî da: Divê her kes tevli berxwedana Rojava bibe

-- 21'ê mehê, nûçeyên li ser Rojava…

- Hevserokê DBP'ê Bayindir li Rojava axivî: Bila heyetên ji dinyayê jî bên vir

-- 20'ê mehê, nûçeyên li ser Rojava…

- Hevserokên DEM Partî ji ser sînor bang kirin: Vî şerî rawestînin

-- 19'ê mehê nûçeyên li ser Rojava...

- Xalên Peymana Şam û HSD'ê eşkere bûn, ewê îmze bikin? (18.01.2026)

Parve Bike

Youtube Me

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news

Zextên li pêş nivîskaran, wêje û azadiya nivîskaran

news

Ji têkoşîna siyasî, helbestvanî, heta siwarçakiyê, jineke jêhatî: Hebê Xan

news

Qedera Geliyê Godernê

news

Kilîta Li Qutiya Dil

news

Amedspor bi têkbirina Beşîktaşî re dixwaze ji me re çi bêje?

news

‘Deftera Mezin’ bo kurdî hat wergerandin

news

Ji Helîm Yûsiv romenek nû 'Jiyan Herêmeke Qedexekirî Bû'

news

Maça Amedspor û Beşîktaş: Îstatîstîk çi dibêjin, wê çawa be?

news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

news

Ma matematîk jî me dixapîne?

news

Li nav kurdan FÛTBOLA JINAN di çi rewşî de ye?

news
Nûçe - Nivîsên Dawî
news
  • 14 10 2026

Li Stenbolê 2 kes mirin; va ye bilançoya rojê

news
  • 12 10 2026

Anketek nû: Kîjan partî li pêş e?

news
  • 12 10 2026

Nêçîrvan Barzanî: Rewşa Başûr û Rojava ji gelek aliyan ve cuda ye

news
  • 12 10 2026

Mesûd Barzanî, Mazlûm Ebdî kir mêvan

news
  • 12 10 2026

Bakirhan, Barzanî, Ebdî, Talabanî û Ehmed hatin ba hev

news
  • 11 10 2026

Heyeta ji jinên Şaredarên Bakur pêk tê bi Mazlûm Ebdî re hevdîtin kirin

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
news

Ji min nayê

  • Mesûd Qeya
news

Kirasê kevin ê li ser çermê xaniyê me qetiya

  • H. Kovan Baqî
news

Ziman û Postmodernîzm

  • Çorê ARDA
Ev jî hene
ad

'Li ser rûyê dinê rojek' wisa derbas bû

ad

Azadiya xwendevaniyê 'Tirsa taxê' û mercên rexneyê

ad

Herbê birayan

ad

Bêndera xîretê

ad

Weşanger Berşev bang li Barzanî kir: Qedexeya li ser pirtûkên kurdî rakin

ad

Li Serîe A'yê şampiyon diyar bû (Hat nûkirin)

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

  • 13 10 2026
news

Di Lîga Şampiyonan de maçên îro û yên sibê (Hat nûkirin)

  • 13 10 2026
news

Barselonayê 4 gol avêtin Galatasaray

  • 13 10 2026
news

Kayûm şandin ser Halk TV

  • 14 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname