Diyarname
Li Mêrsîmê ciwanan govend gerandibû, bi kurdî stran gotibûn. Dûre li nav tora civakî ew hedef hatibû nîşandan. Ji ciwanên govend gerandin 9 kes hatin girtin.
Li Akdenîza Mêrsînê ciwanan govend gerandibû û stranên kurdî strabûn. Li ser vê, komên faşît di tora civakî de ew hedef nîşan dan. Piştî ciwanên kurd hatin binçavkirin û bi îdîaya “propagandaya rêxistinê” kirin ji aliyê 1’emîn Dadgeriya Cezayên Sulhê ya Mêrsînê ve 9 ji wan hatin girtin.
Dadgehê biryara girtina Elmascan Ferhat Kaygin, Halîl Ozturk, Ramazan Ozturk, Ugur Ozturk, Mahmut Gumuş, Serdar Amaç, Talha Yilmaz, Mehmet Salih Amaç û Muhammet Emîn Amaç da û ew şandin girtîgehê.


