___Serwet ORNEK___
Têkiliya huner û siyasetê bi qasî dîroka mirovahiyê kevn e. Bêguman ev têkilî diyardeyeke zanista civakî ye û bi rewşa hişmendiya serdemê ve girêdayî ye. Huner û hunermend, bi taybetî di rewşên civakî yên xwenûkirin û pêşveçûnê de, di bin bandora siyasetê de mane. Ev bandor hin caran bi awayekî erênî pêkhatiye û huner bûye hêza guherînên civakî. Hin caran jî siyasetê, huner bi awayeke kontrol kiriye û wekî berdevkê îdeolojiyekê bikaraniye. Ji ber vê yekê berhemên hunerî çê xirab, kodên guherînên civakî vedihewînin.
Bêguman der heqê dîroka vê tekiliyê de jî nêrîn û nirxandinên cuda hene. Her çi qas hin zanyar, destpêka nirxandina huner û siyasetê bi fikr û ramanên Platon bidin dest pê kirin jî şîrove û nirxandinên birêk û pêk di serdema modernîzmê de dest pê kiriye.
Platon mijarê di çarçoveya bihavilbûn û bêhavilbûnê de dinirxîne. Li gor Platon, huner û hunermend, mirovan ji rastiyên jiyanê dûr dixe û cîhaneke fîktîf/çêkirî pêşkeşî mirovan dike. Lê nêrîn û helwesteke bi vî rengî him li dijî zanînê ye him jî ji bo mirovahiyê çalekiyeke nebikêrhatî ye. Lewra tişta ku ji bo mirovahiyê herî kêrhatî zanîn e û zanîn jî fêkiyê felsefê ye. Madem ku huner ji felsefe û zanînê dûr û bêpar e wê demê çalakiyeke bêhavil e.
Gorkî, mijarê di çarçoveya çînên civakî de dinirxîne û dibêje ku nûnerên şaristaniyê sê çîn in: karker, zanyar û hunermend. Karker, jiyanê didin hesin û polayê û bi vî awayî şert û mercên pîşesazîbûnê ava dikin. Zanyar; fêyz û îlhama xwe ji xwezayê digirin, wê raçav dikin, vedikolin û xwezayeke nû û jiyaneke hêsantir pêşkeşî me dikin. Hunermend; cîhana hestyarî û ramyarî ya mirovan dinirxînin û vedibêjin, qencî û ne qenciya wan nîşanî me didin. Ango zanyar jî hunermend jî xwezayeke/cîhaneke nû diafirîne lê bi armancên cuda. Zanyar; bi ceribandin û nûvedanên zanistî, jiyana mirovan a rojane hêsantir dikin û têşeya jiyanê diguherînin. Lê armanca hunermend, guhertina xwezaya rasteqîn nîne, guhertina xwezaya mirovan e. Hunermend, bîr, bawarî û serpêhatiyên xwe yên der heqê mirov û jiyanê de bi şêweyeke efsûnî vedibêjin û bi vî awayî asoya mirov berfirehtir, kesayet û jiyana mirov dewlemendtir dikin. Ev asoya berfireh û kesayeta dewlemend, di heman demê de mizgîniya xwezayeke nû û rengîn e. Taybetmendiyeke din a hunerê jî hêza ragihandina peyamekî ye. Lewra mirov hewl dide ku ew tiştên di kûrahiya bîra xwe û kesayeta xwe de berhev kiriye ragihîne yên din. [1]
Gerdûnîbûna hunerê, hêza wê ya yekkirina civakan, armanc û bandora wê ya ramanî û hestyarî diyardeyeke eşkere ye û ne hewceyî gengeşeyê ye. Awaniya manîpulatîf a hunerê, çi çê çi xirab li ser civakan bibandor e. Ev bandora heyî, hin caran bi zanayî hin caran bi nezanî di hemû qadên hunerê de berdewam kiriye. Di pêvajoya dîrokê de ên ku biryarên girîng girtine û qedera mirovahiyê guhertine, teqez ji hêza hunerê sûd wergirtine û di birêvebirina civakê de, huner wekî amûreke bikar anîne.
Huner, ji bo bikeyskirina têkiliyên di navbera mirov û civakê de xwedî roleke mezin e. Mirov bi saya berhemên hunerî kesayeteke civakî û dewlemend ava dike. Huner, hest û ramanên mirovan bi zimaneke gerdûnî vedibêje û çalak dike. Ev rêbaza ragihandinê ya herî hêsan, mayînde, narîn û letîf e. Bi saya vê ragihandina hunerî him ronîkirina raman û nirxên mirovî him jî civakîbûn pêk tê. Li gor Akengîn, “Bi saya hêza ragihandina hunerî, mirov bi civakê ve dikelije û kesayeteke civakî ava dike. Ev kesayeta bi civakê ra ahengdar dibe berdevkê hêst û ramanên mirovan û bi vî awayî alîkariya civakîbûnê dike.” [2]
Huner, bi serê xwe ne ideolojî ye lê bi hêz û bandora xwe ya piralî pêkan e ku piştewanî û serkêşiya wê bike. “Huner bi tena serê xwe nikare vejîneke ku heqîqet û azadiyê bi xwe ra bîne pêşkeş bike lê ku ji hunerê nebe dîtina vî şeklê vêjînê nepêkan e. Dema ku di hunerê de şeklê vejînê pêk neyê huner naşibe tu tiştekî. Civakek bêçand, çi qas birêk û pêk dibe bila bibe ku ne azad be, wekî daristaneke dirinde ye. Ji ber vê yekê her afirandineke hunerî ya rasteqîn ji bo siberojê mizgîniyeke baş e.” [3]
Huner wate ye, têgihiştin e û watedayîna jiyanê ye. Bêwatebûn, tevlihevî ye, li dijî cewhera mirovî derdikeve, tirs û reşbîniyê diafirîne. Ji ber vê yekê mirovan hewl daye ku hawîrdora xwe, xwezaya xwe, hemcinsên xwe, gerdûnê û bûyerên civakî binase û bi vî awayî ji xwe ra cîhaneke jiyanbar û biewlehî biafirîne. Afirandina cîhaneke bi vî rengî bes bi berhemên hunerî û vegotineke fîktîf pêkan e. Loma hunermend ji bo vegotina çalakiyên xwe yên zêhnî û ramanî xwe dispêre cîhaneke fîktîf.
Bêguman huner di nav jiyanê de ye û bi ruhê demê ve dikemile, têşe digire û tê afirandin. Aliyekî berhemên hunerî hest, hestyarî û rengvedana romantîk û dilsojî ye, aliyekê wê jî rastiyên jiyanê, raman û birdozî ye. Ji ber vê yekê huner him bi takekes ve him jî bi civakê ve têkildar e. Ev taybetmendî û peywirên cuda di heman demê de xwedî fonksiyon û derfetên cuda ne. Mesela raman, nikare helbest, roman û şanoyên xweş hilberîne lê helbest, roman, şano hwd. dikarin ramanên xweş û estetîk biafirînin lewra ev cureyên hunerê, di heman demê de hevîrtirşê hunerê jî vedihewînin. Bi gotineke dinê huner, gopaleke efsûnî ye û bi her awayî diafirîne.
Ji ber ku wêje jiyan e, ne pêkan e ku rastiyê jiyanê nebîne û bi wan rastiyan ra emel neke. Helwesteke bi vî rengî li dijî hebûna berhemên hunerî ye. Wêje, hin caran bi vegotineke hunerî bibandor e hin caran jî bi şêweyeke aqilane û rênîşandar lê ev bandor bi çi awayî dibe bila bibe tu carî nayê wateya pênasekirina rastiyeke serhişk û tisî. Peywira wêjeyê ya eşkere, avakirina kelecaneke takekesî û pêkankirina xwe dîtin û nirxandineke di çaveke din de ye. Ev dîtin vê peyamê dide me, tu ne tenê yî, yên wek te gelek in, lewra rewşên mirovî hevpar in.
Têkiliya hunerê ya ku bi felsefe û zanistê ra, bandorê li fonksiyona wê ya agahdarkirinê dike; têkiliya wê ya bi siyaset û exlaqê ra, bandorê li fonksiyonên birdozî û perwerdehiyê dike. Ji ber ku ev fonksiyon ji hev nayên weqetandin, huner di her serdemê de zêdetir nêzî formên hişmendiya civakî bûye. Bîr û xeyalên hunermend, bi zanîn û hişmendiyê wî dagirtî ye û hemû têkiliyên hunermend û berhema afirandî bi gelemperî li ser şêweya estetîk tê avakirin. Lê em dizanin ku têgeha hunerê di pêvajoya dîrokê de, gelek caran dev ji bêjera estetîkbûnê berdaye û bi fonksiyoneke fêrker û berxwedêr bandor li jiyana civakî kiriye. Li gor Ulutaş, “Huner qada têkoşîneke çêkirî ye û him bi civakên şaristanî ve him jî bi desthilatdariyê ve têkildar e û hebûna xwe bi vî awayî diparêze. Ev têgihîn di civakên şaristanî yên yekem de jî hebû îro jî heye.” [4]
Bi sed salan e mirovan hewl daye ku bi derfetên hunerî, berhemên nemir biafirîne û hebûna xwe îspat bike. Ji bo afirandina berhemên bi vî rengî, kan û çavkaniya hunermendan a herî bihêz û bêdawî; hest û ramanên takekesî û civakî ne. Lê ji bo ragihandina van hest û ramanan û avakirina berhemên nemir, pêwistî bi vegotineke hunerî heye. Lewra resenî û xasiya hunerê di vegotinên estetîk de veşartî ye.
Pêkan e ku her kes heman tiştî bifikire lê ne pêkan e ku her kes heman tiştî bi heman şêweyî vebêje. Vegotin û gotara hunerî îmtiyazeke taybet û resen e. Madem ku hunermend xwediyê vê îmtiyazê ye pêwist e ku fikir û ramanên xwe, serpêhatiyên xwe û çavdêriyên xwe bi şêweyeke narîn û letîf rabigihîne şopînerên xwe. Ku berhem bi vê şêweyê nehatibe afirandin, huner ji xwezaya xwe dûr dikeve.
Hunermend, bi saya dilzîziya xwe ya derûnî di navbera jîngeha xwe û jiyana xwe de têkiliyeke saz dike û bi şêweyeke hunerî him estetîka xwe him jî berhema xwe diafirîne. Kesayeta bîneran û xwîneran li gor kûrahiya vê estetîkê dixemile, dikemile û têşe digire. Ev pêşkeşkirina hunerî di bîr û hefizaya bîneran û xwîneran de cîhaneke rengîn û nêrîneke berfireh ava dike.
Der heqê fonksiyon û pêywira wêjeyê de bi sed salan e mijara gelo “huner ji bo hunerê ye an huner ji bo gel e?” tê niqaşekirin. Ev herdu ramanên dijberî hev li gor şert û mercên hişmendiya serdemê yên civakî, siyasî qedr û qîmet dîtiyê. Nêrîna “huner ji bo hunerê ye,” balê dikişîne bedewîbûn û estetîkiya berhemê. Nêrîna “huner ji bo civakê ye” fêkiyê nêrîna realîst a civakî ye. Armanca wê nê bedewîbûn e, vegotina hişmendiya civakî ye. Li gor vê nêrînê pêşveçûna civakê û takekesan tenê bi hunereke civakî pêkan e.
Ev nîqaş îro jî tê kirin lê bi ya min nîqaşeke klasîk û bêhavil e. Lewra dema ku mirov ji van nêrînan tenê yekî bipejirîne him aliyeke hunerê kêm dihêle him jî taybetiya mirovî ya dewlemend di çarçoveyeke teng de difetisîne. Bêguman aliyekî mirovî takekesî heye lê em dizanin ku jiyana takekesî jî bi hêz û fonksiyonên civakî tê dorpêçkirin.
Huner, bi nêrîneke berfireh û piralî li jiyanê dimeyzîne, lênêzbûna hunermend bi çi awayî dibe bila bibe huner cîhaneke nû diafirîne û mirovan nîşanî mirovan dide. “Hunermend, bi ziman û pêkhateyên çêkirî hasasiyet û ramanekê diafirîne.” [5] Di vê cîhana afirandî de bi her awayî mirov heye, civak heye. Ji vê bonê di berhema hunerî de mijar û vegotin çi qas takekesî dibe bila bibe, teqez rêç û şopên civakî vedihewîne. Lewra mirov heybereke civakî ye.
Hasilî di navenda berhemên hunerî de bi her awayî mirov heye. Yê afirîner jî yê muxatap jî mirov e. Ji ber vê yekê berhemên hunerî çi qas takekesî be jî teqez aliyekî wê yê civakî heye. “Wekî hemû şêwyên hunerê, wêje jî bêcivakê nabe. Wêje jî wekî hamû kiryar û berhemên mirovî di pêvajoya dîrokê de bi taybetmendiyên xwe yê resen cih digire. Loma dîroka wêjeyê û dîroka çand û civakan di nav hev û din de ye. Ev tekiliya xwezayî û neçarî aliyekî din ê civakîbûna wêjeyê ye.” [6]
Gelo hunermend kî ye? Ew kesê ku di bin bandora bûyerên serdema xwe de mayî ye, an wekî mirovekî ji rêzê şopînerê bêjerên siyasî ye û berdevkê siyasetmedaran e an kesayeteke li gor rojeva medyaya dîtbarî û nivîskî avabûyî ye? Gelo hunermend ew kesê ku bi berhemên xwe yên hunerî îlhamê dide girseyan û bi vî awayî meylên çandî, civakî û siyasî çêdike ye, an ew kesê ku rewşa heyî û rabirdûyê bi xwendinên rexneyî dinirxîne û bi vê hêz û quwetê ji bo paşerojê pêşniyazan dike ye?
Hunermend, ew kesê ku hest û ramanên wî zindî ye û bidomdarî li pê nûbûnê ye. Hunermend, ew kesê ku rewşenbîr e li gor hemdemên xwe kesayeteke wêrek û dûrbîn e. Hunermend, ne ew kesê ku kor, kerr û lalê serdema xwe ye; bi her awayî hîşyar e; bi berhem û kesayeta xwe li hember neheqiyan têdikoşe û xwedî sekn û helwesteke ye. Hunermend, ew kesê ku ji statuya xwe ya civakî haydar e û xwe asteke li ser siyasetê ra dibîne û zimaneke bijehr bikar nayne ye. Hunermend, ew kesê ku li hember nirxên civakî û mafê takekesan, rêzdar û baldar e. Hunermend, ew kesê ku çavdêriyên xwe, rexneyên xwe bi rê û rêbazên hunerî û bi zimaneke şêrîn radigihîne civakê ye. Hunermend û rewşenbîr rêber e, avaker e, ne wêranker e. Mirov dikare pirsan û bersivan lê zêde bike. Lê diyar e ku bersiva van pirsan di sekn û helwesta hunermendan ya li hember jiyanê de veşartî ye. Bêguman hunermendên xwedî van taybetmendiyan, xwe li ber ba û bahozên serdeman parastine; ji siyasetmedaran zêdetir li ser civakê bibandor bûne; navên xwe bi tîpên zêrîn di rûpelên dîrokê de nivîsîne û ji mirovahiyê ra berhemên giranbûha mîrate hiştine. Yên ku dijî vê helwestê rawestiyane, di bîr û baweriya gel de cih û war nebûne û bi domana demê ra hatine bîrkirin.
Hunermend, nûnerên serdema xwe ne, hêz û enerjiya hunerê û parazvanên mîrateyên çandî ne. Bi rêya vegotina hunerî mîrateyên çandî radigihînin nivşên nû. Bi nêrîn û çalakiyên xwe li bûyer û qewîmînên serdema xwe dimêyzîne û xwe li hember wan berpirsyar dihesibîne. Bi vî awayî şahidiyê ji rastiyên serdema xwe ra dikin.
Hunermend, şahidê serdema xwe ne lê ne mamosteyê exlaqê ne. Belê kesayeta wan ya hunerî bi hişmendiya serdemê ve têşe digire. Bi awayekî xwezayî di berhemên xwe de -ne bi awayeke rasterast be jî- rastiyên serdema xwe bi şêweyeke hunerî vedibêjin. Pêşniyaza jiyaneke nû dikin û berpirsyariya civakî û exlakî pêk tînin. Lê pêwist e ku di vê pêvajoyê de ji şîretên hişk û tisî dûr bisekinin û pêyamên xwe wekî ekla di fêkiyan de veşartî û nepen rabigihînin mirovan. Bes berhemên hunerî bi vî şiklî mayînde dibin û şahidiyê ji serdema xwe ra dikin. Wekî Umberto Eco jî dibêje: “Hemû cure afirandinên hunerî, xwedî hêza rêzikek veşartî ya îqnakirina li ser rastiyê ne û di ser meyla formê de li ser demeke diyarkirî belav dibe.” [7]
Huner, him vegotineke taybet û takekesî pêkan dike him jî ji bona civakîbûnê diyardeyeke watedar e. Bêguman her du rêbaz jî kêm zêde berpirsyariyeke civakî vedihewînin. Lewra huner, tenê kelecan û îxtîrasên mirovan nayne ziman, di heman demê de rastiyên jiyanê jî tîne ziman. Hunermend di pêvajoya hilberîniyê de, ji kevneşopê sûdê werdigire û di navbera pêşeroj û paşerojê de pireyan ava dike. Berhemên bi vî rengî jî domdariya çandê pêkan dikin.
Hunermend, dikare di berhema xwe de bi zimaneke rasterast dijberiya îdeolojiya serdest bike an jî hunermend, xwedîşiyan e ku ne bi tiştên berhema xwe de nivîsandiye, bi valahiyên ku di berhemê de hiştiye heta bi tîştên ku nenivîsiye jî pêyamên sublîmînal bide. Hostatiya hunermend û efsûnî û nepeniya hunerê di vê helwestê de weşartî ye. “Hunermendên bi vê helwestê diafirînin ne tenê pêşverû ne, di heman demê de aktuel in, hemdem in, dûrbîn in, moddel û modern in.” [8]
Têkiliya di navbera hunerê û siyasetê de têkiliyeke piralî û ye û li gor şert û mercên demê guhêrbar û bibandor e. Hin caran siyaset û siyasetmedaran dirûv daye hunerê hin caran jî hunerê dirûv daye siyasetê. Heta di pêvajoya dîrokê de hin dewletan bi rêgezên zagonî huner û hunermend kirinin bin baskên xwe û bi vî awayî têşe dane civakê. Lê di her serdemê de huner dijî vê helwesta desthilatdariyê derketiye û bûye alîgirê vegotina azad.
Ku huner wekî amûreke siyasî were bikaranîn, azadî û xweseriya xwe winda dike. Mirov dikare vê rewşê wekî windakirina azadiya hunermend jî binirxîne. Bi gotineke dinê, dema huner ji bo bidestxistina berjewendiyeke were bikaranîn, ew êdî ne huner e, karekî pîşeyî ye û ji vî karî hêvî û daxweza kar û zerarê tê kirin. Bêguman di berhemên hunerî de daxwaz û hêviya zewq û estetîkbûnê heye. Li gor Kant, “Huner û zanaat/pîşe bi lênêzbûn û nirxaninên cihêrang ji hev tên cudakirin. Ger mirov karê xwe ji bo kêf û zewqê bike, ev kareke hunerî ye û yê ku wî karî dike hunermend e. Lê mirovê ku karê xwe ji bo kar û zerarê bike ew karê pîşeyê ye û yê ku wî karî dike ra jî bêşekar / zanaatkar tê gotin.” [9]
Li gor nêrîna estetîk a realîst, huner û siyaset bi tevahî ji hev cuda ne. Yên ku bi nêrîna îdealîst li mijarê dimêyzînin, dibêjin ku siyaset bi mijarên rojane ve mijûl dibe lê huner mijarên gerdûnî vedibêje. Loma siyaset û huner dijî hev in heta dijminên hev in. Li gor nêrîna estetîknasên îdealîst, her du tegeh jî rastiyên cuda yên jiyanê ne lê hin caran êrişî qadên hev û din dikin. Ku di encama vê têkiliya êrişkar de huner bi awayeke çors û îdeolojîk bi siyasetê ve mijûl bibe, serxwebûn û taybetmendiya xwe winda dike. Ne pêkan e ku mirov ji berhemên bi vî rengî hatine afirandin ra miameleya berhemên hunerî bike. Lewra tişta ku hatiye hilberîn, ne huner e hunerok e.
Gelo di van şert û mercan de pêkan e ku huner û siyaset wek du hêzên cuda û azad bimînin? Pirsa herî girîng gelo hunermend çi qas dikare ji bandora siyasetê dûr bimîne û xwe ji civakê îzole bike? Ji vê bonê di têkiliya huner û siyasetê de tişta herî diyarker, helwest û sekna hunermend a ku li hember jiyanê ye. Huner, nûnerê weguhertinên siyasî nîne lê dikare xwe li ser siyasetê bi cih bike û ji vê guherînê ra alîkariyê bike. Pêwist e ku di berhema hunerî de siyaset, tenê di formeke estetîk de cih bigire û were vegotin. Heta hunermend, siyasetmedarek an îdeologeke dilsoj be jî pêwist e ku ev îdeolojî bi awayeke raste rast di berhema hunerî de nebe. Lewra berhemên hunerî bi awayekî raste rast dinyayê naguherînin lê ji guherînên hişmendî ra alîkariyê dikin.
Huner, teşebûseke afirîniyeriyê ye û têgeheke ne statîk e. Berevajî têgeheke dînamîk e û bênavber di nav lêgerîneke de ye. Hest û ramanên nû diafirîne lê ev tiştên nû jî bi domana demê ra kevin dibin. Berhemên bi ruhê demê ra ahengdar û xwenûkirî yên herî giranbûha û nemir in.
Huner, ji rabirdûyê heta niha di bin bandora têgihiştinên cihêreng de maye û bi şêweyên cuda hatiye hilberîn. Her çend huner û siyaset xwedî erkên cuda bin jî ne pêkan e ku mirov berhemeke hunerî ji hişmendiya serdemê azade binirxîne. Lewra huner li gor pêdiviyên civakî yên serdemê têşe digire û hunermend jî perçeyeke vê civakê ye..
Di ronahiya van agahiyan de mirov dikare bibêje ku ne hunermend siyasetmedar e ne jî berhemên wî gotarên siyasî ne. Lêbelê huner bi bandora xwe ya kûr û mayînde, bi şêweya xwe ya letîf û estetîk, rê daye ber mirovahiyê û civakek nû ava kiriye. Ji ber ku hunermend bi xewn û xeyalên rengîn, bi derfetên fîktîf, xwedî vegotineke efsûnî ye bandora wî ya li ser civakê û siyasetê rastiyeke jiyanê ye.
21'ê Adara 2025'an
[1] ARTUT, K, Sanat egîtîmi kuramları ve yontemleri, Ankara: Ani yay. 2007, s, 37-38
[2] AKENGIN, G. Sanat Siyaset Toplum Etkileşimleri. Ulakbilge Sosyal Bilimler Dergisi, 7(33), 2019, s, 4.
[3] CAMUS, Albert, Denemeler, (Çev. V. Günol), Say Yayınları, İstanbul, 1998, s, 60.
[4] ULUTAŞ, Selçuk. Sinema Estetîgî: Gerçeklik ve Hakikat. İstanbul: Hayalperest Yayinevî.2017.
[5] GONEN, Metin, “Felsefe, Politika Ve Aydin İkilemi”, Dogu-Bati,2006, s.38.
[6] ÇAGAN, K. “Sanat ve Edebiyatın Toplumsal Perspektifi”, Hayat Edebiyat Siyaset, Siyaset Hece Ozel Sayi, Yıl. 8, Sayı 90/91/92, 2004, s.73.
[7] ECO, Umberto, “Angaje Antonioni’, Nilufer Tolman (der.), Michelangelo Antonioni, İstanbul, 1990, YKY. s,14
[8] ŞİMŞEK, Aydin, Siyasal Tarih Surecînde Sanat ve İktidar, İstanbul, Umit Yay, 2000,s,264.
[9] OGUZ, Erdem. Çoklu Sanat Kîmlîgî, Yayinlanmamiş Sanatta Yeterlik tezi. Hacettepe Üniversitesi G.S.E. Ankara: 2014s, 12