Diyarname
Belê pirs ev e: Hevpeyvînek dikare bi çiqas pereyan bê firotin? 5 mîlyon dolar, 7 mîlyon dolar, 9 mîlyon dolar? Çend?
Em qala hevpeyvîna ligel Prens Hanry û jina wî Meghan Markle dikin. Bernameçêkera navdar Oprah Winfrey ligel Prens Hanrry û jina wî Mehgan Markle hevpeyvînek çêkir.
Li gor nûçeya Wall Street Jounlalê kanala CBS mafê weşandina hevpeyvînê ji Produksiyona Harpo (Produksiyona Winfrey bi xwe ye) girt, lê kompanî mafê "dikare ji bo saziyên din jî hevpeyvînê bifroşe" parastiye. Hevpeyvîn bi ser kanalê de bi navbera 7-9 mîlyon dolarî bûye mal. CBS ji bo di nav bernameyê de reklaman biweşîne tenê ji bo 30 sanîyeyî dor 325 hezar dolar pere dixwaze. Bi vê bersiva sernavê me zelal bû ku tê dîtin navdar bûn çi pereyî bi xwe re tîne. Li aliyê din hat gotin ku Hanry û jina wî Markle ji bo hevpeyvînê ji Oprah Winfrey û kompaniya wê tu pere nexwestine û negirtine.