Diyarname
Kovar "Kurt Tarîhî" ku bi tirkî beşek jê bi kurdî 3 mehan carek derdikeve û li ser dîroka kurdan nivîsan diweşîne niha êdî bi awayekî dîjîtal jî tê firotin.
Kovara ku heta niha 41 hejmarên xwe derxistine û li pirtûkfiroşan dihat firotin, niha gav avêt nav qadeke din. Kovarê hemû hejmarên xwe li qada dîjîtal bar kirine û yên bixwazin dikarin ji ser wir re bikirin û bixwînin. Her wiha weşana kovarê ya çapkirî jî didome. Her hejmara nû ku bê çapkirin û belavkirin di heman demê de dê li qada dîjîtal jî bê kirin û li wir jî bê firotin. Bi vî awayî ji her derê dinyayê yên bixwazin dê bikaribin bikirin û bixwînin.
Ji bo yên bixwazin bikirin dikarin ji ser Google Play re xwe bikirin.
Ji bo têkilî û xwestinê:
Tel: 90 541 391 81 49
kurttarihi2017@gmail.com


