Diyarname
Komîsyona Xelata Cemal Nebez raginad ku dê Xelata Cemal Nebez a îsal bidin nivîskar Xana Omerxalî.
Nivîskar Omerxalî wekî akademîsyeneke li ser êzîdiyan heta niha gelek xebat kirine. Weqfa Cemal Nebez ku du salan carek Xelata Cemal Nebez dide îsal navê Omerxalî ji bo vê xelatê eşkere kir.
Komîteyê li ser hesabê Weqfa Cemal Nebez ev xelat eşkere kiriye û wisa gotiye, "Dilsoziya wê ya xurt a ji bo mikemeliya akademîz û biryardariya wê ya ji bo parastina nerîtên êzdiyatiyê dengê êzdiyan bilind kiriye û ronî daxistiye ser berxwedêriya wan a di nav zordestî û qirkirinê de. Xebatên wê bandorek wan kûr çêbûye li ser gotara akademik û ji ber vê Lijneya Xelata Cemal Nebez şanaz e ku xelatê pêşkêşî Xana Omerxalî dike."
Weqfa Cemal Nebez du sal berê ev xelat dabû mamosteya kurdî ya ji Rojhilat Zara Mihemedî.
Xana Omerxalî kî ye?
Xana Omerxalî di sala 1981'ê de li Ermenistanê hatiye dinê. Ew kurdeke êzîdî ye. Di sala 2002'yan de wê li Zanîngeha St. Petersburgê li ser îranolojî û xebatên kurdî perwerdehiya xwe temam kiriye; di sala 2004'an de lisansa bilind, 2006'an de jî li ser baweriya êzîdî doktoraya xwe temam kiriye.
Ew ji 2007'an ve li Zanîngeha Georg August ya Gottingenê (Georg-August Universitat Gottingen) li ser zimanê kurdî û li ser Zimanê Qewlên Êzdiyan dersê dide.
Hin pirtûkên wê ev in:
- Zerdüşt Avesta
- Analîza Qewlên Êzdîyên
- Êzdiyatî, civak, sembol, rîtûel, 2007, Avesta, Stembol. Wergera ji îngilîzî: Ergîn Opengîn
- Kevneşopa Êzdiyatiyê ya Tekstuel a Dînî: Ji ya Devkî bo ya Nivîskî, 2021, Avesta, werger: Fahriye Adsay
- On the Structure of the Yezidi Clan and Tribal System and its Terminology among the Yezidis of the Caucasus. Journal of Kurdish Studies. 6:2008, r. 104-119. ISSN 1370-7205
- Some Reflections on Concepts of Time in Yezidism, 2009 (co-author)
- Kurdish Reader. Modern Literature and Oral Texts in Kurmanji: With Kurdish-English Glossaries and Grammatical Sketch, Harrassowitz, 2011 - Foreign Language Study - 282 rûpel.
- Religious Minorities in Kurdistan: Beyond the Mainstream, Volume 68 of Studies in Oriental Religions, ISSN 0340-6792, 2014.
- The Yezidi Religious Textual Tradition: From Oral to Written. Wiesbaden: Harrassowitz. ISBN 9783447108560, 2017.
**
Nûçeya Eleqedar:
- Xelata Cemal Nebez dan Zara Mihemedî


