Diyarname
Lîstika Şanoya Bajêr a Amedê 'Mirina Jeanne d'Arcê ya Din' dest bi tûrneya Ewropayê dike. Di vê çarçoveyê de wê li 6 bajarên Almanyayê be lîstin.
Lîstika 'Mirina Jeanne d'Arcê ya Din' ji aliyê Stefan Tsanev ve hatiye nivîsandin û derhêneriya wê Berfîn Emektar kiriye.
Lîstika ku ji aliyê Dilawer Zeraq ve hatiye wergerandin, Nurşen Adiguzel, Yavuz Akkuzu û Ozcan Ateş têde dilîzin.
Lîsta bi kurdî piştî bajarên kurdan û piştî lîstina li Stenbolê vê carê berê xwe dide EWropayê. Li gor bernameya ku Şanoya Bajêr a Amedê eşkere kiriye lîstik 8'ê mehê li Berlînê dê dest pê bike û 19'ê mehê li Overijseyê gera xwe ya li Almanyayê temam bike. Lîstik li 6 bajarên ALmanyayê Berlîn, Essen, Frankfurt, Koln, Amsterdam û Overijseyê derkeve pêşberî şanohezan.
Va ye bername: