logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!
  2. Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de
  3. Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket
  4. YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê
  5. Piştî maçê lîstikvanên Galatasaray û Fenerbahçeyê li nav sehayê pevçûn, polîs ketin sehayê
news-details

YEMEN û XETA SÊYEMÎN

Her bûyerek li Rojhilata Navîn biqewime, em niçarin ji pencereya xwe lê binêrîn, divê bipîvin ka zirar û sûdê wî ji bo m

  • Dîrok: 01/04/2015
  • Beş: Nivîsênkarên Mêvan

Necîbe Qeredaxî

Her bûyerek li Rojhilata Navîn biqewime, em niçarin ji pencereya xwe lê binêrîn, divê bipîvin ka zirar û sûdê wî ji bo me çi ne?. Gotineke kevin a Ereban heye dibêjê “ me lihevkirîye kû em lihev neken” , Ereb ji bo tiştek erênî ti carê lihevnekirine nava xwe de parçe parçe ne, nexazim mijar demokrasî de, lê çi bu û di demeke ew qasî kin bi koalisyonê avakirin û sedan belafir hatin rakirin û bi  pêşengîya A.Saûdî êriş û operasyonên hewayî li hemberê Yemenê dan destpêkirin û herêmê xist nava şerêke nû.

Alîyek DAIŞ weke parçeyeke ji bereyeke fireh a sûnnîyên herêmê û alîyeke din jî bereyeya dûyemîn a Şiîyan bi serkêşîya Îranê. Van welatên êrişî ser Yemenê dikin DAIŞ zêde talûke nabînin û armanc ew e kû kendava Edenê kû ji %70 petrola herêmê derbasê cîhanê dike nekeve bin kontrola hûssîyên Yemenê kû şiîyên nêzî Îranê  ne. 

Emerîka berî 2 mehan û li gorê rojname Wall Street Journal bi hin lîderên hûssîyan re  rûnîşt û soza alîkarî da wan. Piştî operasyona li hemberê Yemenê Emerîka dîsan da xûyakirin kû piştgîrîya operasyonê dike. Ev pir zelal e, agirê pêxe û benzîn bi ser deke, paşî jî li gorê şer hêzên hegemonîk a herêmê hevseng bike. 

Ev êrişa ser Yemenê bi rengêkî hevsengkirina hêz û hegemonîya Îran û lawazkirina  wî ye li ser maseya muzakere li Lozanê kû di derbara bername enerjîya atomî Tahranê ye. Îran li Îraqê , Lubnan, Sûrîye xwedî bandore lê kişandina wê nava şereke li derveyê sinorî xwe, dibe kû Îranê ji hêzê bixe lê li alîyeke din bi xûrtkirina xwe li hin welatên herêmê bala cihanê li ser rewşa xerab a hûndir,  ji bo demek kin jî be, belav dike.

Îran yek ji welatên rewşa mafê mirovan bi taybet rewşa jinan û her weha rewşa aborî gelek xerab e. Ti kesî nikarê bêjê Îranê li hûndir de dikarê hêza xwe biparêzê ji ber kû Ayatullah Xamenî rasterast peyam da kû serwerîya Îranê bi tehdîdê ye . Yek ji bendên lihevkirina welatên 5+1 û Îranê ew e kû Uraniyum li derve werê dewlemend kirin û navendên Etomî a Îranê tevahî ji bo çavderîya sazîya navnetewî ya Enêrjîye Etomê werê vekirin û ew jî yekser serwerîya Îranê eleqedar dike. Lê Îranê ji bo kû rewşê qazanc bike dixwazê dem dirêj bike, ji bo kû hegemonîya xwe winda neke. 

Welatên Rojavayî naxwazin ti hêzeke li Rojhilata Navîn de di rewşeke bihêz de be ji bo wê jî şerê Yemenê, Şerê Îraqê û Sûriye, wê ne dîyarê vê carê jî li kû derê biteqê ji bo li hevxistina hemû hêzan bi hevdû bikartînê û çek û cebilxaneyeke mezin jî difiroşin alîyên vê şerê. 

Ev şer çi qasî weke şereke sêyemîn a cîhanê werê binavkirin lê rasterast hêzên li hember hegemonîya hevdû şer dikin û şereke bi wekalet ji bo hêzên navnetewî dikin, wê bandora xwe li ser Kurdan bike. Lê di vê şerê de herî zêde wê Başurê Kurdistanê bandor bike ji ber Îranê bi rêya Şiîyan û bi avakirina heşdî Şabî li dora B.Kurdistanê hêzên xwe a serbazî û li navanda siyaseta Bexdayê jî hêza xwe ya sîyasî spî kirîye, dibe kû Tirkiye piştî binketina DAIŞê li Kobanê bixwazê li vê firsetê sûdê werbigire û di dema hilbijartinaê de dest bi hemleyeke bike ji ber kû Tirkiyeke kû ji alî Misirê piştî Mursî hatibû teşhîr kirin niha di heman bereye de cihê xwe girtîye. 

Hêzên desthilatdar li B.Kurdistanê ji her demê zêdetir xwe kirine nava vê dû bereya cûda a Îranê û Tirkiye, ev bi serê xwe talûkeya herî mezin bi xwe re bîne. Ji wê jî xeta sêyemîn a Kurdan kû ti bereyeke napejirînin û nabin sûtemenîya ti şerekî û xwe di rewşa parastina herêmên xwe de dihêlin û li hemberê her rewşa tehlûke xwedî rola aktîv bin, wê biyarê herî rast be. 

Ne Îranê, ne A.Saûdî û ne jî Tirkiye alî civakî de ji bilî felaketê ti projeyeke wan a demokratîk nîne, tekane hêzeke li herêmê kû xwedî projeye bi hev re jîyanê ye tevgera azadî ye. Jinan , di şexsê wan de hemû civakê li welatên mîna Îran û A.Saûdî di rewşa herî paşketî de ne, eger tekane ji bo vî sedemê be divê Kurdan rûyê xwe li vê pergala padişah û mîrên petrol bizvirînin ji ber kû van desthiladaran di dîrokê de mînaka herî rûreş in, ev talûke li Başurê Kurdistanê vekirî tê dîtin, ne kêm in rêxistin û kesên kû xwe û Kurdan di bereye sûnnî de dibînin û di şexsê ciwanan de jî civakê roj bi roj paşde dibin. Lê di şoreşa Rojava de rastîye xeta sêyemîn û pergala pir reng , çand û etinîk bû bersiva her rast ji bo dîroka bi êş û bi xwedin a şerê 1400 salan.


31.03.2015, Yeni Ozgur Polîtîka


Parve Bike

Youtube Me

Qîmeta Singên Jinan

news

Diyarname: Fotoya Nûçeyê:'Şahbanûya Afrîkayê' li Hevselê xwe da ber tîrêjên rojê

news

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news
Nivîsênkarên Mêvan - Nivîsên Dawî
news
  • 01 01 2023

Hêzên Pêşmerge dê bibin yek?

news
  • 20 12 2022

Metnên ewilî yên kirmanckî

news
  • 08 12 2022

Serpêhatiyên Melê Meşûr

news
  • 24 11 2022

Mala Lîstikê ava

news
  • 10 11 2022

Kurd û perwerdehî

news
  • 17 10 2022

Saqoyê Mehmed Uzun û romana kurdî

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Avrasyayê li ser referandûm, hilbijartinek îhtîmal e çêbe anketek nû weşand

ad

Ji ser te re tîm tune ye heyran

ad

Li Stockholmê çalakiya Roja Ziman

ad

Dezgeha Perwerdehiyê pîroz be

ad

Li Almanyayê êrîşek çekdarî: Mirî û birîndar hene (hat nûkirin)

ad

Festîvala Şanoyê bi gelek lîstikan tê

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!

  • 26 10 2026
news

Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de

  • 26 10 2026
news

Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket

  • 26 10 2026
news

YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê

  • 26 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname