BRUKSEL
Konseya Rêveber ya KNK’ê bal kişand ser bûyerên şewitandina kargeh û avahiyên partiyên siyasî yên li başûrê Kurdistanê pêk hatin û got; “Bûyerên dawî yên li herêma Behdînan qewimîn dilê kurdan tevan dax da û xemgîn kir. Bûyerên nexweş ku, şewtandin û talankirin, êrîşa li dijî sazî û temsîliya partiyên siyasî, ligel kurdên cîhanê tev, dilêşî û nerazîbûnek derxiste holê.”
Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) der barê bûyerên şewitandinê yên roja înê li Zaxoyê dest pê kirin û başûrê Kurdistanê belav bûn de daxuyaniyekê nivîskî weşand. KNK’ê bal diyar kir ku tenê çareserî Konferansa Neteweyî ya Kurdan e û got; “Êrîşa li dijî dîkan û hotel yên gel û li dijî şewtandina baregehên partiya Yekgirtûyê Îslamî ya Kurdistanê (YÎK), ji aliyê kê ve werê pêkanîn jî, erê nakin û bang li hêzên Başûr tevan dikin ku di çarçoveya birêziya li hemberî hev û di çarçoveya berjewendiyên neteweyî de, werin cem hev û pirsgirêkê çareser bikin.”
KNK’ê got ku gelê kurd jî di nav de, gelên li herêmê tev di qonaxeke dîrokî re derbas dibin wiha domand; “Di vê qonaxa girîng de, dîroka gelan, ji nû ve tê nivîsandin. Gelên li herêmê, ji bo jiyaneke bi rûmet, wekhevî û demokratîk dest bi têkoşînê kirine û berdêlên giranbiha jî didin. Gelê kurd jî bi deh salan e ku vê têkoşînê dike û di têkoşîna dem dirêj de wek lehengê gelên herêmê derkete pêş. Lê gelê kurd hîna dibin tehdîdan de ye. Herêma Başûr hîna jî, ji tehdîdên hêzên dagirker xelas nebûye. Mînakên vê jî pir hene. Ev jî tê wateya ku hîna kurdên çar parçeyên Kurdistanê dibin tehdîdan de ne û pêdiviya kurdan, ji her kesî û ji her demê bêhtir bi dilsozî, birêzî û tifaqê heye.”
VAN BÛYERANAN DILÊ KURDAN DAX DA
KNK’ê got; “Bi vê pêwanê bûyerên dawî yên li herêma Behdînan qewimîn, dilê kurdan teva dax da û xemgîn kir. Bûyerên nexweş ku, şewtandin û talankirin, êrîşa li dijî sazî û temsîliya partiyên siyasî, ligel kurdên cîhanê tev, dilêşî û nerazîbûnek derxiste holê. Em wekî KNK’ê, êrîşa li dijî dîkan û hotel yên gel û li dijî şewtandina baregehên partiya Yekgirtiya Îslamî ya Kurdistanê (YÎK), ji aliyê kê ve werê pêkanîn jî, erê nakin û bang li hêzên Başûr tevan dikin ku di çarçoveya birêziya li hemberî hev û di çarçoveya berjewendiyên neteweyî de, werin cem hev û pirsgirêkê çareser bikin. Ji bo ku hêzên Kurd neyên lîstikên dijmin; pêwîst e li gorî berjewendiyen teng, di çarçoveya kes û hizban de tevnegerin li gorî berjewendiyen neteweyî, li ser bingeha demokrasî û dadweriya civaki tevbigerin û xizmeta gel bikin. Di qonaxeke wiha giring de, çênabe ku tu hêz li hemberî gel şîdet bikarbînin û çênabe ku gel jî êrîşî buroyên partiyan bike. Partî û gel, rêxistinî û hevkarî, birêzî û parastina nirxên hevpar bingeha azadî û jiyana bi rûmet e. Pêwîste kesên ku destê wan heye bi ev pirsgirêk û şewtandina mehala gel û partiyan jî derbikevin pêşberî dadgehê."
ÇARESERÎ KONFERANSA NETEWEYÎ YE
KNK’ê destnîşna kir ku çareserî tenê pêkanîna Konferansa Netewî ye û got; “Em wekî KNK'ê, çaraseriya herî baş di pekanîna Konferansa Neteweyî de dîbinin. Di vê dema nazik û dîrokî de, pêwîstiya hemû kurdan di pêkanîna Konfernasa Netewî de heye û pêwîst e her hêz û her rêxistin, ji bo vê jî kar û xebatê bike. Di vê qonaxa dîrokî de, ku herêm tev ketiye nava lêgerîn û qerqeşûnên mezin, pêdiviya kurdan tevan, bi Yekîtiya Neteweyî heye.”
JI BO HÊZÊN BAŞÛR BANGAWAZÎ
KNK’ê di berdewama daxuyaniya xwe de got; “Helbet, gelek hêviyên ku ji desthilatdarî û muxalefeta Herêma Kurdistanê têne kirin hene û pêwîst e di nava yekîtiyeke dilsoz de tevbigerin; ji aliyekî ve demokrasî bi hêz bikin, di parastina nirxên civakî û berjewendiyên neteweyî de xwedî helwesteke yekgirtî bin. Bi mîsyon û rola pêkanîna Yekîtiya Neteweyî jî rabin û bi hêzên çar parçeyên Kurdistanê re bo Konfernasa Neteweyî têkiliyan deynin. Car din em wekî KNK'ê bang li partî, muxalefet û desthilatdariya Herêma Federal a başûrê Kurdistanê tev dikin ku, bi hestên neteweyî, birêzî û hemdemî werin cem hev û çareseriyeke aqlê selîm bibînin, car din rûpelên dîroka kujer û bêbext venekin. Dîsa em wekî KNK’ê bang li hêzên kurdan tevan dikin ku, ji bo Yekîtiya Neteweyî dilsoz tevbigerin û bêyî dereng bimînin gavên ji bo Konferansa Neteweyî biavêjin.”