Diyarname
Komîsyona Xelata Cemal Nebez di meha adarê de roja 21'ê adara 2023'yan eşkere kiribû ku ewê Xelata Cemal Nebez bidin mamosteya kurdî Zara Mihemedî. Niha bi merasimek ev xelat dan.
Xelatê Weqfa Cemal Nebez dide ku navenda wê li Berlîna Almanyayê ye. Ji bo dayîna Xelata Cemal Nebez ku berê hatibû eşkere kirin li navenda weqfê roja 3'yê mehê merasimek li dar ket. Zara Mihemedî ji ber biryarên siyasî nekarî here Almanyayê. Li ser navê wê, xwişka wê Kanî Mihemed xelat ji destê endama komîsyona xelatê Xûnav Haco girt. Zara Mihemedî ku vîdyoyek belav kir sipasiya weqfe kir û xelat diyarî serhildêrên li Rojhilat kir.
**
Nûçeya Eleqedar: