Diyarname
Tîma spanyolî CD Leganês biryar da ku hefteya pêşiya me here Hewlerê û li wê derê antremanê bike. Tîm di navbera 26-30'ê vê mehê wê li Hewlêrê be.
Tîma fûtbolê CD Leganês di La Lîgayê de dilîze, di dawiya hefteya 20'î de bi 22 pûanan di rêza 15'an de ye. Qlûbê bi ser hesabê xwe yê fermî re peyameke fermî belav kiriye û wisa gotiye, "Di navbera 26-30'ê mehê de emê beşdarî bernameyeke li bajarê Hewlêrê yê Herêma Kurdistanê (Iraq) bibin. Ev, bi hevkariya NAYA for Engineering Services & Training LTD li dar dikeve. Ev yek ji bo ciwanên temen di navbera 16-22'yan de wê bibe firsenda perwerdehiyê."
Tîm di qada navneteweyî de li gelek welatan ji bo teşwîqkirina fûtbolê û sporê xebatê dike; ev yek jî di vê çarçoveyê de li dar dikeve.
Di vê xebatê de ji ciwanên wê bigirin nav perwerdehiyê/antremanê dê 5 kesan hilbijêrin û wan bibin Madridê. Klûb bi vê yekê dike ku bandora wê ya li qada navneteweyî pêş bikeve û pêre jî ji bo alîkariyê sipasiya NAYA'yê kiriye.
Lenagês a La Lîgayê maça xwe ya dawî roja 18'ê mehê li mala xwe ligel Atletico Madridê lîst û bi 1-0 bi ser ket. Ev yek bû serem ku Atletico Madrid bi 44 pûanan dakeve rêza diduyan û Real Madrid bi 46 pûanan derbasî rêza yekemin bibe.


