SÊ CAN Û SÊ FÎDAN
Osman Baydemîr
Îro salvegera roja reþ e. Salvegera bê bextî û bê rumetiya dijminê mirovahiyê ye… Ew roj yek ji rojên reþ û tarî bû. Cardin destên bi qirêj di nava lepên kiriþda bû. Cardin kujerên hovî ji xwe re piyonek dîtibûn. 9’ê Çileyê û xebera reþ bû seqema herî sar di nava dilê gelê kurd de.
Kujer cardin xwestin ku li sersan serê welat ewrên tirsê ava bikin. Kujer xwestin ku enfalekî mezin pêk bînin û bingeha komkujî yê di nava bikin û hêviya azadî û aþtiyê tune bikin. Ji Parîs heta Amed. Ji Amed heta Nurhak û Munzur bi sedhezaran dilen zîz bûn yek dil. Hêsrên çavan bû laser û herikî bi ser Çemê Dîcleyê de. Careke din Dîcle û Munzur ber bi hevdû ve herikîn.
Çemê Firat jî yekem car xweziya xwe bi Munzur û Dîcleyê dianî. Amed ji Parîsê sê dîplomat, sê can, sê fîdan, sê jinê qehreman û sê jiyanên sirgûnê pêþwazî dikir û di paxla dayikê de þîrîn dihewand. Ew mêvanên Amedê, mêvanên herî bi qedrûqîmet bûn. Ew ji bo dijminê azadiye wekî teyrê baz bûn. Lê ew ji bo gelê xwe, xebatkarê azadiyê û kevokên aþtiyê bûn. Xemla mêvanan spî wekî kevokên çîlî spî hatin xemilandîn. Li ser milên sedhezaran baskê xwe li bahê seqema cemidî xistin û ber bi rûyê asîmanan de firiyan.
Her ku sê teyrê baz ber bi asîmanan difiriyan ewrên tarî jî hev belav dikirin û rê ji lehiya sedhezanan re vedikirin. Hemû mirovahî dît ku pêþî silavdan Zekiye hinek li ser zindana Amed bi hev re firiyan û hevdû hembêz kirin. Li qeraxa Çemê Dîcle beriya ku xatir ji hevdû bixwazin porê hevdû þeh kirin, hene kirin û careke din keziyên xwe honandin. Paþê xatir ji Mazlum û Egîd xwestin û careke din ber bi rûyê asîmanan ve dest bi fira xwe kirin. Her ku nêzîkî Nurhak dibûn lehiya însanan zêde dibû. Dengê banga daxwaziya azadiyê her ku li Çiyayê Nurhakê diket Nurhak pê ser bilind dibû, ber bi dengê wan di hat û wan pêþwazî dikir. Çemê Dîcle û Munzur bû yek çemekî û gelê kurd bi hemû rengên baweriyê xwe bibû yek dile kî. Kevoka çîl spî, li ser çiyayên Dêrsim keziya porê sor henekirî vekîr wê û Zarîfe hevdû hembêz kirin. Sara êdî mêvana Êlîþêr û Zarîfe yê.
Di dîroka berxwedana bakurê Kurdistanê de care yekemîn e ku sûîqest li dîplomatên jin tê kirin. Gelo di navbera 2012’an de çend car hikûmeta Enqereyê gefa sûîqestê li siyasetmedarên kurd kir. Di wijdanê gelê kurd de, ji xwe zelal e ku kî destûra Komkujiya Roboskê da be, destûra vê sûîqestê jî wê daye. Ku destê Hikûmeta Enqereyê ne di nava destên qirêj de be, niha hezar car hemû kujerên veþartî wê derketibûna holê. Careke din kujer negehiþtin armanca xwe, ala ku di destê Sakîne, Fîdan û Leylayê de bû îro jî di destên parêzvanê mirovahiyê deye. Ew li Kobanê, Þengal, Maxmur û Kerkûk hem welatê xwe diparêzin hem jî ala rûmeta mirovahiyê bilin dikin. Sê Can û Sê Fîdan. Mekanê wê bihûþta Xwedê be û þêwra we bî þehîdan re be…
09.01.2015, Azadiya Welat