Diyarname
Zanîngeha Tîranê pênasa doktoraya rûmetê da nivîskarê xwediyê xelata Nobelê Orhan Pamuk,
Nivîskar Orhan Pamuk ku ji bo serdaneke du rojan çû Arnavutlukê pêşî ji aliyê Serokomarê Arnavutlukê Bamir Topi ve hat qebûlkirin.
Dûre pênasa doktoraya rûmetê ji aliyê Zanîngeha Tîranê ve hate pêşkêşkirin. Di merasima ji bo dayîna pênasa doktoraya rûmetê de rektorê zanîngehê Dhori Kule axaftineke kir û got: "Îro ji bo Zanîngeha Tîranê rojeke taybet e. Em nivîskar Orhan Pamuk wekî endamekî hêja yê zanîngehên îlan dikin. Wêje neteweyan digihîne hev. Têkiliyê di navbera Arnavutluk û Tirkiyeyê de jî di asta mikemeliyê de ne. Ji bo xurtkirina van têkiliya wêje xwedî roleke girîng e."
Orhan Pamuk jî di merasimê de wisa got: "Îro ji bo min rojeke nayê ji bîr kirin e. Ez 40 sal in romanan dinvîsim. Min dema xwe ya herî girîng a vê demê di odeya xwe de derbas kir. 5 salên dawînin ku ez endamê Zanîngah Colombiya ya Amerîkayê me. Hê gel di nav hewldana fêmkirina modernîzmê de ne lê divê tu demê gel bîrê xwe winda nekin. Helbet em ne dîlên dîrokê ne lê em ji dîrokê veqetin wê xetayeke mezin derê. Ev mijar hemû di pirtûkên min de têne pêşkêşkirin."
Berhemên Orhan Pamuk ku ji sala 2006'an ve li arnawûdî hatine wergerandin di nav pirtûkên ku herî zêde têne firotin de cih digirin.