Cemil Oguz / Îzmîr
Lêkolîner Ahmet Aras ku bi xebata xwe ya li ser dengbêjê navdar Evdalê Zeynikê tê nasîn dibêje, "Evdalê Zeynikê lîrîzma klama kurdî baş temsîl dike."
Weşanên Na li cihê xwe yê li Kemeraltiya Îzmîrê ji bo lêkolîner Ahmet Aras panel (Berfo Barî panel bi rê ve bir) û îmzekirina pirtûkan li dar dixe. Beşek ji kurdên ku bi kurdî re, nivîs û helbestê, bi ziman re eleqedar in tên temaşekirina Aras. Em jî firsendê dibînin hem herin lê temaşe û guhdarî bikin, hem jî bi Aras re sohbet bikin.
Pirtûkek û navdarî
Hinek kes hene di jiyana xwe de gelek pirtûk derxistine nayên nasîn, hinek hene gelek derxistine û bi van tên nasîn û hin kes jî hene ku tenê bi pirtûkek xwe li qada nivîs û wêjeyê ji xwe re cihek girîng girtine. Mînak Ahmet Arifê kurd bi pirtûka xwe "Hasretinden Pirangalar Eskittim" di qada helbesta tirkî de cihek gelek girîng girtiye. Lêkolîner Ahmet Aras jî her çiqas çend pirtûkên din derxistibin jî zêdetir bi pirtûka xwe ya li ser Evdalê Zeynikê hatiye nasîn. Bi vê pirtûkê wî Evdal derxistiye ser dara dinyayê, û ew jî bi vê ketiye nav lêkolînerên kurd û ji xwe re cihek girîng girtiye. Dema qala Evdalê Zeynikê tê kirin yek ser pirtûka Aras tê bîra mirovan.
'Dengbêjê destanan nebêje ew ne dengbêj e'
Ahmet Aras di sala 1944'an de li gundê Mele Osman a Qereyaziya Erzeromê tê dinê, di sala 1970'yê de Fakulteya Aboriyê diqedîne. Ew hê di ciwaniya xwe de bala xwe dide ser wêje û dengbêjiyê. Ew ji klaman hez dike, lê dema navê Evdalê Zeynikê dibihîze dikeve dû şopa Evdal. Çîroka pirtûka li ser Evdalê Zeynikê diçe heta sala 1961'ê, yanê hê 17 saliya wî. Wê çaxê dema Evla Begê Silêman Begê (ku ji gundê Intabê Bado ye) qala Evdalê Zeynikê dike, bala Aras dikişîne û diçe pêre xeber dide. Ev yek dibe xîma avêtina lêkolîna li ser Evdalê Zeynikê û ev pirtûka li ser Evdal. Paşê di sala 66'an Aras careke din diçe pêre xeber dide û her wiha bi kesên din re jî... Aras wisa qala wê demê dike: "Wê çaxê wekî niha rehetî tune bû. Kesî nediwêrî bi kurdî tiştek bike. Ez gund bi gund digerim tiştek li ser Evdal peyda bikim. Ez çûm gund, min got ez dixwazim li ser Evdal lêkolînê bikim û bi kurdî çîroka Evdal binivîsim, gundiyan got, 'Wa! Ma bi kurdî jî tê nivîsin? De here karê xwe!' Roja din bi neviyê biçûk ê Evdal re em çûn ser gora wî. Çi gor e, hema wisa cihek. Me girt cihê wî diyar kir, kevir danîn dor gorê."
'Evdal fenomenek e'
Aras "Evdalê Zeynikê wekî fenomenek bi nav dike", cihê wî yê girîng di nav dengbêjiyê de tîne ziman û di heman demê de rexne li gelek dengbêjên din dike: "Gelek kes ji xwe re dibêjin dengbêj lê na. Ma her kes dengbêj e? Basil Nikitin dibêje 'Dengbêj ji kezebê de dinale, dibêje. Helbest bi şewat tên gotin, bi coşî tên gotin, bi wan re dijîn.' Evdal vê yekê baş temsîl dike. Evdal lîrîzma klama kurdî baş temsîl dike. Evdalî destan jî gotine. Dengbêjên ku destanan nizane ew ne dengbêj e. Jixwe klamên kurdan piranî destankî ne."
Aras di sala 1966'an de bi neviyê Evdalê Zeynikê Emerê Zeynikê re xeber dide ku Emer wê çaxê 65 salî ye. Em guh didin Aras: "Emer kalikê xwe dîtibû. Ji min re got 'Min klam û meqamên xwe ji kalikê xwe hildan. Kalikê min sal, sal û nîv berî Şerê Cîhanê yê Yekemîn wefat kir.' Dema min li Emerê Zeynikê guhdarî kir, min qeydeyên Evdal fêm kir."
Klamên govendê û yên edetî
Klamên dengbêjan ku wekî bingeha muzîka kurdî ne Aras wan dike du beş, "Klamên Govendê" û "Klamên Edetî". Ji bo klamên govendê dibêje bi wezn û kafiye ne, li ser eşqê ne; klamên edetî jî li ser her tşitî ne.
'Dengbêjî diçe heta Berî Mîladê'
Aras ji bo dengbêjiya kurdî ber bi 2 hezar sal berê ve diçe, pişta xwe dide gotina Îzady ku dibêje "260 sal Berî Mîladê dengbêjên kurd hebûn". Em dipirsin, "Ger wisa be çima berî Evdalê Zeynikê bi çend sed sal berê em rastî navek din nayên?" Aras dibêje: "Ez dibêjim helbestên klasîk ên kurdî jî di heman demê de klam in. Mînak 'Sînem' a Feqiyê Teyran klam e. Di wê demê de jî dengbêj hebûn ev helbest dixwendin. Bi texmîna min berî her kesî kurdan straye."
Aras di warê vegotina klaman de herêma Serhedê gelek girîng dibîne, hema bi ser hemû herêman re û ji bo hunermendan jî dibêje Mihemed Arifê Cizîrî, dîsa Meryemxan bi şêweya xwe nêzî Serhedê ne loma bi serketî ne.
Di çapa nû de agahiyên nû
Pirtûka Ahmet Aras "Şairê Kurda yê Efsanewî Evdalê Zeynikê" ku destpêka lêkolîna wê heta salên 60'î diçe, yekem car di sala 1996'an de tê çapkirin û heta niha çend caran çap bûye. Lê piştî çapkirinê jî Aras hin klamên Evdal berhev kirine û li çapa nû zêde kirine. Çapa nû ya pirtûkê par ji Weşanên Nûbiharê hatiye çapkirin û ji van klaman yek bi gotina kurê neviyê Evdal Hecî Mihyedîn, yek jî ji klama 'Dêrsim'ê du beş di vê çapê de hatine bi cih kirin. Her wiha pênc hevpeyvînên li ser mijarê jî yekem car di vê çapa nû de cih girtine.
Pirtûkên Ahmet Aras ên ku heta niha hatine çapkirin:
- Şairê Kurda yê Efsanewî Evdalê Zeynikê
- Destana Ker û Kulik (Di sala 95'an de li Swêdê bi zimanê almanî jî hat çapkirin)
- Siyabend û Xecê
- Serhildana Seyîdan û Berazan
- Şairê Kurda yê Efsanewî Evdalê Zeynikê (Pirtûk ji aliyê Fehim Işik ve li tirkî hat wergerandin û ji Weşanên Evrensel derket)