Diyarname
Nivîskar Hisên Kemal vê sibê canê xwe ji dest da. Agahiya mirina wî jii aliyê Weşanxaneya Wardozê ve hate belavkirin.
Nivîskar Hisên Kemal ku ji Rihayê bû di sala 1963'yan de hatibû dinê. Di sala 2021'ê de Weşanxaneya Wardozê romana wî ya bi navê "Term" weşandibû. Romana wî ya "Sê Jin" ku li ser dixebitiya nîvco ma.
Weşanxaneyê îro ev agahiya mirina wî belav kir; "Vê sibehê me xebereka nexweş bihîst. Nivîskarê me yê romana Termê rêzdar Hisên Kemalî rehmet kirîye. Bila serê malbat, xwendevan û gelê kurd sax be. Em gelek xemgîn in. Hisên Kemal, ji bo edebîyata kurdî qelemeka pir xurt bû. Romana wî ya dawî “Sê Jin” nîvco ma."
**
Nivîseke li ser "Term":