Diyarname
Maçên nîv fînalê yên Lîga Ewropa ya UEFA'yê hatin lîstin. Manchester United û Tottenham bi ser ketin û derketin fînalê.
Maçên êvara 8'ê mehê bûn. Manchester United (MU) di rövanşa 3-0 de li mala xwe tîma Athletic Bilbao kir mêvan. MU bi 4-1 bi ser ket û derket fînalê.
Golên MU'yê Mason Mourt (dq 72, 90+1), Casemiro (dq 79) û Rasmus Haijlund (Dq 85) avêtin.
Di maça din de Bado/Glimt li mala xwe li hemberî Tottenhamê bi 0-2 têk çû. Di maça li Îngilistanê de Totenham bi 3-1 bi ser ketibûn.
Her du tîmên îngilîz bi vî awayî di fînalê de bûn reqîbên hev. Maça fînalê roja 21'ê mehê li Stada San Mamês ya li herêma Baskê wê bê lîstin.
***
Di Lîga Şampiyonan de fînal wisa çêbû:
- 120 deqe, 7 gol û tenê serketiyek: Inter
- Fînalîsto bîn eşkera bi: PSG


