Diyarname
Pirtûka Dirbas Mistefa “Pêlên Eşqê” ku demek berê li başûrê Kurdistanê bi tîpên Erebî hatibû weşandin niha li Bakur bi tîpên Latînî hat weşandin. Pirtûka ku ji Weşanên Dîwan derketiye têde helbest û pexşan hene.
Dirbas Mistefa yek ji helbestvan û nivîskarên nifşê nû yê başûrê Kurdistanê ye ew xwe wekî peyrewên Melayê Cizîrî yê ku “mubtelayê eşqê” bûye dihesibîne.
Mistefa di pirtûka xwe de helbest û pexşanan bi hev re dihone û di vî warî de nimûneyeke din li edebiya kurdî dike. Ew dibêje ku helbest û pexşan bi hev re, bi zor dikarin derdê “pêlên eşqê” bînin ziman.
Mistefa, nivîskar, helbestvan û rojnamegerekî çalak e. Ew xwendevanan vedixwîne nav pirtûkê û wisa dibêje: “Hûn jî kerem bikin, bikevin nav pêlên eşqê. Lê li xwe hişyar bin, li xwe miqate bin ku çu pêl li we nekevin. Nexwe dê deryaya evînê wekî ku gelek xeniqandine dê we jî bixeniqîne.”
Pêlên Eşqê / Dirbas Mistefa / Helbest-Pexşan / Weşanên Dîwan / Stenbol