Diyarname
Mesûd Qeya jî wekî qunciknivîskar beşdarî Diyarnameyê dibe. Nivîsa wî ya yekemîn roja duşemê tê.
Mesûd Qeya di sala 1992'yan de li Şemraxa Mêrdînê hatiye dinê. Li ser dema bûyîna wî, diya wî gotiye; "wextê mehseran bû tu welidî yî."
Wî, dibistan û lîse li Şemrexê xwendiye û dûre li Zanîngeha Çewligê Beşa Felsefeyê xwendiye.
Ew xwe wekî "Muptelayê felsefe û edebiyatê" bi nav dike. Bi navê "halezamaleza" blogek wî heye ku heta niha tiştin di wir de dinivîsand.
Ewê ji niha û pêde di Diyarnameyê de binivîse. Em xêrhatinê lê dikin.