logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Xêz
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Çima şanoya kurdî ya Bakur di bin bandora şanoya klasîk de dimîne?
  2. Xelatên ‘Koprude Buluşmalar’ hatin belavkirin
  3. Çîroka jinan 'Li ku dera çîroka xwe me?'
  4. 'Prenses Mumbî' xelata mezin girt
news-details

Şahmaran û Nînazû

  • Dîrok: 06/07/2024
  • Beş: Serbest
___Luqman GULDIVÊ___
Fikra dinyaya binerdê, fikreke kevin e. Nû nîn e: Helbet ji temenê me kevintir e, yanî ji çîrokên Mîrza Miheheme û wê de diçe. Lê hebûna dinyayeke binerdê di van çîrokan de balkêş e. Di hinan ji çîrokan de em dibînin ku Şahmaran jî li dinyayeke binerdê de ye. Ev meseleyeke têra xwe bi tefsîlat e û bi nivîseke kurt a quncikê mirov nikare pê dakeve. Lê axir elaqeya "şahmaran" û dinya binerdê jî têra xwe kevin e. 
REHETKIRINA BIRÎNAN
Em dizanin ku di mîtolojî û diyaneta Sumeriyan de "Nînazû" xwedayekî dinya binerd e. Ew xwedayekî parastinê, yê şer e û di heman demê de jî yê rehetkirina birîn û nexweşiyan [xwedayê kewandinê] e. Dizanim, yên ku ji nav we hinekî Şahmaran nas dikin, ecêbmayî dimînin: Ma ne ev ji xisletên Şahmaran e jî! Çawa, erê eynî wilo ye.
LI NAV SUMERAN NîNAZÛ
Li gorî gelek şarezayên şaristanî û diyaneta Sumeriyan, Nînazû ji wan xwedayên destpêkê ye ku di nava panteona xwedayan a Sumerî de cihê xwe girtiye, ew di heman demê de xwedayê bajarê Eşnûnna ye jî. Bi her halî, di mîtolojiya Sumerî de Nînazû di heman demê de ew xweda ye ku dexl (ce) ji mirovan re tîne. Nînazû tevî birayê xwe ji çiyayan - gelo peywendiyeke bi Zagrosan re ye? - dexl dibe Sumera ku dexl nas nake. Bi heman rengî ew wekî xwedayê diyarkirina sînorên zeviyan jî tê binavkirin.
Axir sembola wî marê bi navê Başmû (ne wekî Şahmaran mê ye) ye; seriyekî wî yê margîskan ê bi qiloç heye, bedena wî bi du pençên xurt û du lingên wekî yên eylo hatiye texeyulkirin û bi bask e. 
PIŞTÎ GUDEA BELAV BÛYE
Lê hem ev sembol û hem jî fikra xwedayê maran wekî xwedayê binerd û yê kewandinê, diyar e piştî Gudea belav bûye di nava mîtolojiya Sumerî û paşê Akadî de. Gudea ji melikên Gutî ye, yên ku demekê li ser Sumer û Akadê hukim dikin. Em hema bibêjin, em bi tu tiştî li ser wan nizanin. Lê em dizanin ku babîliyan demeke dirêj ji tevahiya miletên Çiyayên Zagrosê re gotiye Gutî: Ji bo wan xelkê çiyê yê hov, Gutî ne. Axir em dikarin behsa têkiliyeke di navbera gelek xisletên Nînazû û vî/van miletên Çiyayên Zagrosê de bikin. Lê em nikarin bi isehî bibêjin ka kîjan xislet û çawa ji çiyayan daketiya nava panteona Sumerî.
ŞAHMARAN BI HEMÛ DERMANAN DIZANE
Em bi çend tiştan dizanin, Şahmarana mê, xwediya zanînê ye, ew di heman demê de bi dermanên birîn û nexweşiyan hemûyan [xwedawenda kewandinê] dizane û li dinyayeke binerd xwe ji mirovan dihemîne. 
BANDORA LI HEV
Beramberî wê, Nînazû ji kurên Enlîl e, wekî Şahê Maran tê binavkirin, lê bi xwe ne di dirûvê maran de ye. Li şûna wê, ew desthilat û zal e li ser Başmûyê nîv mar, nîv dehbe û nîv teyr. Ew xwedayê dinya binerd e, ew bi fonksiyona xwe ya birina dexl a nava Sumerê xwedayê zanînê ye, û ew eşkere wekî xwedayê kewandinê hatiye binavkirin. Em dibînin ku tiştên bi ser hev de diçin gelek in. Ji ber wê ya maqûl ew e ku em qebûl bikin ku ev fîgurên mîtolojîk û fonksiyonên wan ên dînî û civakî ji demeke gelekî kevin ve - ji Beriya Mîladê bêhtirî 2 hezar salan û vir ve - dualî tesîrê li hev dikin.
BILA XWENDEKARÊN ROJAVA LI SER VÊ LÊBIKOLIN
Ji ber ku xwe nasipêre împaratorî û desthilatên navendî yên wekî Akadê, em dikarin lê bihizirin ku di nava fîgura Şahmaran a di nava kurdan de xisletên civak û diyaneta bi împaratoriyê nebûne, bêhtir in. Lê tesîra împaratorî û fikrên wan ên mîtolojîk û wekî din li ser xelkê din gelek e. Em dîsa dizanin ku xelkê din vê tesîrê gelek caran li rewş û hawîrdora xwe tînin. Hasilî, lêkolîneke xwendekarên Beşa Zimanê Kevnar a Zanîngeha Rojava dikare li ser vê meseleyê be, belkî xwendekarek vê nivîsê bixwîne û biryareke wiha bide. Li ber destê wan ji bo zimanê Gutî wê tenê hin nav hebin, lê dibe ku ew bi ser çavkaniyên din ve jî bibin. Çima na!
Ji Ozgur Polîtîkayê hatiye girtin

Parve Bike

Youtube Me

Rewşen

news

Fîlmên Kurdî

news

Rûpelek ji Geliyê Zîlanê; 'Dîwarê Me Jî Hilweşandin'

news

‘Şerê Meşrûiyetê’ û ‘Bindest Dikarin Biaxivin?’ derketin #podcast #newsong #deng #booktok

news

Rojên dawî yên dengbêj Karapêtê Xaço

news

Li Çemçemalê xelat dan Hunermendên Rojava #podcast #deng #diyarname#nivîs #fire #automobile #xwendin

news

Hogir Berbir: Di govenda nedîtbar de bextê nivîsandî û vîna azad!

news

H. Kovan Baqî: Wekî bombeyek ji balafira hebûnê hatibim avêtin

news

Deham Ebdilfettah: Zilamek û Zimanek

news

diyarname podcast,Pirtûkeke nû '4 Bajar û 45 çîrok' derket #diyarname #deng #fire #podcast

news

Omer Dilsoz: Di kişika zilhêzan de para kurdan çi ye?

news

Newroza Şima Pîroz bo/ Newroza we pîroz be

news

Newroz

news

Hogir Berbir: 4 hunermendên ku di tarîtiyê de dengê Ronahiyê bilind dikin

news

Hogir Berbir: Di Destana Newala Paxir Madenê de Şerê Hêz û Nasnameyê

news

Cemil Oguz: Mebûsên DEM, AKP, CHP ên Amedê çend peyamên bi kurdî belav kirin?

news

Cemil Oguz: Ji pencereya min Ozgu Kaya, Dilan Karaman

news

diyarname podcast #diyarname #film #news #deng #motivation #pirtûkênkurdî

news

Aysegul Kizilkaya: Fermo Seyda

news

Kadîr Stêra: Ziman Dirêjo Hed Nezano

news
Serbest - Nivîsên Dawî
news
  • 18 04 2026

Çima şanoya kurdî ya Bakur di bin bandora şanoya klasîk de dimîne?

news
  • 15 04 2026

‘Bazirganê Xeyalan’ û Xerckirina Jiyanê

news
  • 13 04 2026

Di zimanê kurdî de bingeha yekkîteyî

news
  • 04 04 2026

20 sal, 20 TL (Vê agahiyê bixwînin)... Hat nûkirin

news
  • 30 03 2026

Şîn, Windabûn û Rewşa Depresîf

news
  • 29 03 2026

Rûpelek ji Geliyê Zîlanê; 'Dîwarê Me Jî Hilweşandin'

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Ez li sikakên qermiçî direviyam

  • H. Kovan Baqî
news

Taldeyek Bi Sî

  • Kadir Stêra
news

Di klama Hemdîn û Şemdîn de tevna xayîntî, tolhildan û heqiyê

  • Hogir Berbir
news

Pelekî Mizawir

  • Mesûd Qeya
news

Kerbelaya ve-gotinê

  • H. Kovan Baqî
news

Nifşê ‘palê pûşî’

  • Omer Dilsoz
news

Newroza li Bonnê yan a Frankfurtê?

  • Zekî OZMEN
news

Kîlotê Mor

  • Dilşêr Bêwar
news

Di Destana Newala Paxir Madenê de Şerê Hêz û Nasnameyê

  • Hogir Berbir
news

Mebûsên DEM, AKP, CHP ên Amedê çend peyamên bi kurdî belav kirin?

  • Cemil Oguz
news

Xwîna keviran diherike li sikakên Kobanî

  • H. Kovan Baqî
news

4 hunermendên ku di tarîtiyê de dengê Ronahiyê bilind dikin

  • Hogir Berbir
news

Pisîka Sorbelek

  • Dilşêr Bêwar
news

Ji Heredotes çend gotinên li ser Medan

  • Kazim Polat
news

Em bi anekdotan li meseleyê binêrin

  • Cemil Oguz
Ev jî hene
ad

Li Erebistana Siûdî jin li stadê bûn!

ad

Li 'Şikefta Çîrokan Dîwana Heywanan' li dar dikeve

ad

Li Hewlêrê 3 PYD'yî hatin binçavkirin

ad

Zimanek kengî dimire?

ad

Ji fûtbolê 3 nûçeyên îro

ad

Erdal Kaya bi 'Zikopişto'yê tê

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Çima şanoya kurdî ya Bakur di bin bandora şanoya klasîk de dimîne?

  • 18 04 2026
news

Xelatên ‘Koprude Buluşmalar’ hatin belavkirin

  • 18 04 2026
news

Çîroka jinan 'Li ku dera çîroka xwe me?'

  • 18 04 2026
news

'Prenses Mumbî' xelata mezin girt

  • 19 04 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Aynur Aras
  • Aytenxan
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Mîrza Ronî
  • Nûdem Hezex
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Foto-Nûçe
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî

Copyright © 2005-2026 Diyarname