Diyarname
Duh êvarê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê li Deriyê Çiyê konserek li dar xist. Koma Hevra jî derket ser dikê û stranên xwe pêşkêş kirin. Kom îro ji bo piştgiriya MED-DER'ê çû komeleyê, piştî derketina ji komeleyê sê endamên komê Zeynep Dogan, Gencay Morkoç û Yusuf Keleş hatin binçavkirin. Her sê hunermend piştî îfadeyê hatin berdan.
DEM Partî bi ser hesabê xwe yê X'ê re peyamek belav kiribû gotibû: "AKP polîtîkaya xwe ya neyartiya xwe ya li hemberî kurdan bi êrîşê sîstematîk ên li ser ziman û çanda kurdî didomîne. Ewê qet bi ser nekevin. Li hemberî qedexeyê li ser kurdî gelê me bi salan çawa ber xwe dane ji niha û pê de jî dê ber xwe bide. Zimanê me hebûna me ye, em ê li zimanê xwe, çanda xwe xwedî derkevin.”
***
Nûçeyê Eleqedar:
- Piştî 9 salan dengê muzîkê ji Deriyê Çiyê bilind bû
- 'Em neviyê Ehmedê Xanî ne, em perwerdehiya kurdî dixwazin'
- Hevserokê berê yê MED-DER'ê Rifat Ronî hat girtin
- Mamosteyan bi kurdî parastin kir; Dozger dixwaze ew bêne girtin
- Komîsyonên Ziman ên 7 Baroyan bang kir
- Li ser mamosteyên kurdî PEN'a Navneteweyî daxuyanî da
- Dema binçavkirina mamosteyan hat dirêjkirin
- Serdegirtina MED-DER'ê hat şermezarkirin
- Li Payîz Pirtûkê dest danîn ser 409 pirtûk û 144 kovaran
- Polîsan bi ser Med-Der û Payîz Pirtûkê de girt (Hat nûkirin)


