Diyarname
Amedspor di Lîga 1'emîn a TFF'ê de dilîze û niha biryar da ku rêveberiyê nû bike. Ji bo vê kongreyê li dar dixe.
Par Amedspor di Lîga 2'yemîn de bûbû şampiyon û derketibû Lîga 1'emîn a TFF'ê. Ji bo sala 2024-2025'an prola şampiyonî bû û hedef derketina Lîga Super bû, lê nebû. Amedsporê lîg bi 57 puanan di rêza 9'an de temam kir, nekarî derbasî play-offê jî bibe. Û niha ji bo nûkirina rêveberiyê û ji bo plankirina sala pêşiya me dê rêveberî kongreyê saz bike.
Rêveberiya Amedsporê 16'ê gulanê li hev civiya û biryar da ku roja 31'ê gulanê saet 16.00'an de li ÇandAmedê kongreya xwe ya awarte li dar bixe. Ger piranî çênebe li heman cihî roja 7'ê pûşperê wê kongre li dar bikeve.


