STENBOL
Meclisa Jinan a BDP’a Stenbolê ji bo silavlêkirina Şoreşa Rojava dawiya vê hefteyê li ber Îskeleya Kadikoyê mîtîngek li dar dixe
Meclisa Jinan a BDP’a Stenbolê ji bo silavlêkirina Şoreşa Rojavayê Kurdistanê roja 24’ê vê mehê mîtîngek lidar dixe. Di civîna ji bo banga beşdadariya mîtîngê de Berdevka Meclisa Jinan Semra Demîr, 3 Rojavayiyên ku li ser sînorê Qamişlo-Nisêbînê ji aliyê leşkerên Tirkiyeyê ve hatibûn kuştin şermezar kir. Demîr destnîşan kir ku, Şoreşa Rojava, şoreşa ku jin û gelan azad dike ye û wiha dom kir: “Jin, li Rojhilata Navîn li nav malê dihatin mehkûmkirin lê niha li Rojava şer dikin. Gel vê şoreşê wekî şoreşa jinê dibîne û ev jî pir girîng e.”
Demîr bi bîr xist ku, dê Tevgera Jina Azad û Demokratîk (DOKH) bi pankarta ‘Rojava bila roj li te qet û qet neçe ava’ û ‘Dîroka jinê bi şoreşa jinê ya Rojava re ji nû ve tê nivîsîn’ tevlî mitînga 24’ê sermawezê bibe. Demîr herî dawî bang li jinên kurd û tirk kir ku tevlî mitîngê bibin û xwedî li Şoreşa Rojava derkevin.
Dîrok: 24.11.2013, Yekşem
Cih: Li ber Îskeleya Kadikoy
Saet: 12.00