Diyarname
Mamosteyên kurdî û rêveberên komeleya kurdî ji 24'e mehê ve binçavkirî ne. Îro ew birin edliyeyê û ji serê sibê de dest bi îfadegirtina wan kirin. Rewşa dawî bi vî rengî ye:
- Beşek mezin ji mamosteyan bi kurdî parastina xwe kirin.
- Dozger ji bo Dilan Guvenç û Rıfat Ronî bi îdîaya "Endamtiya rêxistinê" ew şandin ber Dadgeha Sulh Cezayê.
Hevserokên MED-DER'ê Şukran Yakut û Mehmet Remzi Azizoglu, ligel van İpek Oyur, Bêrîvan Duman, Rêzan Aktulum, Bêrîtan Gurbet Orak, Belkisa Suleymanoglu Bitkin, Şilan Elmas Kan, Mine Karakaş, Mehmet Salih Ongun û endama Lijneya Weşanê ya Kovara Jîneolojî Rojda Yildiz, Ayhan Karatekin û İlyas Gun bi "tevdîra kontrola edlî" şandin ber dozgerî. Dozger derbarê wan de dê çi biryarê bide hê nediyar e.
- Ji kesên binçavkirî Hasan Gurpinar, Rabia Karayil, Ramazan Holat, Yaşar Aslan, Ahmet Boltan, Fatma Îgin, Cihat Çagrici piştî îfadeyê hatin berdan.
***
Nûçeyên Eleqedar:
- Komîsyonên Ziman ên 7 Baroyan bang kir
- Li ser mamosteyên kurdî PEN'a Navneteweyî daxuyanî da
- Dema binçavkirina mamosteyan hat dirêjkirin
- Serdegirtina MED-DER'ê hat şermezarkirin
- Li Payîz Pirtûkê dest danîn ser 409 pirtûk û 144 kovaran
- Polîsan bi ser Med-Der û Payîz Pirtûkê de girt (Hat nûkirin)