Diyarname
Serokê Giştî yê YNK’ê Bafil Celal Talebanî bi balyozê Îngilistanê yê Iraqê Stephen Hitchens re civiya û di vê civînê de got, "Pêdiviya Herêma Kurdistanê bi rêveberiyek dadmend heye"
Çapemeniya YNK’ê li ser civînê ragihand ku Talebanî û Hitchens li ser geşedanên dawî yên siyasî, hilbijartin û pêkanîna hikumeteke saxlem ku bersivê bide daxwazên welatiyan û mafên wan biparêze hate gotûbêjkirin.
Di civînê de Talebanî li ser girîngiya hilbijartinê sekiniye û wisa gotiye: “Pêdiviya Herêma Kurdistanê bi rêveberiyeke dadmend û xizmetkar heye ku jiyana xelkê baştir bike û pêşerojeke bi îstiqrar ava bike. Ji ber wê jî YNK dê ji bo pêkanîna vê armancê hemû gavan bavêje û em dixwazin hikûmet xizmeta gelê me bike, cudahiyê neke.”


