Diyarname
Berdevkê Lîsteya Hevpeymaniya Erebî Ezam Hemedanî ragihand ku li encumena parêzgeha Kerkûkê li gel PDK û Tirkmenan li ser belavkirina postê waliyê Kerkûkê û postên din rêkeftinek çêkirine û got: “Em matmayî mane ku PDK’ê qala lihevkirina li gel YNK’ê dike.”
Li gor nûçeya Rojnewsê, Berdevkê Lîsteya Hevpeymaniya Erebî Ezam Hemedanî di derbarê belavkirina postên encumena parêzgeha Kerkûkê û lihevkirina li gel PDK’ê de ji bo medyaya Iraqê axivî.
'WALÎ JI BO EREBAN CÎGIR JI BO PDK'Ê BÛ'
Ezam Hemedanî da zanîn ku matmayî man ku berî du rojan şandeya PDK’ê li Silêmaniyê li gel Bafil Talebanî civiya û qala lihevkirina li ser belavkirina postê waliyê Kerkûkê kiriye. Hemedan got: “Wekî Hevpeymaniya Erebî, Tirkmen û PDK’ê li ser belavkirina postan me lihevkiribû ku postê walî ji bo ereban, serokê encumenê ji bo tirkmenan û cîgirê yekem yê walî jî ji bo PDK’ê bû. Ji bo wê civîna PDK’ê û YNK’ê wan şoq kir.”
POLÎTÎKAYA TIRKIYEYÊ
Ezam Hemedan her wiha ragihand ku Tirkiye jî di belavkirina postan de cih digire û siyaseta PDK’ê jî nêzîkî ya Tirkiyeyê ye ku li gorî nêrîna wan PDK û hevpeymaniya Ereb û Tirkmen li hev kirin.