Diyarname
Mebûsê DTP'ê yê Mûşê Sirra Sakik dema ku agirê Newrozê pêdixist destê wî şewitîn. Rewşa Sakik baş e.
Li Kolana Stasyona Mûşê îro şahiya Newrozê li dar dikeve. Agirê Newrozê ji aliyê Sakik ve hate pêxistin lê agir bi destê Sakik jî ket û ew bi erebeyekê birin Nexweşxaneya Dewletê ya Mûşê. Li ser lingan destê Sakik derman kirin û Sakik got: "Tiştek girîng nîn e." Destê Sakik girê dan lê rewya wî baş e.