Diyarname
Bandora vîruso koronayê (Covid-19) ya li ser dinyayê her ku diçe girantir dibe. Îro li temamê dinyayê hejmara kesên ji vê vîrusê mirine 40 hezar kesî derbas kir. Beramberî vê 174 hezar kesên bi vê nexweşiyê ketibûn baş bûn.
Li gor agahiyên îro hatin belavkirin li temamê dinyayê niha 820 hezar kes diyar bûne ku bi vê vîrusê ketine.
Heta niha herî zêde li Îtalyayê mirov ji ber vê vîrusê mirine: 12 hezar û 428. Li Spanyayê 8 hezar û 269 kes mirine. DYA ku di rêza sêyemîn de ye li wir 3 hezar û 402 mirine. Çîn bi 3 hezar û 305 kesî di rêza çaran de ye, paşê Fransa bi3 hezar û 24 kesî, Îran bi 2 hezar û 898, Îngilistan bi 1789, û Hollanda jî bi 1039 kesî di rêzê de ye.
Li Tirkiyeyê li gor agahiyên êvara 30'ê mehê (dema ev nûçe hat amadekirin agahiyên 31'ê mehê hê nehatibûn belavkirin) 168 kes mirine.
Vîrusa koronayê bar di meha berfanbarê de li bajarê Wuhan a Çînê derket holê. Paşê li dor 200 welatan belav bû.