Diyarname
31’emîn Festîvala Fîlman a Gûzeka Zêrîn a Antalyayê îsal di navbera 23-29’ê rezberê de li dar dikeve. Niha kurtefîlmên di beşa Pêşbaziya Kurtefîlman a Navneteweyî de bikevin dû xelatê diyar bûn. Kurtefîlmê bi kurdî yê derhêner Yakup Tekinkangaç ê bi navê “Morî” jî heye.
Ji 51 welatan 535 kurtefîlm ji bo festîvalê hatine şandin. Akademîsyen Kivanç Turkgeldi, akademîsyen Ece Vitrinel û akademîsyen Zehra Yigit wekî pêşjurî ew hilbijartine. Ji DYA, Almanya, Îran, Pakistan, Rusya, Urdun, Tirkiye û Yewnanistan bi temamî 20 fîlm di vê beşê de dikevin pêşbaziyê. Juriya vê beşê ji lîstikvan Elit Andaç Çam, derhêner Najwa Najjar û derhêner Nehir Tuna pêk tê.
Va ne ew fîlm:
- Nasrin Mohammadpour: “21 Weeks Later”
- Abdullah Khan: “A Clay Horse”
- Dina Naser: “Amplified”
- Murat Çetinkaya “Bir Aile”
- Jan Bitzer: “Bye Bear”,
- Tuvana Simin Gunay: “Dank”
- Umut Şilan Ogurlu: “Dilan Hakkinda Konuşmaliyiz”
- Deniz Cengiz: “Escapism”,
- Omer Ferhat Ozmen: “Eksi Bir”
- Onur Guler: “Hangi Gece Buyuduysem” (The Surrogate Girl)
- Çagil Bocut: “Her Gun Biraz Daha Kolay” (Everyday It Gets a Little Easier)
- Manuel Del Valle: “In The Fold”
- Hasan Ete: “İyi Olum”
- Oleg Rytov: “Kostya, Not Now!”
- Neritan Zinxhiria: “Light of Light”,
- Atakan Yilmaz: “Merhaba Anne, Benim, Lou Lou”,
- Yakup Tekintangaç: “Morî”
- İlayda İşeri: “Oyunbozan”
- Efe Can Yildiz: “Recce”
- Şirin Bahar Demirel: “Zarafet ve Şiddet Arasında”
ÇÎROKA ZAROKEK 'MORÎ'
Kurtefîlmê Yakup Tekintangaç "Morî" çîroka zarokeke nîşan dide. Ew zarok, dibêje qey mamosteyê ku hatiye dibistanê bavê wê ye.
Li aliyê din kurtefîlmê Omer Ferhat Ozmen "Eksî Bîr" jî bi kurdî û tirkî ye.
PÊŞBAZIYÊN DIN
Ji bilî vê, beşên "Pêşbaziya Kurtefîlmên Xwendekaran", "Kurtefîlmên Ji Edeneyê" û "Pêşbaziya Belgefîlman" jî heye.
***
Nûçeyên Eleqedar:
- Fîlmên dikevin dû Gûzeka Zêrîn diyar bûn
- Ew dê serketiyê Gûzeka Zêrîn diyar bikin