Diyarname
Festîvala Fîlman a Gûzeka Zêrîn ji bo Serokatiya Juriya Pêşbaziya Neteweyî navê derhêner Nuri Bilge Ceylan eşkere kir.
Nuri Bilge Ceylan senarîst, derhêner û fotograkêş e. Bi fîlmê xwe yê pêşî "Kasapa" li Edeneyê Xelata Juriyê ya Yilmaz Guney girtibû. Paşê bi “Uzak” (2002), “İklimler” (2006), “Uç Maymun” (2008), “Bir Zamanlar Anadolu’da” (2011) li nav sînemaya Tirkiyeyê cihek taybet girtibû. Dûre bi “Kiş Uykusu” (2014) li Festîvala Cannesê Xelata Palmiyeya Zêrîn girtibû. Wî paşê “Ahlat Agaci” (2017) û herî dawî "Kuru Otlar Ustune" 2023) kişand ku bi vî fîlmî jî li Cannesê Xelata Lîstikvana Herî Serketî (Merve Dizdar) girtibû.
Ceylan niha li Festîvala Fîlman a Gûzeka Zêrîn a Edeneyê wê serokatiya juriyê bike.
31'emîn Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Gûzeka Zêrîn a Edeneyê îsal di navbera 23-29'ê rezberê de li dar dikeve.
***
Nûçeya Eleqedar:


