Mîrza Metîn*
Mêtinger pêşî çav ber didin dêlindêz (rîtuel), mîtolojî, karnawal, kultur, ziman û hemû dewlemendiyên gelan. Dûre an bi şêwazên cuda bêqîmet dikin û didizin, an jî qedexe dikin van qonaxan. Wisa jî gel bindest dibe, û bi demê re jî hiş û bîra xwe, deng û reng û sewt û hilma xwe, govend û dansên xwe û axa xwe winda dike; dibe androîda mêtingeran, pey re jî dibe dijminê xwebûna xwe.
Şano berî her tiştî dîwana dêlindêz û mîtolojiyê ye; dîwana karnawal, kultur, ziman, stran û kilam û destan û çîrok û dîrokê ye; dîwana govend û bizavê, hereket û bereketê ye; dîwana bedewiyê ye. Ji ber ku şano van hemû qonaxan di çemê agirîn yê zanistê de dişo loma jî nakeve xefika nostaljî û arîbûnê. Berxwedêriya xwe jî dispêrîne vî çemê agirîn ku ji çiyayê zemên zaye. Xwedayek hebe ji bo şanoyê, ne Dionysos ne jî xwedawendeke cuda ye, zeman e ev; zeman li her derî û li ser herkesî ye û ne tenê aîdî miletekî ye.
Şano û şanogerên kurd ne tenê li hember mêtingeran û li hember her cure desthilatdarên navxweyî li ber xwe didin, li hember serdestiya şanoya rojavayî jî li ber xwe didin. Aqlê şanoya mêtingeran û aqlê şanoya rojavayî ku aqlê me dorpêç kiriye, xwe wekî serdestî hemû şanoya cîhanê dibîne û bi vî şiklî jî şanoya rojhilatî tune dihesibîne.
Hêviya min ew e ku şanoya kurdî bibe dîwana xwebûniyê û nûjeniyê, û deng bide hemû cîhanê. Lewre “rizgarkirina hiş ji mêtingeriyê” bi xwebûnê pêkan e. Xwebûn dê riya bedewiyeke bê hempa ango riya şanoyeke xwemalî veke.
Zeman û agir li cem me ne, bes divê em zemên û êgir baş fam bikin.
Newroz û Roja Şanoya Cîhanê pîroz be li Kurdistan û li hemû gelên bindest!
*Şanonûs û Derhêner
Mîrza Metîn di sala 1980’yî de li devera Serhedê li Qaqizmana Qersê ji dayîk bûye. Bi xwe ji sala 1995’an û vir ve ye xerîkî berhemhênana şanoyî ye. Zankoya Stenbolê, Beşa Rexnegiriya Şanoyê û Dramatûriyê, Şaxa Zanista Nivîskariya Dramatîk kuta kiriye.