Diyarname
Vê hefteyê yek li ser Mewlana bi giştî 8 fîlm ketin vîzyonê. Têde fîlmên hêjayî temaşekirinê hene.
Mewlana Celaleddînê Rûmî: Aşkin Dansi / Reqsa Eşqê
Derhener: Kurşat Kizbaz
Lîstikvan: Muşfik Kenter, Turan Ozdemir, Cuneyt Turel, Selçuk Yontem, Ozcan Deniz, Burak Sergen, Meltem Cumbul, Sinan Tuzcu
Cure: Belgefîlm / Dram
Sala Kişandinê: 2008
Sedsala 13'an, bûyîna mirovekî û berê ve mezinbûn, hînbûn û guherîna wî. Belgefîlmê ku li ser mirovê mezin Mewlanayê xwedî felsefeyê hezkirin, biratî û aştiyê ye di 80 deqîqeyî de li ser Mewlana gelek tiştan vedibêje.
Armana sereke ya fîlm ew e ku fikra hezkirin û aştiyê ya Mewlana pêşkêş bike. Fîlmê ku nîvsaetê wê yê pêşîn herikbar e û serketiye, her ku diçe aliyê wê yê belgefîlmwarî zêde dibe, fîlm giran dibe û di wir de hinek acizî pêk tê. Lê digel her tiştî produksiyon serketî ye û hêjayî temaşekirinê ye.
Fragman
***
Lutfen Başa Sarin / Ji kerema xwe re ji nû ve bidin dest pêkirin
(Be Kind Rewind)
Derhener: Michel Gondry
Lîstikvan: Mos Def, Danny Glover, Mia Farrow, Melonie Diaz...
Cure: Komedî
Sala Kişandinê: 2008
Jerry xwedî hêzên manyetîk e lê hê ev yek ferq nekiriye. Dema diçe dikanekî vîdeoyê yê ku her roj ji wir vîdeoyan kirê dike bi pirsgirêkekê re rû bi rû dimîne: Li dikanê zêdetirî fîlman bi vê manyetîkê zerar dîtine. Jerry dema vê yekê fêm dike ji ber ku zerar neke fikrek dide xwediyê dikan. Û ji vir û wêdetir fîlmên wan bi xwe dest pê dike. Fîlmên ku kirîner dixwazin ew fîlmên nû ji dêvla van de dikişînin.
Fîlmê ku di Festîvala Fîlman a Stenbolê de di beşa Pêşbaziya Navneteweyî de hat nîşandayîn bi zimanekî komedî dest pê dike, bi hestiyarî bi dawî dibe.
***
Çaylak Profesyonel / Proferoserê Ecemî
(Semi Pro)
Derhener: Kent Alterman
Lîstikvan: Will Ferrel, Woody Harrelson, Maura Tierney, Andre Benjamin...
Cure: Komedî / Spor
Sala Kişandinê: 2008
Fîlmê ku derhêneriya wî Kent Alterman dike Will Ferrel, Woody Harrelson, Maura Tierney û Andre Benjamin têde dilîzin.
Jackie Moon (Will Ferrel) ku kaptanê tîma Flint Michigan a girêdayî Lîga Basketbola Amerîkayê ye ji bo ku piştgirî bide xelata hevalên xwe yên tîmê ku ew dixwazin di NBA de bilîzin dikeve nava hewldanê.
***
Olumun Sesi / Dengê Mirinê
(One Missed call)
Derhener: Eric Valette
Lîstikvan:Shannyn Sossamon, Ed Burns, Ana Claudia Talancón, Ray Wise...
Cure: Tirsnak
Sala Kişandinê: 2008
Beth Raymond (Shannyn Sossamon) di nav çend rojan de dibe şahid ku çend hevalên wî bi awayekî tirsnak dimirin û dikeve nava travmayeke cidî. Tiştê tirsnaktir digel hevalên wê, peyama ku têde bangî mirinê dike ji wê re jî hatiye. Ew ji polîsan piştgirî dixwaze lê di vê navberê de her peyam tên, bi wan re jî her mirin.
Fîlmê ku her peyameke sedema mirinekê ye di dawiyê de encameke serketî pêşkêş nake. Lê bi têra xwe tirsê pêşkêş dike.
***
Sokak Dansi / Reqsa li kuçeyê
(Step Up 2, The Streets)
Derhener: Jon Chu
Lîstikvan: Will Kemp, Robert Hoffman, Briana Evigan, Cassandra Ventura, Adam G. Sevani...
Cure: Dram / Romantîk / Muzîk
Sala Kişandinê: 2008
Li Dibistana Hunerê ya Mrylandê xwendekarên jîr û hilbijêr dersê dibînin. Andie (Braina Evigan) ku bi derdorê xwe re li hev nake jî beşdarî vê dibistanê dibe. Ew ji aliyekê ve dike ku xwe li dibistanê bîne, ji aliyê din ve dixwaze xeyala xwe ya reqsa tevî reqsvanên kuçeyan ên li Baltimoreyê bîne cih.
Xwendekarê jîr ê dibistanê Chase (Robert Hoffman) jî ji bo ku beşdarî pêşbaziyên reqsa kuçeyan "The Street" bibe dixwaze komeke saz bike.
Chase û Andie heza xwe dikin yek, lê nasnameya Andie, rih û cihê aîdê wê ye du dinyayê cihê pêşkêş dike. Hezkirin, sadiqbûn, azadî û fersend hêdî hêdî xwe nîşan didin.
Fragman
***
Kesişen Yollar / Rêyên rastî hev tên
(Reservation Road)
Derhener: Terry George
Lîstikvan: Jennifer Connelly, Mark Ruffalo, Joaquin Phoenix, Elle Fanning...
Cure: Dram / Hêrsdarî
Sala Kişandinê: 2007
Profesor Ethan Learner û jina wî Grace keça wan a biçû Emm beşdarî resîtala ku kurê wan ê 10 salî Josh li dar dixe dibin. Malbat bi vî jîrekê biçûk serbilind dibe.
Di heman demê de bavekî din û kurê wî Dwight Arno û Lucas ji maçekê basketbolê vedigeri.
Malbata ku piştî resîtalê vedigerin mala xwe li stasyoneke benzînê ya li ser Reservation Road disekinin û di vê stasyonê de dê rêya malbata Learner û Arno bigihîje hev, di encama qezayekê de dê jiyana wan biguhere...
***
Suç / Sûc
(Uncrime)
Derhener: Manuel Pradal
Lîstikvan: Harvey Keitel, Emmanuelle Beart, Norman Reedus, Joe Grifasi...
Cure: Tirs/ Hêrsdarî
Sala Kişandinê: 2007
Vincent biryar daye ku jiyana xwe hemû di rêya dîtina qatilê jina xwe de derbas bike. Cîrana wê Alice dixwaze bi Vincent re bikeve têkiliyê lê Vincent bi biryar e ku berî qatil bibîne bi kesê re nekeve têkiliyê.
Alice ji bo ku Vincent qatil bibîne û êdî dev ji dozê berde ji bo wî li qatilekî digere.
Ajokarê teqsiyê Rogerê razdar ku haya wî ji tişteKî nîn e tam li gor vê planê ye...
***
Karanligin Golgesinde / Di bin siya tarîtiyê de
(The Age Of Ignorance)
Derhener: Denys Arcand
Lîstikvan: Diane Kruger, Marc Labrèche, Caroline Néron ...
Cure: Komedî
Sala Kişandinê: 2007
Jean-Marc di xeyalên xwe de şovalyeyekî jîr e, lîstikvanek mezin û nivîskarekî baş e. Bêhejmar jin xwedavêjin ber lingên wî û dikevin nav nivînên wî.
Di rastiya xwe de ew ne tu kes e...memûrekî dewletê, mêrekî bêwate, bavekî ne serketî û kesek ku bi dizî cixareyê dikişîne ye. Jean-Marc di dawiyê de li dijî jiyana xwe ya xeyalî dertê û di nav jiyana rastîn de ji xwe re li siûdeke nû digere.