Diyarname
4’emîn Festîvala Rêya Îpekê ya Navneteweyî ya Bursayê dest pê kir. Di festîvalê de bi dehan fîlmên balkêş têne nîşandayîn.
4’emîn Festîvala Rêya Îpekê ya Navneteweyî ya Bursayê ji aliyê Şaredariya Bursayê ve li dar xistin. Festîval êvarê bi pêşkêşkirina listikvan Ahu Turkpençe û Ali Sunal dest pê kir. Pêşê dîmenên Hîkmet Şahin ku Şaredarê Berê yê Bursayê û avakarê festîvalê bû û 12’yê mehê jiyana xwe ji dest dabû hat nîşandayîn. Dûre Şaredarê Bursayê Recep Altepe û Waliyê Bursayê Şehabettin Harput derketin ser dikê û axivîn
Şaredar Altepe got ku digel aliyên dîrokî û xwezayî yên Bursayê di warê çand û hunerê de jî wê qala Bursaye bê kirin. Alpete got ku ev festîval her ku biçe dê mezintir bibe.
Di merasima vekirinê ku li Navenda Çand û Kongeyê ya Ataturk li dar ket de xelat jî hatin belavkirin. Xelata Kedê îsal dan Hakkı Kıvanç û Baykal Kent. Her du hunermenda jî got ku wan 50 salên xwe dane sînemayê û 50 salên wan ên din jî hebin dê wan jî ji bo sînemayê xerc bikin.
Di şevê de Xelata Rûmetê jî dan Nedret Guvenç û Muzafet Tema.
Lîstikvanê , “Kingdom of Heaven / Qraliyeta Bihuştê” yê ji Suriyê Ghassan Masoud ku Mêvanê Rûmetê yê Festîvalê bû ji destê Şaredraê Bursayê “Xelata Rûmetê” girt.
Piştî xelatdayînê wekî fîlmê destpêka festîvalê filmê “Entre Nos / Li nav me” hat nîşandayîn. Derhênerên fîlmê Paula Mendoza û Gloria La Morte jî di şevê de amade bûn.
Îsal di warê "Peşbaziya Fîlmên Neteweyî ya Metrajdirêj a Karagoza Zêrîn" de dê 12 fîlmên ji Tirkiyeyê bi hev re bikevin qayişkêşanê.
Di festîvalê de gelek fîlmên navdar têne nîşandayîn. Ji ber qeyrana aboriyê buhaya bilêtên festîvalê bi 3 TL û 2 TL'yan têne firotin.
Her wiha di festîvalê de dersên sînemayê, panel û çalakiyên din deriyên xwe ji bo temaşevanan vekirin.
Festîval 20'ê vê mehê bi merasima xelatdayîna fîlmên serketî dê bi dawî bibe.