Diyarname
Nivîskarê "Li Culemêrgê Demsalek" Ferît Edgu roja 22'yê tîrmehê canê xwe ji dest da. Edgu 88 salî bû.
Xebera mirina wî weşanxaneyê wî Evenestê ragihand.
24'ê mehê li Apartmana Casa Botter a li Beyogluya Stenbolê saet 15'an de dê merasimeke ji bo bîranîna wî li dar bikeve. Heman rojê piştî nimêja esrê dê cenazeyê wî li Goristana Aşiyan bê definkirin.
Ferit Edgu roja 24'ê reşemiya 1936'an li Stenbolê hatiye dinê. Li Akademiya Hunerên Bedew a Dewletê ya Stenbolê hîndekariya xwe ya bilind xwend û paşê çû Parîsê, li wir zanîngeh xwend. Li Tirkiyeyê di kovara Mavî de nivîsî û wisa hat nasîn. Wî weşanxaneya Ada ava kir, ji sala 1976'an heta 90'î gelek berhem weşandin.
Serokê Giştî yê Sendikaya Nivîskarên Tirkiyeyê, çîroknivîskar Adnan Ozyalçiner li ser mirina Egdu got, "Ji ber hemnifşê min, hevalê min ê çîroknivîskar, dostê min Ferîd Edgu mir, ez gelek xemgîn im. Bi mirina Ferît re lingek çîrokê şikiya. Ew çîroknivîskarê bi jiyanê re vedigerî, pere dijiyan, ew çîroknivîskarê hergavê bû.Ew niviskarê çîrokek xilas nabe, dê nebe bû...Ew windabûna çîrokek me ye."
Kurdan zêdetir bi romana wî "Hakkari'de bir Mevsim" ew nas kir. Pirtûka wî kiribûn fîlm jî. Ev pirtûk ji aliyê Brahîm Ronîzêr û Nejdet Kaya ve wekî du wergerên cuda ji Lîsê derket. Pirtûkek din a Ferîd Edgu bi navê "Dengê Doyê" ji aliyê Cemil Oguz ve hatibû wergerandin û di sala 2011'an de ji Weşanên Evrenselê derketibû.
***
Nûçeyên Eleqedar:
- Pirtûkên Ferîd Egdu bi 2 wergerên cuda derketin
- 'Bila tirk berheman ji kurdî wergerînin tirkî'
- Ew bi 'Hakkari'de bir mevsim' dihat nasîn
- ‘Bahol’, ‘Dengê Doyê’ û ‘Marksîzm û Pirsgirên Zimanzaniyê’


