Diyarname
Weşanên Evrenselê du jê pirtûkên çîrokan, yek jê teorîk sê pirtûkên din bi kurdî pêşkêşî xwendevanên xwe kirin. Ji wan “Bahol” ê Çiya Mazî, “Dengê Doyê” ê Ferit Edgu ku Cemil Oguz wergerandiye û “Marksîzm û Pirsgirêkên Zimanzaniyê” yê Stalîn ku Tonguç Ok wergerandiye kurdî derketin.
Çîrokên di ‘Bahol’ê de
Nivîskarê malpera me Çiya Mazî ku berê jî çend pirtûkên çîrokan weşandibû vê carê bi pirtûka xwe ya çîrokan, bi “BAHOL”ê derket pêşberî xwendevanên kurdî. Di Bahol’a Çiya Mazî de 14 çîrok hatine pêşkêşkirin. Lehengên çîrokên Baholê rahiştine bahol û tûrikên xwe ku rewşa welatê wan, rewşa erd û axa wan û derûniya mirovên li ser xaka wan têde ye û bi rê ketine. Ev lehengên ku jiyana wan bi raz û nepen in; li welatê xwe, li çi alîqîne, bi çi bêhnteng û kêfxweş bûne, bi çi giriyane û tehde û pêkûtî dîtine û bi rê de li çi rast hatine, giş bi zimanekî şayik û wetekûr, bi îroniyek qerfok û qurfok vedibêjin û destên xwe li ba dikin ber bi xwendevanan ve.
Çiya Mazî ku di sala 1960'î de li gundê Kufragê yê bi ser Şemrexa Mêrdînê ve hatiye dinyayê ji sala 1993'an û vir ve bi nivîskariya kurdî re têkildar e
Mazî ku di çend pêşbaziyan de bi çîrokên xwe xelat girtine heta niha bi navê “Mistek jiyan” (Çîrok, Weşanxaneya Sî,2003,Stenbol), “Ferhenga Gotinên Pêşiyan” (Weşanxaneya Elma,2005,Stenbol), “Ferhenga Gotinên Pêşiyan” (Bi tîpên erebî, weşanxaneya Spîrêz, Duhok,2006), “Palûte” (Helbest, Weşanxaneya Do, 2008, Stenbol), “Mijarên Mîqro” (Çîrok, Weşanxaneya Do,2009, Stenbol) pirtûkên wî hatine weşandin. Her wiha wî bi navê “Ahûzîn” pirtûka helbestan a Muslum Yucel (Weşanxaneya Do, 2008, Stenbol) jî wergerandiney kurdî. Çiya Mazî ku hê jî di Diyarnameyê de qunciknivîskarî dike di “Bahol”ê de xwendevanan dîsa dibe nava jiyana kurdewar jî çîrokên cur bi cur pêşkêşî wan dike.
Dengek ji “DO’yê bide
“Dengê Doyê” pirtûka çîrokan a nivîskarê tirk Ferit Edgu ye. Ferid Edgu di nav çîroknivîskariya tirkan de bi çîrokên xwe yên mînîmal xwedî ciheke qedir bilind e. Edgu di heman demê de îsal wekî Mêvanê Rûmetê yê Fûara Pirtûkan a Stenbolê TUYAP’ê hatiye qebûlkirin. Edgu ku di destpêka karmendiya xwe de bi salan li nav kurdan maye, heta niha li ser kurdan gelek çîrok û her wiha romanek nivîsiye. “Hakkari’de Bir Mevsim” (Demsalek li Culemêrgê), “Dogu Oykuleri” (Çîrokên Rojhilat) pirtûkên Edgu ne ku li ser kurdan in û di nav pirtûkên wî de derketine pêş. Yek ji wan jî “Dengê Doyê” ye ku hin çîrokên di nav de dîsa li ser kurdan hatine nivîsandin. Her wiha mirov dikare bibêje hemû çîrokên di vê pirtûkên de balkêş in.
Pirtûk ji aliyê Cemil Oguz ve ji bo kurdî hatiye wergerandin ku di nav de hin bi kurmancî, hin bi kurmanckî hatine wergerandin.
Edgu di bin navê “Çîrokên Mirinê”, “Çîrokên Jiyanê”, “Çîrokên Eletewş” û “Hatin û Çûyîn” de çîrokên xwe pêşkêş kirine. Di “Dengê Doyê” de 2 jê dirêj bi giştî nêzî 60 çîrok hatine weşandin. Nivîskar bi çîrokên kurt, mînîmal, lê naverok xurt, ji hemû kîteyên ne hewce hatine sefandin, çîrokên li ser jiyanê hatine pêşkêşkirin radigihîne xwendevanan. Bi kurdî weşandina mînîmalên Ferit Edgu dê bandorê li çîroka mînîmal a kurdî jî bike.
Ji Stalîn meseleya zimanzaniyê
Pirtûka din ku ji Evrenselê derketiye jî pirtûka J.V.Stalin a bi navê “Marksîzm Û Pirsgirêkên Zimanzaniyê” ye. Stalin ku yek ji rêberên Yekîtiya Komarên Sovyetên Sosyalîst bû di nav jiyana xwe de li ser gelek pirsgirêkan pirtûkên teorîk nivîsandin. Yek ji wan jî ev pirtûka ku niha li ber destan e. Di pirtûka teorîk de fikrên Stalin, nêzîktêdayîna wî ya li ser Marksîzm û pirsgirêkên zimanzaniyê mirov dikare bibîne.
Wekî notek: Weşanên Evrenselê pirtûkên xwe bi buhayeke biçûk difroşe. “Bahol” û “Dengê Doyê” bi 4 TL, “Marksîzm Û Pirsgirêkên Zimanzaniyê” jî bi 3 TL’yan tê firotin.
Ji bo xwestinê:
Kamerhatun Mahallesi, Alhatun Sokak, No:25 Tarlabaşı - Beyoğlu -İstanbul
Tel: 0 212 255 25 46
0 212 255 25 87
dagitim@evrenselbasim.com
Bahol / Çiya Mazî / Çîrok / 103 rûpel
Dengê Doyê / Ferit Edgu / Werger: Cemil Oguz / Çîrok / 92 rûpel
Marksîzm Û Pirsgirêkên Zimanzaniyê / J.V.Stalin / Werger: Tonguç Ok / Teorî / 54 rûpel
***
Bi şertê nîşandayîna çavkaniyê her kes dikare nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê bikar bîne. Bêyî nîşandayîna çavkaniyê bikaranîna nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê qedexe ye.