• Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Berhem
  • Çapemenî
  • Spor
  • Dinya
  • Ên Din
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • Çend gotin
    • E-pirtuk
    • Spot
    • Deqeya Dawî
    • Covit-19
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
  • Rûpela Pêşî
  • NÎQAŞ

Di afirandina navdêrên nû de rêgezên zanistî

Dîrok : 07 02 2011 | Beş :

NÎQAŞ

Fêrgîn Melîk Aykoç

 

Afirandina peyv û têgînên nû jî, divê bi hêla komisyonên zanyarî ve were virastin (çêkirin). Ev bi hêla komisyonên zanyaran ve nebe, di zimanê me de tevliheviyan derdixe. Li vê roja me hîna komisyonên wiha pispor pêknehatine. Ji bo pêşî li hin şaşiyan were girtin, ez dixwazim bi çend mînakan mijara rêgezên afirandina peyvan şirove bikim. Pêdivî bi şiroveyan û zelalkirinên wiha heye. Wek agahdarî be jî, ev girîng e. Ev awayê afirandinê divê li ser bingehên rêgezên jêrîn be.  

1-      Li ser bingeha têgîhîştina zaravayan be.

2-      Divê semantîka(watesazî) peyva tê afirandin, peyva, yan jî goncê (morfem), ango raya tê bikaranîn, paşgîn û pêşgînan baş bê zanîn, li gel vê qarektera ziman û di ziman de afirandina peyvan baş bê zanîn.

3-      Divê di rêziman de bikaranîna wê asan be, li rêgezên ziman were.

4-      Divê peyv asan, xweşik û li ziman were.

 Niha em van xalên jorîn yek bi yek bi hin mînakên balkêş zelal bikin. Ev mînakên ez li vir bikartînim, tenê ji bo zelalkirina van xalan e, ne pêşniyar in. Hin peyvên ne li ser bingehekî zanistî hatine afirandin, hene û di zimanê me de rûniştîne. Wê rojeke ev peyvên ha bikanin were rakirin, yan na, mirov nikane ji niha ve tiştekî li ser vê mijarê bibêje. 

I- Me li jor gotibû: „Li ser bingeha têgîhîştina zaravayan!“ Ji bo ku em bikanin vê mijarê tê bigêhêjin. Em wek mînaka yekemin peyveke di zimanê me de rûniştiye û bi hêla herkesî ve tê bikaranîn, bigirin. Ango wek mînak peyva „Mamoste“ 

a-Ev peyv bi hêla Kurdên Soran (Kurdên Kurmanciya nawerast diaxivin) ve hatiye afirandin. Gava mirov li vê peyvê dinêre, mirov têdihêhêje ku  yê ev peyv afirandiye, yan haya xwe ji zaravayên bakur nine, yan jî ev giring nediye û çidî negirtiye. Lewra di zaravayên bakur de zayend heye. Divê têgînên pîşeyî di formeke bêlayen (netar /neutral) de bên afirandin, daku mirov bikane hem ji bo navdêrên nêr û hem ji bo yê mê bikarbîne.

Ev peyv ji du gotinan hatiye afirandin, Yek „mam“ peyvek nêr e (mamê min). Du „hosta“ ev peyv jî peyveke nêr e (li hin deveran wek peyveke netar jî tê bikaranîn mînak; „hosta /hostaya min, hostê /hostayê min“.) Ji ber vê egerê gava Kurdên bakur vê peyvê bikartînin, dikevin nav dijwariyan. Lema jî bikaranîneke çewt derketiye pêş; wek „mamoste, mamosta“ mamosteyê, mamosteya, mamostayê, mamostaya. Hin jî dibêjin; „Ma çima mamhoste hey, çima xaltî/methoste tine?“ Ev pirs rastiyekê li ber çavan radixîne. Eger „mam“ hebe, „xaltî“ û „metik“ jî hene.  

b-Gava ev peyv hatiye afirandin di warê semantîkê de jî li ser ranewestiyane. Ev peyv di bingehe xwe de di warê avadanî û sanyiyê de tê bikaranîn. Wekî peyva Almanî „Meister“ Yan jî Hosta û şagirtên li ser dîwaran. Lê gelek mixabin ku ji profesoran re jî ji hozanan û şivanan re jî „mamoste“ tê gotin. Di televizyonan de bernamên başûr godarî bikin, kî derdikeve bernamê, jê re mamoste dibêjin. Yanê wekî „ustadim“ ev jî, rastiya vê peyvê bi zelalî derdixe holê.

Tenê ji bo têgîhîştinê em di vir de mînakeke dikane wateya rast ya vê têgînê bide, didin. Di cîhî vê peyvê de mirov dikane ji lêkera zarava Kirmanckî „musnayen“ (Yanê tîpa „m“ neguheriye nebuye „v“ ji ber vê guhertinê di zarava Kurmancî de ev lêker  wek „hêvisandin“ tê zanîn, li navenda Anadoliyê û li hin deverên Xerzan tê bikaranîn) biafirîne. Yanê Koka „Musne“ bigire,  bi paşgîna netar „dar“ bixemilîne û bê pirs bikarbîne. „Mûsnedar“ Tenê ev peyv dikane vê wateyê bide. Ev peyv niha di zarava kirmanckî de bi hêla hin kesan ve tê bikaranîn. Bikaranîna wê jî asan e.

Mînak :

Mûsnedarê min,          mûsnedara min. 

2-Dîsa em hin peyvên di bernamên madya dînêr (dîntnêr) de tê bikaranîn bigirin. Di bernamên Kurmancî û de peyva „zindî“ Soran peyva „raste xo“,(ev wergerandina peyva ingilizi „live“ ye) di bernamê Kirmanckî de jî peyva „desînde“ tê bikaranîn rastiya wê „jînde“ ye. Peyva „zindî“ forma Farsî ye, divê yan peyva Farisi „zindî“ ku di zimanê me de jî rûniştiye, yan jî Kurdiya wê, peyva „jînde“ bêt bikaranîn, wê çaxê bi bikaranînên wisa gavên berbi zimanê yekgirtî asantir dibe.  Dîsa di bernamekî kirmanckî  de di cihê „emşan“ yan jî „emso“ de formeke ne rast hat bikaranîn, wek „esmo.“ Gava em vê peyvê verisînin; „em“ di wateya „ev“ de ye. Mînak „em(ev) tişt ne rast e!“ şan / son / so jî di wateya êvarê de ye û ji peyva „şev“ afiriye. Ev mînakên ha vê rastiyê bi zelelî dide xuyan, ku  nezanîn heye û pêdivî bi kontrola komisyoneke zanistî (korê zanistî) heye.

Di zaravayên din de jî hin peyvên ne li ser vê bingehê tên afirandin. Gava yek dest bi nivisandinê dike,  ji ber ku bi zimanê biyanî difikire û dinivisîne, di tengasiyê de dimîne û peyvên bi gor mêjiyê xwe, yan jî mantiqê zimanê biyanî diafirîne. Ev jî li pêşiya yekitiya ziman dibe tevliheviyek.  

II- Divê di afirandina peyvan de semantîka peyv, paşgîn û pêşgînan baş bê zanîn. Ev mijar pir girîng e û di afirandinê de rêgeza bingehîn e. Gava kesên haya xwe ji vê rêgezê tine, peyvan biafirîne, dezgehê ziman ser û bin dike.

Em ji bo zelalkirina vê mijarê jî wekî mînak Peyva „dozîn“ ku gelek caran di rojnama „Azadiya Welat“ de hatiye bikaranîn û niha jî di ferhenga Enstîtûta Stenbolê de cîhê xwe girtiye, bigirin. Ev peyv ji bo „Instînkt, iç güdü“ bikaranîne. Wateya vê têgînê ev e: Hêza di xwezaya heyiyên jînde, yên bi tevger û liv de heye û wan derê vîna wan dixe nav tevgerê, yanê tê de vîn, daxwazî û zanist tine, Yan jî peyvekî derê vîn, zanist û daxwaziya mirovan e. Gava em li ser vê bingehê li peyva „doz“ dinêrin;

1- Di peyva „doz“ de vîn daxwaz û zanista mirovan, yan jî heyiyan heye. Wek mînak „doza Kurdistan!“ Yanê di warê semantîkê de di vê weteyî de bikaranîna vê peyvê ne rast e.

2- Li mantiqê zimanê kurdî nayê. Zimanê me jî wek zimanên din mantiqê xwe afirandiye. Di zimanê me de, peyvên giyan û hêza hûndirîn nîşan didin, bi paşgîna „nc“ tên çêkirin. Wek mînak. „Sinc, tivanc( êşa wek tîreke di hundirê mirovan re derbaz dibe), qolinc (êşa piştê), qenc, sanc (sanci), renc(rencîde), gazinc, xinc, kanc(kustah) Ev tê wê wateyî; divê  peyv di vê wateyê de tê bikaranîn bi vê paşgînê biqede. Tevna zimanê me vê ji me dixwaze, gava em ji vê tevnê derkevin ziman xirav dibe.

3- Paşgîna „în“ paşgîneke rengdêriyê ye û wateyeke „wekî / mîna“ û şibandinê li peyvan bardike. Bi kurtî peyva „dozîn“ tenê tê wateya tiştekî wekê dozê, yanê mirov nikane di wateya „instinkt /Içgügü“ de bikarbîne. Ev têgîn tiştekî din e. Bikaranîna vê ne tenê ziman xira dike, nezanîne.

Hin jî peyva „ajo“ bi kartîne. Ev jî di warê semantîkê de ne raste. Wateyekê şoforiyê dide. 

Encam; mirov dikane ji peyva „ta“ a) nexweşiyekê ye. B) Di nav gel de gava yek tiştê ne rast, û bêmêjî bike, dibêjin: „ha! Dîsa bi tayê ketiye!“ Yan jî ji lêkera „tandanê“ (devdan /dehmdan) biafirîne. Ev lêker tê wateya; kesekî, tiştekî derê vîna wî, wî ji cîhê wî qetandin û ber bi pêş, yan jî aliyekî ve birin. Bi kurtî mirov dikane bibêje „Tanc.“ Ev di warê semantîkê de jî rast e. Ev mînaka tenê ji bo têgîhîştinê ye. 

III- Dibêje di bikaranînê de li rêziman bê (were) û asan be. Wek mînak (em van mînakan tenê ji bo têgîhîştinê didin) ji bo parê peyvê, yanê „Syllaba, hêce“ di hin xebatan de wekî „kîte“ hin kes jî „pirtik“ bikartînin. Em vanan yek bi yek bikarbînin û lê binêrin ka li rêzimana Kurdî tên yan na! a-„Kîte“ Peyva herî zêde di vê wateyê de tê bikaranîn ev e. Gava mirov vê di rêziman de bikartîne, dijwarî derdikeve. Bi taybetî jî mirov nikane wek lêker bikarbîne. Bi taybetî jî di piratîka dersdayînê de dijwar e.Mînak:

Kîte dike / dikîteyê, kîtekirin /kîtand.

Zarok peyvê kîte dike (dikîteyê)*

Zarokan peyv kîte kirin /kîtandin

Yek, ev peyv pirr giran e.

Du, li rêzmana kurdî nayê,

Sê; wateya „syllaba“ ango „hece“ nade.

 

b-„Pirtik“  Tenê hin kes bikartînin.

dipirtikîne. Zarok peyvê dipirtikîne. (ji vê tiştên din tên fêmkirin, wek pirtikandina mirîşkan) 

c-Gava mirov li wateya peyva di Latînî de tê bikaranîn, ku  peyveke Girêkiya kevn e. Ango „Syllaba“ dinêre û wateya wê hûrdikole, têdigihîje ku tê wateya „tej“**. Wek tejên kon, tejên palasê (bera ji mûyê bizina). Bo têgîhîştinê

a-Forma fire

Konê me neh tejî ye. (Kon tevheviyekî ye û ji neh tejan pêk tê. Tej parê tevheviyê ye.)

Palasa me sê tejî ye. (Palas tevheviyeke ye û ji sê tejan pêk tê.)

Fîstanê min çar tejî ye. (Fîstan tevheviyekê ye, ji çar tejan pêk tê, yan jî ji çar parçeyan pêk hatiye.)

 

b-forma kurt

Konê me neh tej e.

Palasa me sê tej e.

Fîstanê min çar tej e.

 

Bi kurtî mirov dikane di cîhê vê têgînê de peyva „Tej“ bikarbîne, bikaranîn hem di warê semantîkê de û hem jî di warê rêziman de rastiyê dibîne. Bi taybetî jî wek lêker bikaranîn, asantir dibe, û ev bikaranîn li ahenga zimanê me jî tê. Mirov dikane „tejandin“ wek lêkera parçekirin, yan jî ji hev verisandina peyvê bigire. Ti pirsgirêkan dernaxe.TejandinEz ditejînim                em ditejîninTu ditejînî                   hûn ditejîninEw ditejîne                 ew ditejînin. 

Ditejîne,          bitejînin,          tejand,             ditejand,         tejandiye,        tejandi bû

 

Zarok peyvê ditejînin.

Zarokino peyvê bitejînin.

Zarokan peyv tejand.

Zarokan pev ditejand.

Zarokan peyv tejandiye.

Zarokan peyv tejandibû.

 

 IV-Divê peyv asan be, xweşik be, kalê heftê salî û zarokekî heftsalî jî bikane bikarbîne. Em dikanin wek mînak (tenê wek mînak) peyva „Hevdûdanî“ bigirin, Rehmetî Celadet Bedirxan jî bikaranîbe, ev peyv hem giran, hem jî di warê semantîkê de ne rast e. Ji daçeka „hev û din“ û lêkera „danînê“ hatiye virastin. „têgîna „composê“ tê wateya bi hev ve kelijandinê. Di zimanê me de tenê peyva di nav gel de jî bikar tê, ango peyva „hevgîn“ dikane di warê semantîkê de bersiva vê têgînê bide. Gava em peyva „hevgîn“ bikarbînin, hem asan û hem jî di hêla semantîkê de rast e. Lê dibê ev hemû xebat bi hêla komisyoneke zanyarên hemû zaravayan têdigêhêjin ve were kirin, ne bi hêla kesên serbixwe û çend gotin li ser rêziman nivisandine ve. Me ev mînakên ha tenê ji bo têgîhîştinê dan.

 Ligel van:

a) Divê peyvên tên afirandin bi tîpên dengdêr neqedin. Ji ber ku gava bi tîpekî dengdêr biqede, dema paşgîna tewandinê digirin, tîpa kelijandinê jî lê zêde dibe û peyv dirêj û giran dibe.

Wek mînak.

Xwerû                         tewandî

Mamoste                     mamosteyê /ya min 

Musnedar                   musnedarê/a min

 

b) Divê peyvên tên afirandin bi tîpa „h“ yê neqedin. Ji ber ku ev tîp tîpeke gelek giran e û mirovan diêşîne. Lema di nava gel de  ev tîp nayê bikaranîn.

 

Rastî                           bi hêla gel ve bikaranîn.

bingeh                         binge

deh                             de

baregeh                       barege

 

Ji ber vê egerê jî her çendî mirovên me yên deverên Deşta Mêrdînê ji tîpa he hez dikin û ji ber wê egerê jî bi giranî di cihê „têgîn“ ê de „Têgih/têgeh“ bikartînin. Lê ev şas e. Em dizanin di kurdî de formên dublet ango yên fire û yên qurçimî (teng) hene.

Wek mînak:

 

fire                              qurçim

çûyîn                           çûn

dayîn                          dan

bûyîn                          bûn

gihîştin                        gîn

têgihîştin                     têgîn

 

Li gor vê hin peyv jî hatine afirandin çend mînak

 

peyv    +          lêker                = peyv /têgîna nû

lez       +          gîn                   = lezgîn

hev      +          gîn                   = hevgîn

reng     +          gîn                   = rengîn (pirr eng gihîştine hev)

tê         +          gîn                   = têgîn

 

Hêviya ku ne bi hestên heremî, yan jî dîtina xwe pejirandindayînê, bi awayeke zanistî nêzîkê peyv û têgîne bûyînê ezê hin pêşniyarên xwe bikim.

   

Têgînên:
  Tespîtên we                                                                        pêşniyarên min        

Açık hava ti :ŞANOYA SERVEKIRÎ                                 şanoya hewşeng

Servekirî tê wateya lîstikvanên serê wan vekirî û hin wateyên din. Hewşeng rastir e.


Tapınak      :PERESTGEH                                                   parastgeh
Agora      :AGORA                                                              Agora
Meydan sahne    :DIKA QADÎ
Antik Yunan    :YEWNANA ANTÎK                                 Yunana Antîk
Açık hava doğa ti:ŞANOYA SIRUŞTÊ                              şaniya li sîrûştê
Gösterim     :PÊŞANΠ                                                                      Pêşanîn (li şirova min binêre)
Antik Tiyatro    :ŞANOYA ANTÎK                                    şanoya Antîk
Hoplamak      :XWE HOLKIRIN                                        holkirin /çengdan
Ödev       :SPARTEK                                                                       spartek
Güzel sanatlar    :HUNERÊN CIWAN                                hunerên geşwer

Ji ber ku ji têgîna „hunerên ciwan“ hûnerên ciwanan jî tê têgîhîştin.


El sanatları     :HUNERÊN DESTAN                                  hunerê destan
Görsel sanatlar   :HUNERÊN DÎTBAR                              Hunerên dînêr /dîtnêr

                                                                                              Peyva dîtbar wê wateyê nade.


Dramatik     :DRAMATÎK                                                   dramatîk
Mimar       :AVAHÎSAZ                                                      Mîmar  jî dibe.
Tanım      :PÊNASE                                                              pênas (li şirovê binêre)
Kavram      :TÊGIH                                                              têgîn (têgeh şaş û ne estetîk e)
Yöntem      :RÊBAZ / AZÎN                                                rêbaz / azîn
Yetkili      :RAYEDAR                                                        rayedar
Şekil       :TEŞE                                                                     teşe
Gösterim     :PÊŞANΠ                                                                      pêşan  (tîpa î peyvê dirêj dike)
Anlatım      :VEGOTIN                                                        gotin /vegotin
Anı       :BÎREWERÎ, BÎRHATΠ                                        bîrewarî
Anma      :BIBÎRANÎN                                                        bibîranîn          yad kirin
Macera      :SERBORΠ                                                         serborî /serguzeşt
Söyleşi      :HEVPEYVÎN
Çabalamak     :TÊXEBITÎN / HEWLDAN                         hewldan
Yetenek      :BEHREMENDÎ
Sorun      :KÊŞE, ARÎŞE, GELŞ,                                        gelş /pirsgirêk

GELEMŞE, PIRS, PIRSGIRÊK
Evrensel      :GERDÛNΠ                                                      gerdûnî
Anonim      :GELÊRÎ
Ara oyun     :LÎSTIKA NAVBERΠ                                     lîstika rastê (navber = pause)
Aristotalesçi tiyatro  :ŞANOYA ARÎSTOYÎ
Arkaik tiyatro    :ŞANOYA ARKAÎK / KEVNARE         kevnare
Balkon      :ŞANEŞÎN                                                          şaneşîn
Atışma      :AVÊTINA BER HEV
Bedensel iletişim   :DANÛSTANDINA BEDENΠ             ragihandina bedenî
Beden dili     :ZIMANÊ LAŞ                                                          awazê laş
Mesaj      :PEYAM                                                               peyam
Belgesel oyun    :LÎSTIKA BELGEWARΠ                        belgewarî / belgeyî
Benzetmeci oyun   :LÎSTIKA LASAYÎGER                      Lîstika lasayî
Göstermeci tiyatro  :ŞANOYA PÊŞANDER                      şanoya pêşan
Biçimci tiyatro   :ŞANOYA TEŞEPARÊZ                          şanoya teşeyî
Bölge tiyatrosu   :ŞANOYA HERÊMΠ                               şanoya herêmî
Biyomekanik tiyatro  :ŞANOYA BIYOMEKANÎK                      bîyomekanîk
Bulvar tiyatrosu   :ŞANOYA BULVARΠ                           şanoya xiyaban

Her çendî faris jî vê peyvê bikarbînin,   ji bûlvarê çêtir e. bulvar tirkî ye.


Cafe tiyatrosu    :ŞANOYA KAFEYÊ                                şanoya çayxanê

(KAFETEATR)                                                                    (qet nebe xane kurdî ye.)
Cep tiyatrosu    :ŞANOYA BIÇÛK                                    şanoya qewlik

Tibe di dema pêş de di warê teknîkê de jî were bikaranîn. Wek şanoya bêrîfonan


Koro       :KORO                                                                  koro
Curcuna      :HEYTEHOL                                                    ?.
Ciddi komedya   :KOMEDYAYA CIDΠ                           komediya /pêkeniya cidî
Kargaşa      :GEREMOL                                                      germol
Çadır tiyatrosu   :ŞANOYA BINKONΠ                             şanoya kon (bin ne hewce ye.)
Çatışma      :1) PEVÇÛN 2) NAKOKΠ                               pevçûn
Eylem      :ÇALAKÎ, LIVBAZÎ, KIRYARΠ                                  çalakî
Çözümsel oyun   :LISTIKA DAHÛRÎNER,                       lîstika verist (veristin=çözüm)

LÎSTIKA ANALÎTÎK, LÎSTIKA ŞÎKARÎ
Çocuk tiyatrosu   :ŞANOYA ZAROKAN                          şanoya zarokan
Çözümleme    :DAHÛRANDIN, ŞÎKARÎ
Dadaizm     :DADAPARÊZ, DADAYÎ, DADAÎZM         dadaizm
Deneysel tiyatro   :ŞANOYA EZMÛNGER                                   azmûnî
Devrimci tiyatro   :ŞANOYA ŞOREŞGER                         şoreşger
Sözsüz oyun    :Lîstika bêpeyv                                             bêdeng /bêveng
Doğaçlama     :Jixweberî                                                       xweber
Doruk, Zîrve    :LÛTKE, BANDEV                                    Lutke / kox (li çiya cihê herî berz)
Duygusal komedi  :KOMEDIYA HESTYAR                     komediya hestyar
Düğüm      :GIRÊK                                                              girêk
Bilinçaltı     :BINHIŞ                                                            -
Düş oyunu     :LÎSTIKA AŞOPΠ                                         aşopî /xewjîn
Edebi Kurul    :DESTEYA WÊJEYΠ                                              desteya wêjeyî
Eğlendirici Tiyatro  :ŞANOYA KENEWER                       şanoya şênwer / şadilî
Eleştirel gerçekçi Tiyatro :ŞANOYA                                   rexne û rastwer

RASTÎPARÊZ A REXNEYÎ
El Kuklası     :BÛKILA DESTAN                                       bûkila destan
Epik Müzik    :MUZIKA EPÎK (DASTANÎ)                      muzîka epîk
Epik Oyunculuk   :LÎSTIKVANIYA EPÎK (DESTANÎ)     baş e.
Epik Tiyatro    :ŞANOYA EPIK (DASTANÎ)                    baş e.
Epilog      :EPÎLOG, PAŞGOTIN                                        epîlog
Erotik Tiyatro    :ŞANOYA EROTÎK                                 erotîk
Eskî Komedya   :KOMEDYA KEVNARE                         komedya kevnare
Ezilenlerin Tiyatrosu :ŞANOYA BINDESTAN                  bindestan
Fütürist Tiyatrosu  :ŞANOYA FUTURÎST                         şanoya futurist           
Gazete Tiyatrosu   :ŞANOYA ROJNAMEYΠ                    şanoya rojnameyî
Gelişim       :PÊVAJOYA BÛYERAN                                geşedanî (gelişim)
Gençlik Tiyatrosu  :ŞANOYA CIWANAN                        şaniya ciwanan
Gerçekçi Tiyatro   :ŞANOYA RASTÎPARÊZ,                   şanoya rastwer

 ŞANOYA REALÎST
Gerilim      :?                                                                         Pêtkel (pêt bûn = gerilmek,

                                                                                              kel = kela dil kelakel / kelîn)
Gezici Tiyatrosu   :ŞANOYA GEROK                               şanoya gerok
Gizem oyunu    :LÎSTIKA MÎSTÎK                                     şanoya razwer (raz = giz)
Göçmen Tiyatrosu  :ŞANOYA MIŞEXTIYAN                  şanoya koçberan
Gölge Oyunu    :LÎSTIKA ???????                                      lîstika sitav /sîber
Güldürü TİYATROSU :ŞANOYA KENEWER                şanoya kenwer
Güncel Oyun    :LÎSTIKA ROJEVΠ                                   lîstika rojevî
Halk Tiyatrosu   :ŞANOYA GEL                                        şanoya gel
Hokabazlık     :HOQEBAZÎ                                                 deqbazî (!?)
Işıklama      :RONAHÎSAZÎ                                                            ronahîsazî
İmge Tiyatrosu   :ŞANOYA NÎGAŞÎ                                 şanoya nîgaşî /xewjîn
İzleyici      :TEMAŞEKAR, TEMAŞEVAN                                   bînêr (soranî)
Kaba Güldürü    :PÊKENÎ YÊ TEŞEYÎ (HEREMÎ)                      pêkenîya bêteşe
Kabare Tiyatrosu   :ŞANOYA KABARE                           şanoya kabare
Kadın Kahraman   :LEHENGA JIN                                    lehenga jin
Kahramanlık tragedyası:TRAGEDYA LEHENGΠ             trajedya lehengî
Kara gülmece Oyunu :LISTIKA KENÊ  GURAN             Listike (kenên) kençikî
Karakter      :KARAKTER                                                   karekter
Katharsis     :KATHARSIS, Xwe jê şuştin                          xwemiştî (miştin = paqijkirin)

xwepak kirin  
Kurgu      :????????                                                               Pevbestî / ristwer
Rol       :ROL (RIST)                                                            rol
Makyaj      :Makyaj                                                               makyaj
Maske      :Rûpoş, MASKE                                                  rûpoş /maske
Melodram     :Melodram                                                       melodiram
Mesel      :Mesel (Metafok, ÇÎrok)                                       mijar /babet
Meyerhold yöntemi  :Rêbaza Meyerhold                             rêbaza Meyerhold
Oda oyunu     :JÛRELEYZ                                                  jîrelîs (çima gişt lîstik, niha leyz?)
Ödenekli tiyatro   : ŞANOYA PIŞTGIRÎKIRÎ,                  şanoya  parizî (pariz = ödenek)
Özel Tiyatro    :ŞANOYA TAYBET                                               şanoya arizî (arizî = özel)
Perde       :Perde                                                                    perde
Bölüm (Sahne)   :BEŞ                                                           beş
Prova       : RAHÊNAN, Prova                                            pirova
Politika Tiyatrosu  :ŞANOYA POLÎTÎK                             şanoya politik
Proleter devrimci Tiyatrosu :ŞANOYA                               (baş e.=

PROLETERÊN ŞOREŞGER
Psikolojik  Oyun  : LÎSTIKA DERÛNΠ                              lîstika derûnî
Radyo Oyunu   :LÎSTIKA RADYOYÊ                              lîstika radyoyê
Saçma Tiyatrosu  :ŞANOYA ABSURD,                             şanoya tewşo (tewşo = saçma)

ŞANOYA TEWŞIK
Saf Genç Kız   :KEÇA SAFIK, KEÇA SAXIK                 keça xafik (xafik = saf)
Sahne Tekniği   :TEKNIKA DIKÊ                                      teknika dikê
Sahne Aygıtları   :AMRAZÊN DIKÊ                                  amrazên dikê
Sahne Uyarlaması  :LÊANÎNA BO SEHNEYÊ,                lêguncîna dikê
Saray Tiyatrosu   :ŞANOYA SERAYAN                           şanoya qesrê
Serf Tiyatrosu    :ŞANOYA SERFAN                                şanoya merêvan (merêve = serf)
Serim      :DESTPÊK                                                            çarşanî (çarş = serme , çarşî ji                                                                                               çarşandinê tê
Simgeci Tiyatro   :ŞANOYA SEMBOLÎST                        şanoya remz /remzanî

                                                                                              (remz =simge)


Soytarı      :QEŞMER                                                                       sangole /serserî (qeşmer=palyaço)
Sunucu      :PÊŞKÊŞKAR                                                    pêşkêşkar
ANLATICI    :VEBÊJ                                                         vebêj
Sürgün Tiyatro   :ŞANOYA HENDERAN,                                    şanoya henderan
Taklit      :LASAYΠ                                                              lasayî
TAKLİT ETMEK  :LASAYÎKIRIN                                               lasayîkirin / zarvêkirin
Taşlama      :NIÇANDIN (HÎCÎV)                                      bindarî

(dema dengbêj dihatin hemberê hev û bi gotinan hev diêşan din, dogotin dengbêj ketine bindarê)

Şakşakçılık     :ÇEPIKLÊDERΠ                                          tirşikwerî /şeqşeqkerî
Tek Perdelik Oyun  :LÎSTIKA YEKPERDEYΠ                 lîstika yekperdeyî
Temsil      :NIMAN                                                               niman / lêvejîn           
Tezli Oyun     :LÎSTIKA ANGAŞTDAR                            lîstika angaştwer
Tirad       :TÎRAD                                                                 ?
Tiyatro Devrimi   :ŞOREŞA ŞANOYÊ                               şoreşa şanoyê
Vahşet Tiyatrosu   :ŞANOYA HOVÎTIYÊ                         şanoya hêran (hêr = mirovên hov)
Varoluçu Tiyatro   :ŞANOYA HEYÎNPARÊZ                   şanoya hebûner (parêz tiştek din e)
Varyete      :VARYETE                                                       ?
Yabancılaştırma etmeni:PÊKERA HAVÎKIRINÊ,                         egera biyanîkirinê

PÊKERA NAMOKIRINÊ
Yanılsmacı Tiyatro  :ŞANOYA ÎLUZYONÎST                  şanoya sawîner(sawîn=yanilsama)
Yankı Düzeni    :PERGALA OLANDANÊ,                       pergala olanê

PERGALA DENGVEDANÊ
Yer altı Tiytarosu  :ŞANOYA JÊRZEMÎNΠ                                  binerd / jêrzemîn ?

 (UNDERGRAND /UNDERGROUND)

Yoksul Tiyatro   :ŞANOYA SAKAR,                                 ?

 ŞANOYA SADE,

                       

Li gel daxwaziyên serkeftinê

capanik51@hotmail.de

 

 

 

Nivîsên di vê NÎQAŞ'ê de hatine weşandin:

- Peyvên HUNERÎ li benda nirxandina we ne
- Li ser van peyvan gotina we çi ye? (Pevyên li ser ŞANO'yê)
- Derfetên zimên û afirandina têgehan
- Mazhar Gunbat: Termînolojiya kurmancî û rexneyek
- Fêrgîn Melîk Aykoç: Têgînên ji bo saziyên civakî
- Azad Zal: Termînolojiya siyaset û brokrasiye Kurdî
- Azad Zal: Lîsteya kesêm ku beşdarî Komxebatê bûne
-
Cihan Roj: Destên zimên li pêsîra me ye
- Vane 263 termên îdarî yên hatine standardkirin
- 'Bila Saziya Zimanê Kurdî bê damezirandin'
- Nîqaşek li ser peyvên îdarî 

 

Hûn dikarin li van jî binêrin

Ez çi dibêjim, tu çi dibêjî…

Ez çi dibêjim, tu çi dibêjî…

11 09 2013

Kurtenêrînek ji bo dîroka Komeleya Nivîskaran

Kurtenêrînek ji bo dîroka Komeleya...

09 09 2013

Kongreya Netewî ya Kurd careke din hat taloqkirin

Kongreya Netewî ya Kurd careke din hat...

04 09 2013

Çarenûsa Komeleya Nivîskarên Kurd

Çarenûsa Komeleya Nivîskarên Kurd

31 08 2013

Ev jî hene

Mînaka Almanyaya Federal û Xweseriya Demokratîk

Mînaka Almanyaya Federal û Xweseriya Demokratîk

01 08 2011

Mînakek ji bo xweseriyê: 'Bajardewletên' Swîsreyê

Mînakek ji bo xweseriyê: 'Bajardewletên' Swîsreyê

28 08 2011

Werger û wergêr -1- (Werger karekî pîroz e û profesyonelî dixwaze)

Werger û wergêr -1- (Werger karekî pîroz e û profesyonelî dixwaze)

01 02 2010

Ax Kezeb, bersivek ji bo Jan Dost

Ax Kezeb, bersivek ji bo Jan Dost

09 04 2012

Hunera herî bi hêz şano

Hunera herî bi hêz şano

12 06 2010

Nivîsên Nû

Çorê ARDA

Redkirina deftereke modern

Çorê ARDA

Cemîl Andok

Dêsê ma, sînorê şarî

Cemîl Andok

Çorê ARDA

Konê folklorîzmeke empresyonîst

Çorê ARDA

Dilşêr Bêwar

NÊRDEWAN

Dilşêr Bêwar

Omer Dilsoz

Sîyabo, darhejîrokê û hin tiştên dîtir

Omer Dilsoz

Salname

HERE JOR

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Yên piştgirî didin Diyarnameyê
  • Agahiyên ji bo nûçeyan
  • Bikaranîna Diyarnameyê
  • Têkilî-Contact-İletişim

Nivîskar

  • Cemil Oguz
  • Helîm YÛSIV
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Şêxo Fîlîk
  • Cîhan ROJ
  • Zekî OZMEN
  • Hekîm Sefkan / Tava Heyvê
  • yeqîn h.
  • Kazim Polat
  • Welat Dilken
  • Bedran DERE
  • Omer Dilsoz
  • Mîrza Ronî
  • Krîstîn Ozbey
  • Dilşêr Bêwar
  • Arjen Arî / Agirdank

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Berhem
    • Çapemenî
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Nivîsênkarên Mêvan

 

    • Portreya Mehê
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • Çend gotin
    • E-pirtuk
    • Spot
    • Deqeya Dawî
    • Covit-19
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
  • Facebook
  • Twitter
  • RSS

Copyright © 2005-2022 Diyarname