Kadîr Stêra
Min pirî caran digot:
- Ka Qulinga min tê kengî werî Mêrdînê û emê şerabek suryanan vexwin?
Li bendî mam, min dît ku hatin lê tune ye. Min got, ez bibim Quling û biçim li Qulinga xwe bigerim. Wekî wê strana ku li ser Mêrdînê hatiye nivîsandin min çiya, çem û daristan derbas kirin û min da dû Qulinga xwe. Ev çîroka min û Qulingê ye. Qey rojekê, emê rastî hev bên. Helbet çîroka stranê cuda ye. Ew jî, bi koçberiya ermanan re girêdayî ye. Gelo ew Quling çû Mêrdînê? Nizanim, çû an neçû. Lê ezê rojekê bibim Quling. Çawa hatibim, ezê wer bifirim û ber bi Mêrdînê ve bifirim. Ezê berî bidim wê dîmenê.
Heger ez li hemû dinyê bigerim jî, wê hertim hişê min li ser wê dîmenê be. Mêrdînê: Gava dibe êvar û meriv li dîmena Qezê dinêre. Belasebeb Fewzî Bîlge negotiye: Bi Şev Mêrdînê Stêrk in. Bajarê ku meriv bi kevirên wê re diaxive. Kevirên wê bêhna dîrokê difûrîne. Sûka Ga, mizgeft û dêrên wê yên kevin. Sûka jêr û sûka jor. Zemanê ku ez zarok bûm tê bîra min hin Kesan digot: “Bavê min çekên (cilên) min, ji Sûka Jor kirin”, kesên ku bavên wan çekên (cilên) wan ji Sûka Jêr kirîbûn dengê xwe dernedixistin. Ji ber ku ji aliyê buhayê cilên Sûka Jor, ji yên Sûka Jêr buhatir bûn, ev mesele dihat mazatê. Kesên xwedî pere, xwe li Sûka Jor digirtin û kesên ku pereyên wan zêde tunebûn, xwe li Sûka Jêr digirtin. Sal derbasbûn, ev mesele jî, ji holê rabû. Ev mesele çawa ji mazatê rabû? Pêşî li ser rêya Qezê û Mêrdînê AVM’yek vebû. Nêzî navenda Mêrdîn û Qezê... Êdî her kesî xwe li wê AVM’ê girt û zêde nema kesekî ji Sûka Jor û Sûka Jêr ji qewla bavê min alvêr nedikirin.
Paşê li Yenîşehîra Mêrdînê AVM'yek din vebû. Her ku zeman di nav salan de diçû, yek bi yek dikanên Sûkê Çekan (cilan) dihatin girtin. Zeman derbasbû AVM’ya li Yenîşehîrê vebûbû hate girtin û gelek AVM'yek jê mezintir li cîhek din ê Yenîşehîrê hate vekirin. Buhayê dikanên vê ya ji a din buhatir bûn. Yên pereyên wan di bin banqeya de, cihê xwe li wir zeftkirin, dikanên xwe kirîn, restorantên xwe vekirin. Dîsa hin mirov, bêkar mabûn, pereyên wan têra kirayên AVM'ya nû nedikir. Mêrdîn, li ber çemê qeyûmê av û av çûbû. Hêdî hêdî kapîtalîzm dibû hevalbendê modernîzmê û Mêrdîn ji rûhê wê, ji xwebûna wê dûr dixist. Ji dûranî rihê min li wir, lê dinêrim. Çi dibe, lê çi bûyer çêdibin dişopînim. Ev cara yekê ye ku fûara pirtûkan lê çêdibe. Ji xwe her pirtûkên kurdî, lê peyda nedibûn. Bi tenê, li cafeyekê (Leylan Cafe) pirtûkên kurdî hebûn, lê li wir jî, pirtûkên her weşanxaneyê peyda nedibû. Ji bo pirtûkên kurdî, min berê xwe dida Qezê. Heger, ev fûar her sal çêbibe, wê ji bo pirtûkhezên Mêrdînê pir xweş be, pir baş be. Belê, vê şevê, dîsa li odeya xwe me û di nav xeyalan de winda dibim. Ezê rojekê, emê rojekê bibin Quling û vegerê hîs bikim. Ezê wê çaxê hatin û vegerê bînim ber hev û li ser analîzan bikim. Bêjim, gelo hatin ne hêsan bû an veger ne hêsan e? Jixwe, di vegerê de, ezê ne kesê hatinê bim. Wê Mêrdînê ne Mêrdîna berê be.
Ji bo guhdarîkirinê:
**
Nivîsên Kadîr Stêra yên ku berê di Diyarnameyê de hatine weşandin:
- Nivîsek derengmayî an jî tam di wextê xwe de
- Çîroka hevdîtina Xalê Sofî û Cegerxwîn
- Rizgan mîna Raskolnîkov li xelasiya xwe digere
- Roman şerma me bindestan li nav çavên me dixe
***
HESABÊN DIYARNAMEYÊ:
PODCAST: podcasters.spotify.com/pod/show/diyarname
YOUTUBE: www.youtube.com/diyarnamediyarname
MALPER: www.diyarname.com
TWITTER: twitter.com/diyarname1
FACEBOOK: facebook.com/diyarname
INSTAGRAM: instagram.com/diyarname1
MAIL: diyarname@diyarname.com