logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!
  2. Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de
  3. Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket
  4. YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê
  5. 6 xizmên lîstikvanê Amedsporê mirin
news-details

Çîroka hevdîtina Xalê Sofî û Cegerxwîn

  • Dîrok: 12/01/2024
  • Beş: Serbest


Kadîr Stêra

 Çend mehên wî çêbûbûn ku di vê çîrokê de dijiya? Çîroka çi? 

  Nizanim.

 "Tenê dibê nizanim

Nizanim ez nizanim

Nizanim ez nizanim birano

Dibê dûrê min here

Te yek dîbû ji xwe re

Ez û tu bûne dijmin

Êdî bes were cem min" 

Ev ne helbesta Seyda ye? Erê, erê! Ev helbesta Seydayê min Cegerxwîn e. Em bibin dijmin jî, dixwazim werim cem te. Kî dizane, belkî Seyda ev helbest li penaberiyê nivîsandibe. Meriv, tu tiştî li vir nizane. Meriv, li vir hertim nezan e. Na na! Eş şaş im. Bi tenê li gorî hîsên xwe, vê ya bêjim: Belkî, dema Seyda  ev helbest dinivîsand, êşên wî dikeniyan. Bi rastî min jî, nizanîbû ku wê mijara vê nivîsê were ser Seydayê Cegerxwîn. 

"Min go bêje kî ye ev

Li ser dibêm roj û şev

Go min çi jê ye heyran

Hûn pîroz bin ji bo hev " 

Belê. Seyda, li ser Kurdistanê bi şev û rojan digot. Kurdistanê, xwe nebihîstî dikir. Dilê Kurdistanê, belkî jê şikestîbû. Ji dev min qeriya û çû, ji dev min qeriyan çûn û hey çûn. Seydayê Cegerxwîn çûbû. Piçekî disekinim, dibêm hela wê berê vê nivîsê biçe ku derê? Ez dibêm, ezê berê we bidim Ewropayê.  Ewropa; şopên pir şêrgeleyan mijand. Belê. Ezê, berê we bidim rêwîtiyekî. Rêwîtiya min û Xalê Sofî. Ew rêwîtiya min a ber bi Mêrdînê ve. Ezê ji Mêrsînê biçûma Mêrdînê. Li termînalê me, di hindurê otobusê de me. Wê deh deqeyê din otobûs rabe û bimeşe. Cem min vala ye. Extiyarek bi kum, nêzî min dibe û tê li cem min rûdinê: 

- Ahaa, îjar min pê girt. Hetanî ev rêwîtî biqede, wê bi qalkirina olê û bi şîretên xwe mala min xera bike. Tu mêze dike, an nake? Wê vê pirsê jî bike ha.

- Merheba Xwarzê.

- Merheba Xal.

Bêdengî. Şûxlê çar saetan, kesek naştexile. Lê dengê bedengiyê, bi dengê min xera bûbû: 

- Elo, belê ez têm; lê ezê çend saetan li Mêrdînê bimînim û biçim Amedê, fûara kitêban heye. 

- Te ders çawa kirin ders. Ma hema tu mektebê dirêj bike. 

- Dirêjkirina çi lo. Wekî ku nizane ha. Bê qey nizane ku salek min, ji ber hepsê çû. Saleke min jî, wan jehran min ji mektebê dûr xistin. 

Bi wê bêhna xwe ya teng, telefonê digire. Dixwaze, saet berî saetê li tesîsê bisekinin û çixareyeke vexwe: 

- Xwarzê, qey tu nivîskar î? 

Pirs, li ser pirsan, bersiv li ser bersivan: 

- Pêxember Manî ev digot... 

Gava ev gotin bihîstibû, çavbeloqî bûbû. Hetanî aniha, ji sofiyên li derdora wî kesekî ji Manî re negotibû Pêxember. Kêfa wî, pir hatibû. Her ku dem derbas dibû, sohbeta me germ dibû. Otobus li tesîsê sekinîbû: 

- Xalê Sofî, tu çixareyekê venaxwî?

- Na xwarzê. 

- Êêê xal. De ka bêje. Tu yê biçî ku? 

- Ezê biçim Hezexê, ba torinên xwe. 

-Tu li Mêrsînê dijî? 

- Havînan tenê têm. Ez li Almanyayê dijîm. Bîst salan zêdetirîn e li wir dijîm. 

- Te emrek li wir xelaskiriye. 

-Erê xwarzê, erê. Sal wekî avê diçin. Hê ez xort bûm, ez ji ber dewlata Tirkî reviyam Sûriyê. Wê çaxê, min gelek navdar dîtin. 

- Te, şêrê qafesê jî nedît? 

- Na min ew nedît; lê min gelek kes dîtin. 

Xalê Sofî, çend mehan li Binxetê di zindanê de dimîne. Wê çaxê Seydayê Cegerxwîn jî, di zindanê de ye. Xalê Sofî, li wir wî dibîne. Çend caran sohbetê dikin. Seydayê Cegerxwîn, jê re dibêje: 

- Xwarzê, ez pir kêfxweş im ku xortekî wekî te komunîst, ji Mêrdînê derketiye. Sal diborin, jiyan vê carê wan li Ewropa tîne cem hev. Ji bo vekirina komeleya çandê şevek tê li darxistin. Cara yekê ye, li Ewropa komeleyek vedibe. Li gorî ku Xalê Sofî digot, gelek law û jinên şêrgele li wir kom bûbûn. Hinek hunermend, hinek şoreşger: 

- Xwarzê, rojekê li Ewropa şerek di navbera tirkan û kurdan de çêbû. Te bidîta, yekî ji wan kir derxist ku wê êrîş bike. Hema, ji nişke de, Ş. Sefkan baz da û ew kêr ji nav destê wî derxist. 

Xalê Sofî, her ku qal dikir ez matmayî dibûm, kelecanî dibûm, hin caran hêsirên min dibariyan, hin caran dikeniyam. Otobûs wekî maran diçû. Qehwe li ser qehwê me vedixwar. Min meraq kir, zêdeyî şeş salan derbas bû. Belkî, Xalê Sofî jî, vê nivîsê bixwîne. Belkî, jî nexwîne. Kî dizane…


 

** 

Nivîsa Kadîr Stêra ya ku berê di Diyarnameyê de hatibû weşandin.

- Rizgan mîna Raskolnîkov li xelasiya xwe digere

- Roman şerma me bindestan li nav çavên me dixe

 

 


Parve Bike

Youtube Me

Qîmeta Singên Jinan

news

Diyarname: Fotoya Nûçeyê:'Şahbanûya Afrîkayê' li Hevselê xwe da ber tîrêjên rojê

news

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news
Serbest - Nivîsên Dawî
news
  • 25 10 2026

Careke din taybetiyên lêkerên  ‘Bûn’ û ‘Kirin'ê

news
  • 22 10 2026

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news
  • 17 10 2026

Yekem Haxama jin di nava desthilata olî ya cîhanê de: Asênat Barzanî

news
  • 10 10 2026

Xumava Estetîkê ya Zemanekî

news
  • 10 10 2026

Yekem mamostaya jin ya Şarbajêr û sembola wêrekiya jinên kurd: Munîre Qeftan

news
  • 09 10 2026

Keçên niftik ên çenên wan pûsîbûn

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Li Rojava dibistanan bi boykotê dest pê kir

ad

Kangruyan qetil dikin

ad

'Ez dixwazim li ser dîwarên bajêr xêz bikim'

ad

Ax Kezeb, bersivek ji bo Jan Dost

ad

Peykera maçkirinê hat çêkirin

ad

Albuma muzîkê ya “Sonbahar”ê derket

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!

  • 26 10 2026
news

Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de

  • 26 10 2026
news

Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket

  • 26 10 2026
news

YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê

  • 26 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname