logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!
  2. Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de
  3. Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket
  4. YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê
  5. 6 xizmên lîstikvanê Amedsporê mirin
news-details

Rizgan mîna Raskolnîkov li xelasiya xwe digere

  • Dîrok: 28/08/2023
  • Beş: Serbest

Kadîr Stêra

Di vê nivîsa xwe de, dixwazim berê we bidim romana hêrsa mêran û romana ku dixwa-ze berê meriv bide xwebûna mirovan. Ez qala romana “Şador” dikim ku ji aliyê lêkolîner û nivîskar Dilawer Zeraq ve hatiye nivîsandin û berî çendakî, ji Weşanxaneya Lîsê derketiye. 

Piştî min ev roman xwend û li ser kûr bûm min ev hîs kir: Heger, meriv bixwaze xwe ava bike, divê pêşî wekî parçeyên mekîneyekê, xwe ji hev du bixe û parçeyê xwe bi ser hev du ve bîne. Tu tişt, ne bi tena serê xwe ye, her tişt bi hev ve girêdayî ye. 

Gava meriv, vê romanê dixwîne careke din famdike ku mirov ne tenê ji parçeyê goşt pêk tê. Mirov, ji rih pêk tê û pirî caran ev rih winda dibe, parçe dibe. Vebêjer, dixwaze berê me bide xwebûna me.

“Gelo dengê rûhê meriv hebû?
Kû hebe gelo dengekî çawa bû?” (r. 57) 

Vebêjer, bi rêya têkîliya du hezkiriyan nêrînên xwe dibêje. Pirî caran  Rizgan diaxive û Besnayê lê guhdar dike.

Di romanê de, bûyerek diqewime. Piştî vê bûyerê mahdê serleheng Rizgan, ji  mêrbûnê  dixele û li hemberî mêrbûna xwe serî radike, dixwaze wê mêrbûnê bikuje.

Bo ku wê mêrbûnê bikuje jî, rihê xwe datîne ser maseya  xwebûnê. Berê şûr dide xwe û dixwaze xwe ava bike. Di vê rêya xwe avakirinê de, berê xwe dide qodên civaka xwe. Her ku dixwaze mêrbûna xwe bikuje, qodên mêraneyî di civaka wî de derdikevin hem-berî serlehengê me Rizgan. Rizgan, di nava wê civaka ku bûye biyanê wê de difetise. Ji xwe re li rêya xelasbûnê digere.

Meriv, dibêje gelo wê Rizgan têk biçe an civak têk biçe? Gelo tiştên ku civak qebûl dikin, hebû rast in? Nêrîna exlaqî li gorî çi diyar dibe? Van pirsan, bi rêya ku şandeya dişîne ji destana Zembîlfiroş re dixwaze bi me bide kirin.

Geh li paşeroja xwe diqelibe geh li pêşeroja xwe diqelibe. Di nava bîra zemên û xwebûnê de winda dibe. Her ku winda dibe, li hemberî xwe hêrs dibe.

Meriv, meraq dike û dibeje bê ka ev hêrs, wê berê wî bide ku derê? Hevsengiya rihê wî tê guhertin. Ew wekî Gregor Samsa, ji nişke ve, li xwe hay nabe, guherîna wî bi demê re çêdibe. Wekî ku vebêjer jî dibêje bi bandoran tê guhertin. 

Êdî, ew ne ezê berê ye, civaka ku ew têde mezin bûye ne civaka berê ye. Bi demê re ew hatiye guhertin, civak hatiye guhertin. Bi xwe re di nava şerekî de ye, bi civakê re di nava şerekî de ye. “Mîna tiştin di te de jî ji hev şikiyane…” (r. 51) Şikestinên me miro-van bi me dide hîskirin. Em mirov, ji cihê ku em tên şikestin xwe bi ser hevdû ve tînin.

Çawa ku serlehengê romaneke cihanê; Raskolnîkov, di tunebûna xwe de, xwebûna xwe pêk dianî, em mirov jî ji şikestinên xwe xwebûna xwe pêk tînin. 

Rizganê, mîna Raskolnîkov bi xwe re dide û distîne, di wê labîrenta Kafkaeksê de, li xelasiya xwe digere, li xelasiya civaka xwe digere. Bi rûtkirina ku serdestan civaka wî parçe kiribû, rihê mirovên civaka wî jî parçe bûbû. “Hûn ne li malan, li şikeftan dijîn.” (r.37)’ Mamosteya jinî serdest qaşo xwende ye vê gotinê dike. Lê bi qasî ku xwe zane dihesibîne jî, cahileke ji rêzê ye. Di bala wê de, xanî nîşaneya modernîzmê ye; lê ev tişt nayê bîra wê ku  modernîzm, ji zemanê ku mirov di şikeftan de dijiyan ve geş bûye. Guherînên yekem di wan deman de çêbûne. Çêkirina aletan, dîtina êgir…

Çi mêr çi jin, heger di nava rihê xwe de, enerjiya mêrane bihewîne, dê zerarê bide derdora xwe. Ew mamosteya jinî serdest, bi wê nêrîna xwe ya tewş zerarê dide rihê Rizgan û hevalên wî. Ev di bîra Rizgan de, bûye travmayek û li têla jiyana wî dixe. 

“Ew şewq in, ji ber ku rê dane ber min. Ji ber ku her yek bêhemdî min, bêyî ku ez hay ji wan hebim li min qewimîne.” (r. 80) Gava ku Besnayê, ji qewimandinên ku hatine serê Rizgan re dibêje biranîn, Rizgan wê bersivê dide û dixwaze bêje ku tiştên xirabî ku tên serê meriv jî, rê li ber meriv dixin. Ew tiştên ku têne serê me mirovan û em dibêjin min ev xerabî heq nedikir, ro tê em dibînin ku ne ji belasebeb qewimîne û kevirek li xwebûna me zêde kiriye.

Meriv, gava dikeve zikê dayika xwe çîroka wî dest pê dike. Di wê dema, em di zikê dêya xwe de ne, enerjiya me jî, di bin bandora enerjiya dêya me de dimîne. Gava em çêdibin û mezin dibin enerjiya mêrane û nêrane jî, di me mirovan de peyda dibe. 

Di xwezaya jinê de jî, ligel enerjiya nêrane; enerjiya mêrane jî heye û di xwezaya mêran de jî, li gel enerjiya mêrane; eneriya nêrane jî heye û ev her du enerjî, di nava xwe de şer dikin. Bi vî şerî re jî, pirsgirêka îqtîdarê derdive holê. Cihê îqtîdar lê hebe, kokên mêrane jî, li wir lotikan diavêjin û Gerdûn, di nava xwe de digevize. Ew enerjiya îqtîdarî, mirovan ber bi tunebûnê ve dibe. Rizgan, tim û tim xwe analîz dike, civaka ku lê dijî analîz dike. Bi van analîzan re ro  tê civak sewtekê lê dixe; lê ew nakeve xefka enerjiiya xwe ya mêrane. 

Ew di wê baweriyê de ye ku mêranî, di nava xwe de tarîtiyê dihewîne. Mêraniya ku di dawetên me kurdan de, li ser qodên mêrane ava bûne, mêraniya ku ew mêrê rê li ber teng kiribû, mêraniya wê mamosteya serdest, mêraniya  dewletê di nava xwe de dihewand. Wî dixwest, di bin keskesorekê re derbas bibe û ji wê mêraniyê xwe bi xelasê bixe. “Bi bazdan çûm malê û min xwe avêt bextê kezaba dêya xwe; û min di wê kêliyê de xwest di himbêza wê de winda bibim.” (r. 66) Civaka ku li aliyekî bavê xizan û li aliyekî apê zengîn di nava xwe de dihewîne. Rizgan, barê çîna serdest ji ser xwe avêtiye û xelasî di himbêza nêrbûna dêya xwe de dîtiye. Meriv, meraq dike, bê wê rêya Rizgan li ku xelas bibe? An wê xwebûna xwe pêk bîne an jî, wê  xwe îmha bike? Wekî ku vebêjer Rizgan di romanê de, şandeyekê ji Memê Zînê re dişine û ku wî rexne dike ku li ber xwe nedaye, Rizgan jî, mîna Mem dibe dramek. Meriv, li ber xwe kuştina wî dikeve û dibêje çima hetanî dawiyê li ber xwe neda? Gava ku li ber xwe bida, wê ew biba Derwêşê Evdî; lê kuştina xwe xiste çavên xwe û di bîra xwe de, xwe xeniqand.

kadirefendi47@gmail.com

Parve Bike

Youtube Me

Qîmeta Singên Jinan

news

Diyarname: Fotoya Nûçeyê:'Şahbanûya Afrîkayê' li Hevselê xwe da ber tîrêjên rojê

news

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news
Serbest - Nivîsên Dawî
news
  • 25 10 2026

Careke din taybetiyên lêkerên  ‘Bûn’ û ‘Kirin'ê

news
  • 22 10 2026

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news
  • 17 10 2026

Yekem Haxama jin di nava desthilata olî ya cîhanê de: Asênat Barzanî

news
  • 10 10 2026

Xumava Estetîkê ya Zemanekî

news
  • 10 10 2026

Yekem mamostaya jin ya Şarbajêr û sembola wêrekiya jinên kurd: Munîre Qeftan

news
  • 09 10 2026

Keçên niftik ên çenên wan pûsîbûn

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

'Rêzimana Kurmancî' bi awayê nûbûyî derket

ad

Stîban

ad

Demirtaş: Kes nebirine nexweşxaneyê

ad

Ji Komeleya Nivîskaran peyama sersaxiyê

ad

The end ji bo rexnelêgirtina ‘Rêberê Rastnivîsînê’!

ad

Serokê Juriya Cannesê hat eşkere kirin

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!

  • 26 10 2026
news

Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de

  • 26 10 2026
news

Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket

  • 26 10 2026
news

YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê

  • 26 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname