Qadir STÊRA
dil tenik
berbang hênik in
ax… aax!
xewna welatekî min didît
dê- ferişte, bav fille
li xwerû xerzên zeytûna zarokên wî
kevokên firfire hildifirandin.
Dost Çiyayî
Romana Sîdar Jîr, Şerm di sibatê de ji aliyê Weşanxaneya Lîsê ve derçû. Bi kelecanek mezin, li benda romanê bûm. Çawa hate li ber destên min, min xwend û tiştên di wî çendî de, ez li ser hûr dibûm li ber çavên min hatin raxistin. Di serî de ev roman li malbata edebiyata Kurdî pîroz be. Hêvî dikim ku wê cihê xwe yê heq dike bibîne.
Çend Nirxandinên Li Ser Şermê
1-Şermînê şerma wan li nav çavên wan dixe. Ev şerm şerma desthilatdaran e, wê heta kengî bidome?
( -Tu tenê bersiva pirsên min bidî ew ê ji bo te çêtir be.
-Şerm e. )
2-Romana Şerm bi xwîneran re mereqeke mezin çêdike, ev mereq dibe sedem ku em di bêhnekê de romanê bixwînin.
3- Zimanek herikbar, nazenîn û henûn romanê xwe bi me dide xwendin. Zimanê romanê meriv aciz nake û berê meriv dide gerdûna xwe ya dîyalektîk. Em dikarin bêjin ne bi zimanê şariştaniyê hatiye nivîsandin, ev roman bi zimanê civaka xwezayî hatiye nivîsandin. Ji ber vê jî, dûrî desthilatdariya zimanê meran e. Dengê rêya hunera sêyem e.
4- Ev roman gaveke ber bi lehengên azad e, gaveke ber bi romana azadiyê ye. Ji ber ku balê dikişîne ser azadiya jinê, em dikarin bêjin gaveke romana azadiyê ye.
5- Sîdar Jîr, bi hawayeke wêrek tenê ne şerma serdestan li nav çavên wan dixe. Herî pir şerma me bindestan li nav çavên me dixe.
Bergê Romanê
Kevok, azadî, xezala li ser xalîçeyê, evîna Xecê û Siyabend…
Ew xezala li ser bergê romanê motîfeke girîng e.
Di pir cihî de derbas dibe, min li gorî xwe ew xezal şiband desthilatdaran. Herî pir jî ji ber ku destana Xecê û Siyabend anî bîra min… Di cihekî romanê de jî, hindik maye ew xalîçeya ku xezal li ser e navbera Nesrînê û Şermînê veke. Du kevokê li ser bergê û rê, sînor… Berg û naveroka romanê bi her awayî li hev hatiye.
Şermên Me
Ji ber ku em ji hin tiştan şerm dikin em wan tiştan nakin; lê li gorî çi şerm e, li gorî kê şerm e?
Şerm; romana dûrî diruşmeyan e; lê bi zimanekî îdeolojîk romaneke antî- kolonyal e. Şerma serdestan li nav çavên wan dixe; lê derba mezin li me bindestan dixe. Herî pir li şermên xwediyê malê mikur tê. Romana li xwe gerînê, romana rihê meriv ber bi xwe ve dibe. Ji ber vê em dikarin bêjin ev romana guherînê ye. Wekî Elî Şerîatî dibêje: “Ez hatim we aciz bikim.” Şerm jî tê û derbê li tabûyan dixe. Dibe ku mirovên mêjiyên wan qirêj ji Şermê aciz bibin; lê ev roman wê ji aliyê wan mirovên ku bi çavên dilê xwe li gerdûnê dinêrin ve pir were hezkirin.
‘Dawet û nîşanî herikî.
Piranîya berbûyan hetikî.’(rûpel: 79)
Şerm ji me re dibêje:
- Di binhişa xwe de pêşbiryarên xwe bikujin. Ger ku tu jin jî bibî, ger ku tu mêr jî bibe, desthilatdariya xwe bikuje. Desthilatdarî dijberîya azadiyê ye, ew mêr e, mêrbûn bindestî ye. Heger ez vegerim li ser naveroka romanê û mînakekê jê bidim ez ê bêhtir hîsên xwe bînim zimên.
Dema Nesrînê wesayît diajot hişê min diçû li ser civaka me kurdan. Ez neçûm dûr, hema li gundê me gava jinek kurd wesayîtê diajo, mêr, hetanî jinan jî, bi çavekî din lê dinêrin. Psîkolojiya wan a bindestiyê vê tiştê qebûl nake. Li gorî wan jin çawa wesayitê diajon? Ew kes vî mafê jinê, wekî Şermekê dibînin. Wekî min got, psîkojiya serdestan xwe piçûk dibîne. Vê meseleyê fîlmê bi navê DJANGO UNCHAINED anî bîra min. Wextê lîstikvanekî reşik li ser hespê ye û reşikên li derdorê lê dinêrin ji serdestên xwe xerabtir leheng biçûk dibînin. Belê. Em bindest hev biçûk dibînin, ev jî şermeke me ya mezin e.
Gerek ji bo hin guhertinên şexsî û ji bo hin guhertinên civakî di serî de derba mezin meriv li xwe bixe. Em vê yekê nekin, em ê tu tiştî ne li xwe ne jî, li civaka xwe zêde bikin. Ev romana Şermê jî, ji aliyekî ve bûye rexnedayîna civaka me kurdan. Jina di nava modernîzmê de winda bûye çiqasî azad e an meriv di nava pergala kapîtalîst de wekî mêrekî an jî wekî jinekê çawa dikare bibêje ez azad im?
Gava min romana Şerm xwend, ez li ser dijberiya kesayeta van her du lehengan hûr bûm. Bi rêya du lehengên jin ên azad nivîskar şerma civaka me li nav çavê me dixe. Di vê serdemê de, erka mêraniyê mal û civak ji jinan re kiriye heps. Diyalektîzmê cihê xwe bi vî awayî di vê romanê de zeft kiriye. Bi rêya van her du lehengên azad nivîskar bal kişandiye li ser bindestiya jinan.
Tiştekî erênî tîne ziman û berê meriv dide dijberiya wê tiştê. Jin çi qas nêzî xwezaya xwe bibe wê azad bibe û mêr jî çi qas nêzî xwezaya jinê bibe wê azad bibe.
Şerm dixwaze hin tabûyan bişkîne, îdîa dike ku di wekheviya zayendî ya civakê de problemek heye. Gava em berhemê bixwînin, em ê bêhtir fêm bikin ku durûtiya mêran çawa ye. Şêrdilê birayê Şermînê li gorî dilê xwe bi jinan re têkîliyên zayendî bi pêş dixe, hema kîjan jinê dixe zefta xwe bi wan re şa dibe, jinê wekî metayekê dibîne. Ew temsîliyeta mêrên pergala civaka kapîtalîst dike. Belkî hin kes gava berhemê bixwînin ji tevgerên wî re dengê xwe dernexin; lê gava Nesrînê bibînin ku zayendîtiya xwe azad dijî wê bi çavekî din lê binêrin. Di civakê de, şabûna mêrekî bi jinekê re wekî qebehetekê nayê dîtin; lê gava jinek bi destê mêrekî digire û yek ji malbata wê an jî merivek wê dibîne dibe sedema kuştina wê. Jin jî ji hêla zayendîtiyê ve hin tiştan ji ber ku wekî şermekê dibînin ji xwe direvin û ev dibe sedama hin nexweşiyan. Xwezaya xwe najîn. Ev sûcê civaka mêjiyê mêran e. Pergala xwe li ser dagirkeriya jinê ava kiriye. Ji dewletê bigire heta Xweda bi mêjiyê mêran li gorî berjewendiya mêran hatiye sazkirin. Em çi qas di nava vê mijarê de biçin wê dawî lê neyê. Di vê mijara zayendîtiyê de meseleya psîkanalîzmê jî di romanê de hatiye bikaranîn. Ji ber vê yekê em dikarin bêjîn Şerm romanek psîkolojîk e jî.
Şerm, nakokiyên me, nakokiyên civakê li nav çavan dixe. Ji bo em xwe nas bikin, gerek em bi ser nakokîyên xwe de biçin. Jixwe em ji berê ve şermên desthilatdaran dizanin, ew şerma wan zêde bala min nekişand, ez herî pir li ser şermên me bindestan hûr bûm. Ji ber ku mijara romanê azadî ye û pir nêzî jiyana rasteqîn e meriv xwe di nava rûpelan de winda dike.
‘Dengê qirçeqirça paldankê diçe asîmana.
Û berê awirên Şermînê li rojava…’ (rûpel: 90)
Nameya Di Şermê De
Gelo mirov dikare birîna hevdu ramûsîne? Gelo nameyek dikare ji nişke ve li ser jiyana tevlihev, li ser hişbîra merivan a di rêyan de asê mayî tesîrê bike? Kî dizane belkî bibe sedema ku em ji nû ve dest bi jiyanê bikin, bibe sedem ku em ji êşên xwe rizgar bibin û berê xwe bidin xwe. Li pey xwebûna xwe ve biçin. Di nava şerekî de, nameyek tê destê Şermînê. Şermîna evîna wê nîvcomayî û her timî bi wan çavên wekî yên kevokan li dildarê xwe digere vê nameyê ji hevala xwe re dixwîne û şev bi êşê dikeve, şerab dibe jehra hesretê.
Ev metna hanê, diherike nava xwîna meriv. Berê, meriv dide zarokatiyê. Bi têra xwe kûr e, psîkolojîk e, felsefîk e. Mirov belkî deh caran lê vedigere û dixwîne jê aciz nabe.
Piştî xwendina nameyê û çend bûyeran xwediyê nameyê ji hesreta dilê xwe nema debar dike. Ew evîna wî dibe sedema qêrîna dayikekê.
Vegera Serhed bi wê hewara Xaltîka Dilşa me diêşîne. Em bi hevdu re dikevin, li hevdu mahna ne ku hema em lingê hevdu biçerîxin; lê serdestên me jî, ji vê zeafîya me hêzê distînin û bêhtir bi ser me de tên.
Di vê romanê de her tişt nîvcomayî ye lê ev name temambûyî ye.
‘Birîna te û tirsa te maç dikim.’ (rûpel: 42)
Birînên Şermînê, bi wê nameyê pîşo dibin, meriv rihê wê ji dil û can hîs dike. Hesreta evînê xortekî wêrek ber bi dildara wî ve dikşîne. Birîn, xezala li ser xalîçeyê, welat, dayik, şerm, jiyanên nîvcomayî…
Êvarê berê xwe daye Şermê. Strana Nizamettin Ariç- Rojek Tê dibêje û ez bûyerên romanê yên nîvcomayî di hişbîra xwe de temam dikim, lehengan xeyal dikim. Bi Nesrînê û Şermînê re şerabê vedixwim. Dixwazim porê Şermînê bihûnim; lê Nesrînê dihesûde. Ez di navbera herduyan de dibînim; lê piştî kêliyekê ji nişke ve bi destê Nesrînê digirim û jê re dibêjim:
- Haydê em biçin zozanên me. Em li wir ne çayeke qaçax, şerabeke Suryanan vexwin.
Nesrînê ber bi min ve tê. Çawa lêva xwe diavêje lêva min qêrîna xaltîka Dilşa “Hahooo! Serhedê min birin!” di guhê min de olan dide. Ez ji xwe şerm dikin. - Şerm / Sîdar Jîr / Weşanên Lîs / Roman / 90 rûpel / 2021
Nivîsa eleqedar: