Diyarname
Nivîskarê malpera me Jan Dost rêwîtiya xwe ya nivîsandina romanan didomîne. Dost vê carê romana xwe bi navê “Martînê Bextewer” gihand ber destê xwendevanan.
Romana nû ya Jan Dost “Martînê Bextewer” ku ji 258 rûpelan pêk tê ji Weşanên Avestayê derket.
Heta niha Jan Dost romanên bi navê “Mijabad”, “3 Gav û 3darek” û “Mîrname” pêşkêşî xwendevanên xwe kiribû, vê carê “Martînê Bextewer” pêşkêş dike.
Berhemên Jan Dost ên heta niha hatine çapkirin hemû jî ji çaqa yekemîn derbas kirine û çapên wan ên duyemîn derketine. Avesta jî niha wan pirtûkan amade dike, di qutiyekê de wekî seteke ragihîne ber destê xwendevanan. Li gor gotina Weşanên Avestayê dê vê setê bi buhayeke erzantir ji buhaya pirtûkan bifroşe.
Herî dawî “Mîrname” û “Mijabad” çapa wan a nû derketibû.
Martînê Bextewer…
Pirsa qedîm a dîrokî ye; mirov bi pey sirrên jiyanê dikeve, li jiyaneke bextewer digere...
Ji ber ku “...devera ku mirin lê hebe, bextewerî xwe dide paş.”
Martîn, bi vê armancê berê xwe dide Şerqê. “Şerqa rûhaniyetê. Şerqa ronahiyê. Şerqa roj û xweşiyê. Şerqa tesewwufê. Li vir çi heye Martîn? Nakokiyên dêran û keşeyan? Bi sedan mîrnişîniyên ku êdî ji qijnikan xerabtir xwîna xelkê dimijin û di pehnavan de rebenan kom dikin û bi şûran hev qir dikin? Welatê dînan e ev welat. Çi li vir heye?”
Martînê Bextewer, ku navê xwe daye vê kitêbê, ji Almanya radibê, li ser şopa vê pirsê ber bi welatên Rojhilat, welatên ku roj lê hiltê dikeve rê. Ji ber ku heta dilê wî nebê warê hikmeteke mezin ruhê wî xilas nabe. Ew dixwaze bigihîje kitêba “El Ifade fî Iksîr el Se‘ade.”
Û li welatên Rojhilat, di bin ronahiya rojê de rastî heqîqetên jiyanê tê ku ew û rastiyên kitêban li hev nakin.
Dawî dema ji wê “komedya mirovahiyê” a ku li xaneke Bazîdê tê temsîlkirin bi zehmetî xilas dibe, rastî Dawudê Yezdanyarê Mamzêdî tê; “şîret”ên ku Mamzêdî dide Martîn wê hemû zanîn û tecrubeyên wî berovajî bike.
“Martînê Bextewer”, sînorên romana kurdî fireh dike...
Martînê Bextewer / Jan Dost / Roman / 264 rûpel
***
Nûçeyên eleqedar:
- Çapa nû ya '3 gav û 3darek' derket
- Destana 'Kela Dimdim'ê dîsa hat çapkirin
- 'Mîrname'ya Jan Dost bi erebî derket
- Ehmedê Xanî çima dev ji nivîsê berda?
- Jan Dost: Ez û Şêx Seîd em bi hev re hatin daliqandin
**************************************
REKLAM
NÎŞANDAYÎNA BELGEFÎLM Û SOHBET
REWŞEN
Belgefîlmê serdemekê...
Cih: Kampusa Dolapdere ya Zanîngeha Bîlgî (Stenbol)
Dîrok: 18.05.2012
Saet: 17.00 - 19.00
Ji bo nûçeyê:
- "Rewşen" li Zanîngeha Bîlgî tê nîşandayîn