Diyarname
Ji bo 15'ê Gulanê Roja Zimanê Kurdî li gelek bajaran çalakiyên pîrozbahiyê hatin li dar xistin. Yek ji van çalakiyan jî panela bi sernavê "Wêjeya Klasîk a Kurdî" bû ku bi organîzeya TZPKurdî li Kampusa Santralê ya Zanîngeha Bîlgiyê li dar ket.
Panela ku moderatoriya wê Ronahî Onen kir Mela Celalalettin Yoyler li ser "Huner û felsefeya Melayê Cizîrî", Serokê Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê zimanzan Samî Tan li ser "Yekemîn helbestvanê kurdî Baba Tahirê Hemedanî", helbestvan Miraz Ronî li ser "Helbestvanê xwezayê Feqiyê Teyran" û zimanzan Zana Farqînî jî li ser "Ehmedê Xanî; kurdî û kurdîtî" axivî.
Berî panel dest pê bike, 12 gerîlayên ku li Qilabana Şirnexê jiyana xwe ji dest dan hatin bibîranîn.
Berî ku axifger dest bi axaftina xwe bikin, li ser navê TZPKurdî Mevlut Aykoç axaftineke kir. Aykoç bal kişand ser qedexeyên li ser kurdî, diyar kir ku siyasetmedarên kurd nikarin bi kurdî parastina xwe bikin û wisa got: "Zarokên kurd û zarokên din ên neteweyên din nikarin bi zimanê lîstikan bilîzin. Ji bo ziman têkoşîna xurt divê. Em wekî TZPKurdî jî emê têkoşîna xwe bidomînin."
Cizîrî: Ger hebûya ji bo me dadrêsek
Paşê moderator Onen gotin da panelîstan. Pêşî Mela Celalettîn Yoyler axivî. Yoyler got ku her çiqas der barê rojbûna Melayê Cizîrî de agahiyên cur bi cur hebin jî dîtina wî ev e ku Cizîrî di sala 1590'î de hatiye dinê. Yoyler got ku di helbestên Cizîrî de piralîtî heye û wisa dom kir: "Mele li ser netewe, têkoşînê sekiniye. Ew jî wekî Xanî qîr kiriye, lê bi şiklek nediyar. Mela dibêje 'Ger heb^Guya ji bo me dadrêsek', yanê ew jî dibêje ger hebûya ji bo me serokek lê wekî Xanî eşkere nabêje."
Celalettin Yoyler got ku berê di medreseyan de dîwana Mele wekî muzîkê dixwendin, li kûrahiya wê nedinêrin, wî jî wisa dinêrî lê dûre li ser kûr bûye.
Helbestên Baba Tahir ji yên Xeyyam xurtir in
Dûre Samî Tan li ser Baba Tahirê Hemedanî axaftina xwe kir. Tan got ku li ser Hemedanî zêde agahî nîn in, agahiyên hene jî bi nakokîne û got ku tê gotin ku di navbera salan 1000 û 1060'î de Hemedanî jiyaya ye.
Tan got ku wî bi Lorî yan jî bi Lekî nivîsandiye, zimanê wî di navbera kurdî û farisî de ye. Sami Tan got ku Baba Tahirê Hemedanî sed sal berî Omer Xeyyam helbest nivîsîne û got ku lêkolîner dibêjin helbestên wî ji yên Xeyyam ne qelstir, belkî jê xurtir in jî.
Feqiyê Teyran alîgirê cotkar û rêncberan bû
Piştî Tan vê carê Miraz Ronî mafê axaftinê kir û li ser Feqiyê Teyran sekinî. Ronî got ku Feqiyê Teyran bi zimanê gel nivîsiye, mijarên wî li ser rêncberî, li ser meseleyên gel in, zimanek kurmancî yê sade bikar anî ye.
Ronî got ku hinek dibêjin ew mîr bûye, lê gotiye ji min re mîrîtî ne lazim e.
Miraz Ronî li ser naveroka helbestên Feqiyê Teyran jî wisa got: "Rêzikên helbestên wî şeş an heşt in, carinan bi awayê çarînan jî nivîsiye. Bi giştî naveroka helbestên wî li ser xweza û civakê ne. Her wiha remzên tesawûfî, olî, evînî û evîndariyê jî hene. Ew alîgirê cotkar û rêncberan bûye."
Xanî ji rewşê ne razî bûye loma gazin kiriye
Herî dawî jî gotina axaftinê Zana Farqînî girt û da zanîn ku Ehmedê Xanî di beşa 5 û 6'an a Mem û Zînê de fikra xwe ya li ser kurdan aniye ziman. Farqînî got ku Xanî ji rewşê ne razî bû loma gazin kiriye, ger razî ba dê gazin nekira.
Farqînî gotina "Xanî tenê ji bo kurmancan nivîsiye" jî şaş dît û got ku ger wisa ba çima di Mem û Zînê de peyva Kurdistan, kurd bikar aniye, gotiye 'ji ereban heta gurcan kurmanc bûye wekî mircan.' Di navbera Erebistan û Gurcistanê de tenê kurmanc nîn in."
Zana Farqînî nirxandina Perwîz Cîhanî û yê hin lêkolîneran ku Xanî ne fîlozof e, arif e jî rexne kir û li ser meseleyê dîtina xwe anî ziman.
Piştî axaftina Ronî helbestek Feqiyê Teyran xwend û panel bi dawî bû.
Foto: Cemil Oguz
***
Bi şertê nîşandayîna çavkaniyê her kes dikare nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê bikar bîne. Bêyî nîşandayîna çavkaniyê bikaranîna nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê qedexe ye.

Celalettîn Yoyler axaftina xwe li ser Melayê Cizîrî kir.
Samî Tan li ser Baba Tahirê Hemedanî axaftina xwe kir.

Miraz Ronî li ser Feqiyê Teyran dîtinên xwe anî ziman.

Zana Farqînî li ser Ehmedê Xanî axivî.


