Diyarname
Çînê li nivîskarekî Avusrtalyayî, Rusyayê jî ceza li nivîskarî hemwelatiyê xwe birî.
NIVÎSKARÊ POLÎSIYE
Li Rusyayê dadgehê ceza li nivîskar Boris Akunin birî. Boris Akunin bi navê xwe yê nasnameyê Grigory Chkhartishvili li welat xwedî romanên polîsiye ye û ye ji nivîskarê ku di vî warî de pirtûkên wî pir tê firotin. Dadgehê bi îdîaya "mafdar derxistina terorê" biryara girtina wî da.
Akunin bi eslê xwe gurcî ye û niha li derveyî welat e. Dadgeha Moskovayê got biryara tewqîfkirina wî da ku çawa bikeve welat dê bê girtin.
Rayedarên Rusyayê di meha berfanbarê de li ser giliyê ew xistibû lîsteya "terorîst û alîgirên tundiyê".
Nivîskarê 67 salî piştî vê biryarê daxuyanî daye û gotiye, "Piştî dîktatorê Sovyetê Stalîn heta niha tu nivîskar bi terorîzmê nehatiye sûcdarkirin."
CEZAYÊ ÎDAMÊ
Li Pekîna Çînê dadgehê cezayê îdamê li nivîskarê ji Avustralyayê Yang Hengjun birî, paşê ceza bi paş ve avêt. Nivîskar Hengjun ev 5 sal in li Çînê girtî ye. Li gor rayedarên ji Avustralyayê piştî du salan ceza dê veguherînin û bikin cezayê girtîmayîna heta dawiya emir.
Yang Hengjun li ser mijarên dewleta Çînê blog dinivîsand. Ew hem romanivîs, hem akademîsyen bû. Çîn bi casûsî wî sûcdar dike, lê di 3 salên ku ew hat darizandin de wî her ev sûcdarî red kir.
*Fotoyê yekemîn Boris Akunin, yê din Yang Hengjun


