Diyarname
Di hefteya yekem a salê de 4 fîlm ketin vîzyonê: Sut, Passengers, The Mutant Chronicles, No Man's Land.
Sut - Şîr (2008)
Derhêner: Semih Kaplanoglu
Lîstikvan: Melih Selçuk - Başak Koklukaya - Riza Akin - Saadet Işil Aksoy
Cure: Dram
Derhêner Semih Kaplanoglu di rêzeya sê fîlmên xwe de piştî "Yumurta"yê (Hêk) vê carê fîlmê duyem "Sut"ê (Şîr) pêşkêş dike.
Yusuf piştî ku lîse xilas kiriye û nekariye bikeve zanîngehê helbestên xwe yên ku bi azwerî nivîsandine dişîne ji kovarên wêjeyê yên ku kesî navên wan nebihîstiye.
Lê ne xêrê helbestan ne jî yê şîrê ji bo Yusuf û diya wî Zehrayê heye.
Dema Yusuf pê dihese Zehra bi şefê îstasyonê re di nav eşqeke veşarî de ye şaş dibe ku dê çi bike.
Ji bo fragmanê: SUT
***
Yolcular - Rêwî - Passengers (2008)
Derhêner: Rodrigo Garcia
Lîstikvan: Anne Hathaway - Patrick Wilson - Andre Braugher - Dianne Wiest
Cure: Dram
Terapîsta ciwan Claire ji aliyê mamosteyê wê ve ji bo şêwirmediyê tê peywirdarkirin. Ew dê ji bo pênc rêwiyên ku ji qezaya balafirê rizgar bûne şêwirmendiyê bike.
Claire dema rastî Ericê ku ji qezayê rizgar bûye û li dora Claire digere tê zehmetiyên Claire zêdetir dibin.
Claire dixwaze xwe ji Eric dûr bigire, nexweşên din dikin ku tiştên bi ser wan re derbas bûne bînin bîra xwe.
Ji bo fragmanê:
***
Mutant Gunlukleri - Rojnivîskên Mutant - The Mutant Chronicles (2008)
Derhêner: Simon Hunter
Lîstikvan: Thomas Jane, Ron Perlman, Devon Aoki, Sean Pertwee, John Malkovich
Cure: Aksiyon - Macera
Fîlm di sedsala 23'yan de derbas dibe. Thomas Jane di rola peywirdakerî artêşê ku li hemberî Necro Mutantan têdikoşe de ye, Ron Perlman jî rêbereke komeke olî ye ku ew jî li hemberî Mutantan têdikoşin. John Malkovich jî serokê konseya şîrketên mezin e ku ew dinyayê bi rê ve dibin.
Di sala 2707'an de welatên neteweyî têkçûne, dinya li 4-5 koman belav bûye û di nav şer de ne.
Leşkerên Mutant dê qedera şeran biguherînin. Lê encameke xwînî dê derê.
***
Davetsiz Gelen 2 - No Man's Land: The Rise of Reeker (2008)
Derhêner: Dave Payne
Lîstikvan: Michael Robert Brandon - Lew Temple - David Stanbra
Cure: Korku
Sê qaçaxên ku tevlî şêlandina qumarxaneyê bûne dema ji bo benzînkirînê molayê didin xwe bi kesên ku ne li bendê bûn re rû bi rû dimînin.
Çek diteqin, benzînxane di bin agir de dimîne. Her kesê li der û dorê dimire tenê şeş kes li jiyanê ne.
Şerîfek, kurê polîsek, du sûcdar, dixtoreke jin û karsoneke.