Ji albuma wêneyên þikestî
Þengul Ogur
*wêneyê nîsana dawî..! Dema ku bêdengî bi dengê beqên har bangî ewrên miþt birûsk dikirin û dema ku dilopên baranên winda navên xwe yên evînî li latên reþ ê ziwa tîp bi tîp, bi çakûçên kawayên hedad dikolan û zingînî bi erþ û ezmanan dixistin..! Eynî wî çaxî;dema ku gavên min ji kolanan þopa xwe direvandin û ber bi bextê goristana bajêr ve direviyan, min jî hestên hestiyên kelê û þor mijtin bi lêvên xwe yên serhildêr û xwedanenas û qêrînek ji tariya zemên deranî.
*Dîsa jî bê nav dimîne helbest, dîsa jî tî û birçî..!
Ax xwedeyo ev çi xezeba te li van helbestvanan barî!? Bextê peyvê dizanim! Dizanim bi hejmartinan navên tiþtan te çawa jî metelmayî hiþtin melek û kêfxweþ kir te, ademê xwe, û pê xapand. Naxwe emê jî navên ''tiþt''an bihejmêrin, emê jî pê bihuþtê bibinin û dû re jî arê dojehê!?
*Û weneyên dojehê; bi wî yezdanê ku hûn pê sond dixwin, bi wê stara we, îþev, nihakê, ezman bi ser min de qulibî. Na..! Þikiya û di dilê min de çikizî. Xwedê?! Çavê wî windabûn di mijgulên min de û min navê xwe bar kir ji qadên heyînê, kiþkiþand li dû xwe termê xwe.
*De dîlanê bigire xezaba Xwedê. De, îro û sibe û hemû demên bên ji te re, ji we re. Dexîlê we de me dest li min nedin. Ne, min gotibû; hûn dest li min bidin bo hezkirinê, dê rengê min ji min bikevin...
*Ne niha, ku ariya min tevî ariya rihê te bû, ku tu li hêstirên xwe vegeriyayî di çolbeyarên xwe de û dizanim tu dê venegerê jî, lewma min tu daleqandî dîtî kêliya din bi heyvê re, stranek ji te diçû, ji te ax û welatek.
*Bi xatirên te, min ceger nekir navekî li te bikim. Belkî careke din ku bêm ser vê rûzemînê ezê li latên laleþê bi tîpên gir bi giriyên gir bikolim navê te. Lê min bibexþî, nihake bi xatirê te. Navê te çi bû!? Min ji bîr kir, min ji bîr kir navên te.
MIR/IN/IM
Hinarên min
Di hinarkên te ên þermok de
Libo libo ji hev û du belav bûn
Bi dû wan de me
Kêliya din min ji heyvê pirsî
Got, evîn e ev, lê bigere
Ger tu bizanibe qet tu yê nebîne jî
Çend lib hêstir gindirîn
Di sînga min de bûn elmas
Li kefa destê xwe dinerim
Kaniyek miçiqiye
Çavên min bi ezmên ve man
Guhên min
Di guhanên kêvir de
Sehtoriya dengê piyên jibirbûyî dikin