___Yaşar Eroglu___
Hûn ê ji serenavê vê nivîsê fêm bikin ku ez ê li ser şaşiyên di bikaranîna zimanê nivîskî yê kurdî-kurmancî de derdikevin pêş bisekinim. Nifşên bi alfabeya latînî dest bi nivîsê kirine bi sedî nod heştê wan bi bêjinga perwerdeya bi tirkî re derbas bûne. Sedî du jî bi alfabeya aramî, kirilî wekî kurdên Rojava, Başûr, Rojhilat û kurdên Kafkasyayê ne ku bi kurdî alfabeya latînî aktîf bi kar naynin. Hingê wê bê têgihîştin ku ez ê li ser şaşiyên kurdên ji bêjinga perwerdeya bi tirkî re derbas bûne bisekinim.
Dostekî dildarê çand û zimanê kurdî di komeke whatsappê de ji bo şaşiyekê muxatabên xwe ew gelek tûj rexne kiribû. Min jî bi riya whatshappê hişyarî da wî ku ev ziman ne çêker e. Wî dostî bi riya telefonê ji min re got, dostê hêja min çend caran hişyarî da lê kesekî guh neda min, tê bibînî ji vir şûn de wê eynî şaşiyê nekin. Metoda wî teqez ne rast bû lê encamên derkevin holê dibe ku gotina wî piştrast rast bikin lê heta niha heman şaşî berdewam in. Heta niha belkî nêzî deh nivîsên min ên di rojname, kovar û malperan de weşandine de min gelek şaşî îşaret kirine lê heman şaşî dewam dikin; kêm nebûne, zêde bûne. Belkî ew weşan nagihîjin destê her kesî yan kurdîhez kêm dixwînin, an jî gotinên min di guhê kesekî de naçin; ez nizanim. Dema min dest bi vê nivîsê kir gotina wî dostî hate bîra min. Lê piştre ji tecrubeyan hat bîra min ku xwezî ew qas hêsan bûya. Di destê min de ne çek heye berdim serê şaşiyan, ne şûr an xencer heye stûyê şaşiyan biqetînim, ne jî diayake îlahî û esmanî heye ku ez pif bikim ji holê rabin. Lê ez ê dev ji nivîsandina şaşiyan bernedim çimkî di destê min de bi gotina berê tenê pênûs an jî ya niha klavye heye.
Min di gelek nivîsên bi kurdî de dîtiye; gava peyva hem bi kar tînin bi israr dibêjin "him". Ji ber ku her dizanin peyva hem bi tirkî ye, jê direvin, qaşo dikine qalibê kurdî wekî "him" dinivîsin. Wekî peyvên bi riya qesrên îktîdara îraniyan derbasî dewletên tirk Selçûkî, Osmanî û begtiyên tirk, ji wir jî derbasî zimanê tirkî bûne hem jî ketiye lûgat, perwerde û bikaranîna zimanê rojane yê tirkî. Bi riya perwerdeya bi tirkî wekî ku peyveke ji aliyê reseniya xwe tirkî ye jî ketiye zimanê nivîskî yê bi kurdî. Yanî peyva me li me biyanî bûye û li me vegeriye. Hem peyveke kurdî ye ku bi şaşitî wekî peyveke tirkî tê zanîn û gelek kes qaşo wekî "him" vediguhêzînin kurdî.
Têketin
Li ber derê avahiyên şaredariyên gel û hin avahiyên saziyan dinivîse "têketin". Xwedîderketina li kurdî hişmendiyeke hêja ye. Eger ev xwedîderketin teqez bi mantiqê kurdî bibe wê hê baştir bibe. Mixabin "têketin" ne bi mantiqê kurdî ye, wergera "giriş"a tirkî ye. Wan jî ji "entrance" û "exit"a îngilîzî girtine û li mantiqê wan zimanan rûdinê. "Têketin" li mantiqê kurdî rûnanê. Veçirîna têketinê wiha ye; di ketin wê û bi vî awayî navdêr û lêkerek hatiye çêkirin, di eslê xwe de navdêr û lêkereke wiha nîn e. Mîna gelek qalibên bi qalibê tirkî, ji ber kûrhişê bi tirkî wate na, adaptasyon ango lêanîna bi tirkî rê dide vê yekê. Li gorî vî mantiqî divê bişibe qalibê tirkî, wate ne girîng e. Lê di rastiyê de ne lêanîn-adaptasyon, wate girîng e. Têketin li gorî têgihîştin û mantiqê kurdî xerîb û şaş e. Di zaravayê kurmancî de bi serê xwe bikaranîna hin qaliban zehmet e, divê xwe bispêre hêmaneke din. Ji ber wê divê rastiya wê ne wekî tirkî modemod giriş-têketin be, li gorî wateya wê wekî "deriyê ketinê" yan jî "ketina avahiyê" be. Ji bo ku her tim "giriş" di mêjiyê wergêrên me de ye lêanînê wekî distûr bi kar tînin. Ferzek jî ev e ku vê distûrê û mantiqê adaptasyonê dûr bikevin, bi mantiqê kurdî bifikirin.
Peyva "pez" heye, di zimanê me de di cureyê komenavan de ye û ji mî, bizin, beran, nêrî, berx û gîsk tevan re tê gotin. Di gelek roman, çîrok û nivîsên rojane de ez rast têm ku pez tenê wekî mî yan bizin tê nivîsandin: wekî mînak bidim. "Peza gundê me li guherê hatibû mexel." Di vê bikaranînê de pez ji komenaviya xwe derdikeve, dibe wekî tenê mî yan jî bizinek. Yanî di heyîna zimanê me yê rojane de komenavên wekî pez û dewar tên jibîrkirin, xwezayîbûna zimanê kurdî digihîje mantiqê zimanê tirkî. Bi vî awayî tenê ji komanenav nayê şûştin, mantiqê ku dibe bingeha tewangê jî ji holê radibe; wekî, pêz an jî pezî tînin danan tê jibîrkirin, peza tînin danan, peza me winda bû tê di dewsa wê de rûdinê û dibe mastê şîrê qetiyayî yê bê tehm.
Nedîtî ve tên
Hem di çapemeniyê de hem jî di bikaranîna giştî ya nivîskî de qalibek ketiye zimanê nivîskî; "nedîtî ve tê dîtin" an ji dirûvekî vê yê din. Ev qalib bi riya çapemeniyê kete zimanê kurdî. Serê pêşîn maseya edîtoriya kurdî û ajansa kurdî tune bû, ji ber bêderfetiyê, kê çiqas bi kurdî bizanibûya ji çavkaniyên tirkî werger dikir, pê re bivê nevê ev şaşî derdiketin. Hingê ev yek gelek asayî bû. Lê ev bû 33 sal çapemeniya bi kurdî û ji wê kevntir jî weşangeriya kurdî heye. Îro jî heman şaşî berdewam in. Bi israr hevokên wiha her tim li ber çavên me dikevin: "Pirsgirêka kurd nedîtî ve tê dîtin." Ji wergera vê hevokê derdixin: "Kurt sorununu gormezden geliyorlar" an jî "gormezden geliniyor." We tirê hejmekarê vî qalibîne: "gormezden gelme." Li gorî wan ev qalib estetîkir e, divê heman estetîk derbasî kurdî jî bibe, em çima jê mehrûm bin. Lê xirakirina ziman û mastê qetiyayî nabînin. Mastê qetiyayî ji haveynê xirabûyî çêdibe. Haveynê van hevokên xirabûyî ye yanî bi israr mantiqê bi tirkî ye.
Çima dinya wê xira bibe ku li gorî mantiqê kurdî bifikirin bêjin, "naxwazin pirsgirêka kurd bibînin." An jî bi awayekî din dikare bê gotin: Wekî ku pirsgirêka kurd nabînin tevdigerin. Jixwe di zimanê tirkî de ev jî heye, "Kurt sorunu gormek istemiyorlar." Lê na bi awayekî mîsoger dixwazin wergera "Kurt sorununu gormezden geliyorlar", bi kar bînin. Diyar e ku naxwazin piçekî ser hevokan bifikirin. Êdî qalibê "nedîtî ve tê dîtin" ji bo wan desteftiyek e, meterîsek e, naxwazin dev jê berdin.
Çendîn sal berê ez di rojnameyeke kurdî de wekî edîtor dixebitîm, serê sibê di civîna nirxandin û rojevê de min qala vê şaşiyê kir, berpisiyarê rojnameyê bi tehn got, madem wisa tu gotinekê bibîne. Min got, çima "naxwazin bibînin" heye, hûn ê bêjin min tiştekî gelek absûrt gotiye keniya, paşê rûyê xwe tirş kir û derbas bû.
Qalibekî din ê çapemenî û pêvegirêdayî qadên zimanê nivîskî bi kar tînin ê ku xwe pê ve zeliqandine-naxwazin biterikînin jî "têkildarî mijarê" ye. Her çendî ku çapemeniya bi kurdî hin merhele derbas kiribin jî di gelek mijaran de hê qalibên ku bi kurdî pêk neanîne, yek jî ev e; "têkildarî mijarê." Bi piranî nûçeyên tirkî wiha dest pê dikin: "Konuyla ilgili yapilan açiklamada…" Sedî nod pênc wiha tê wergerandin; "di daxuyaniya têkildarî mijarê de…" bi salan e ev qalib nayê terakandin, tîryakiyê vî qalibî ne. Bi rastî ji bo vî qalibê tirkî gelek qalibên bi kurdî hene wekî; der barê mijarê de, der heqê, ji bo û gelek qalibên bi kurdî li gorî mantiqê kurdî dikarin bên avakirin. Modemod werger tehma ziman jê dişo û ji hezkirina ziman dûr dixe.
Pirsgirêka jinê
Qalibekî din jî di siyasete de berfireh tê bikaranîn, bikaranîna komenavê jin e. Bi piranî qada ferhenga jinan û siyasetê de em rastî qalibên tirkî yên wiha tên; "kadin sorunu insanlik sorunudur." Gava ji tirkî tê girtin wiha tê wergeandin; "pirgirêka jinê pirsgirêka mirovahiyê ye." Ev qalibê bikaranînê êdî wekî îbadetekî dev jê nayê berdan. Gelek caran hişyarî tên kirin lê wekî hînbûneke bêsiûd tu car nayê terikandin. Dema "kadin" bi tirkî tê bikaranîn li gorî mantiqê tirkî nabe arîşe. Lê belê li mantiqê kurdî nayê. Jin, mêr, qaz, werdek û hwd komenav in, di zimanê kurdî de li gorî prensîba komenavan lê tê anîn. Dema behseke giştî tê kirin wekî yekjimar nikare bê şixulandin, qesta bikaranînê ew kom gişt e, ne yek tenê. Yanî pirsgirêka jinekê nîn e, ya hemû jinan e û wekî pirgirêka jinê nikare bê gotin, pirsgirêka jinê nîn e, pirsgirêka jinan heye. Ya rast ev e; pirgirêka "jinan pirsgirêka mirovahiyê ye."
Çend roj berê li rastî vexwendnameyekê hatim ku êdî hema bêjin hemû vexwendname wisa tên nivîsandin. Tê de nivîsîbû; "hemû gelê me vexwendî ye." Vexwedname jî êdî wekî mijarên li jor bi heman mantiqê tirkî tên nivîsandin. "Butun halkimiz davetlidir." Êdî bûye helwesteke wisa ku mîna ayetan xwe bi qalibên tirkî girê didin, li xwe ferz dikin. Qet nebe afîşekê ji fikirandina tirkî bişon lê ne pêkan e. Pêşiyê tirkî dinivîsin, paşê modemod wergereke ji tirkî ya eletewş lê tînin. Îleh wê bi mantiqê tirkî be, ku nebe nivîs qaşo estetîk nabe. Di zimanê gel de vexwendnameyên bi nivîskî tune bûn. Dema dewatek, şayiyek çêdibû, diçûn malên ku wê vexwînin digotin, "falan demê dawet an şahiya me heye kerem bikin werin dewata me." Vexwendname bi zimanê tirkî re kete jiyana kurdî lê ne ferz e ku em bi mantiqê tirkî binivîsin. A ku li zimanê kurdî tê wiha ye; "em hemû gelê xwe vedixwînin civîna xwe, panela xwe yan jî daxuyaniya xwe." Îleh şert nîn e ku em modemod bi wergera; "Butun halkimiz davetlidir" binivîsin.
Ev mînakên me li jor derbirîn ji bo mebesta ku em bînin ziman bes in. Ez bawer dikim ku ji van mînakan hatiye fêmkirin ku em dixwazin çi bêjin. Ev diyar e. Lê sedema vê israr û devjêbernedanê çi ye?
Pêncî-şêst sal berê pirsgirêkeke wisa tune bû. Çi bû ku ev encam derkete holê? Eger yek bêje şêst sal berê çapemeniya îro tune bû, rast e, tune bû. Lê zimanê kurdî yê xwezayî û mantiqê kurdî xurt bû. Sedema vê xirabûnê ew hawir e ku bi perwerde, ragihandin û amûrên serdestiya zimanê tirkî li kurdan ferz kiriye û mêjî li gorî wan hêmayan dirûv lê daye. Kesên ku bi çapemeniyê re eleqedar in, dixebitin, bi rê ve dibin, kesên siyasî û hwd. tenê perwerdeya tirkî nîn e ya dirûv li wan dide; bazar, danûstan, têkiliyên rojane û yekpare jiyana bi zimanê tirkî ye jî. Xebatkar û kesên siyasetmedar ji resenî û xwezayîbûna kurdî dûr ketine, jixweber mêjiyê bi tirkî dikeve dewreyê, wan ber bi mantiqê tirkî araste dike, ev encamên me mînak dan derdikevin holê.
Çareseriya vê yekê bi hewldanên hişmendî, xweperwedekirina bi zimanê kurdî û pêşdebirina têkiliyên bi gel re pêkan e.
***
Hin nivîsên Yaşar Eroglu yên berê di Diyarnameyê de hatine weşandin:
- Analîzek Li Ser Daçekan
- Çend gotin li ser 'Komîsyona Ziman' û 'Xebatên Rastnivîseke Nû'
-