Diyarname
Saziya Îstatîstîkan a Tirkiyeyê (TUÎK) hejmara erebeyên ku li Tirkiyeyê heyî eşkere kir. Di nav van de bajarên kurdan jî hene. Me ew dan hev.
Li gorî TUÎK'ê di dawiya sala 2023'yan de li Tirkiyeyê 28 mîlyoyn û 740 hezar û 492 erebe tomarkirî ne. Ji van sedî 53 otomobîl û yên din kamyonet, traktor, kamyon, motorsîklet û yên din in.
Îstatîstîk dibêjin ku herî zêde li Stenbolê erebe hene ku 5 mîlyon û 406 hezar û 820 heb in. Lê li gor nifûsê herî zêde li Antalya, Mugla, Burdur Aydinê erebe serê mirovan dikevin; ku li van bajaran serê du kesî erebeyek direkeve.
Li bajarên kurdan jî rewş ev e:
- Herî hindik li Culemêrgê erebe hene. Li vir serê 29 kesî erebeyek dikeve.
- Dûre Şirnex tê ku serê 17 kesî erebeyek dikeve.
- Agirî bi serê 16 kesî erebeyek di rêza sêyemîn de cih digire.
- Wekî hejmar jî, li Culemêrgê 8 hezar û 802 erebe hene.
- Di nav bajarên kurdan de paşê Dêrsim tê ku li wir 10 hezar û 251 erebe hene.
- Li nav bajarên kurdan herî zêde li Entabê erebe hene: 598.737. Paşê Riha tê ku li wir 272.431 erebe hene. Bi rêzê Mereş bi 270.909, Meletî bi 201.169, Elezîz bi 140.955, Amed bi 134.265 erebeyî cih digire.
***
Nûçeyên Salê yên 2023'yan:
- 2023: Di qada navneteweyî de 10 fîlmên serketî, lîsteya Siyadê
- 2023: Li Tirkiyeyê çend mîlyon heb pirtûk hatine çapkirin?
- FIFA xelatê serkewtey serey 2023'nan kerdî vila
- Par çende kitabê kirmanckî veciyayê?
- 2023: Nêzîkî 90 hezar kurdan li Almanyê serî li penaberiyê dan
- Çend rojnamegerên jin girtî ne?
- Çend rojnamegerên kurd girtî ne? Va ye lîste
- Pirtûkên 2023'yan (Temamê lîsteyê)
- 2023: Li Rojava çi çalakiyên hatin çandî li dar xistin?
- 2023: Di malpera helbestê de helbestên herî zêde hatine xwendin diyar bûn
- 2023: Lîsteya kovarên bi kurdî ên îsal derketine
- 2023: Lîstikvanê herî zêde gol avêtiye: Ronaldo
- 2023: Hin nûçeyên derketine pêş
- 2023: 10 Fîlmên herî zêde pere kar kirine
- 2023: Di Googleê de peyvên herî zêde lê hatine gerîn
- 2023: Va ne rêzefîlmên herî serketî
- 2023: Hejmara xwendekarên dersa kurdî hilbijartine diyar bû
- 2023: Li gor NYT'yê 10 pirtûkên derketine pêş
- 2023: Time'ê ew xist berga xwe
.jpg)
- 2022: Hemû pirtûkên bi kurdî yên salê
- 2024: Li dinyayê bûyerên dê biqewimin


