Diyarname
Komîsyona Diyarkirina Hefdestê Asgarî ji bo sala 2026'an hegdestê mehane yê herî kêm eşkere kir. Li gor vê biryarê di sala 2026'an de karker wê 28 hezar û 75 TL meaşê bigirin.
Komisyonê di civina sisêyan de ev biryar girt. TURK-ÎŞ ku beşek ji karkeran temsîl dike civîn boykot kir.
PARTIYAN ÇI DIXWEST?
DEM Partî dixwest ev heqdest bibe 46 hezar TL ku herî zê DEM Partî dixwest. Dûre YRP'ê (Refah Partîsî ya Nû) dixwest bibe 45 hezar TL. CHP'ê 39, Gelecek Partî 35, DEVA'yê dixwest 33 TL be.
Di dawiyê de komîsyona ku di bin banê hikumeta AKP'ê de ye di 28 hezar û 75 TL'yî de mesele girê da.


