logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Zextên li pêş nivîskaran, wêje û azadiya nivîskaran
  2. Vê carê deng ji Qamişlo, Amûdê, Çilaxa, Dêrik û Til Temirê bilind bû
  3. Ji sala 1992'yan ve heta niha meseleya tabelayên bi kurdî
  4. Hefteya yekem; Va ne hemû encamên Lîga Şampiyonan
  5. Agahiyên der barê kuştina Samî Şêx Huso de
news-details

Li Helebceyê bêhna qehweya kezwanê bilind dibe

  • Dîrok: 24/02/2026
  • Beş: Aborî


___MIHRÎBAN SELAM / HELEBÇE___


Li Taxa Mordane ya Helebçeyê du jinan qehwexaneyek biçûk a qehweya kezwanê vekirine. Rojane vê qehweya taybet bi destên xwe çêdikin. Taybetmendiyên qehweyê xwezayîbûna wê ye û yek ji berhemên çiyayên Kurdistanê ye. 

‘Me xwest berhemên me xwemalî bin’

Rêjwan Diyarî der barê fikra avakirina vê qehwexaneyê de wiha got: “Min zanîngeh xilas kiriye lê tayîna min çênebû, ev ezmûna min a yekem a xebatê ye û min berê qet kar nekiriye. Fikra vî karî bi min û mamoste Kelsum re çêbû, me bi hev re biryar da em kargehek ku berhemên Kurdewar û xwezayî em bi kar bînin. Me jî dest bi çêkirina qehweya kezwanan kir. Qehweya me xwezayî ye û ev salek e em vî karî dikin. Destpêkê me bi awayê onlîne danûstandina qehweya kezwanan hebûn. Ji bo wê jî niha me bi xwe qehwexaneya kezwanan vekiriye û em qehweyê çêdikin, hem paket dikin û difroşin. Em qehweyê pêşkêşî muşteriyên ku tên vê derê dikin. Rojane gelek kes ji bo vexwarina qehweya kezwanan tên serdana me.”

Rêjwan Diyarî û mamoste Kelsum diyar dikin ku wan ji bo parastina çanda Kurdî, dest bi çêkirina qehweya kezwanan kirine û vê qehweyê bi awayekî resen di hawinê de dikutin wisa amade dikin. Kezwanên ji bo qehweyê bi baldarî hildibijêrin û karê xwe bi baldarî dikin.

‘Kezwanên me yên çiyayên Kurdistanê ne’

Rêjwan Diyarî wiha got: “Ev kezwanên ku em dikin qehwe yên çiyayên Kurdistanê ne, armanca me ew e ku berhemên me Kurdewarî bin, karê ku em dikin ne tenê ji bo bazirganiyê ye. Em hewl didin di bazara kar de girîngî bidin rola jinan û nîşan bidin ku jin dikarin di her warî de bi ser bikevin. Ji bo min derfetên kar ava bûne, armanca min ew e di pêşerojê de ciwanan teşwîqî vî karî bikim.”

Dîroka qehweya kezwanan

Di navbera salên 1850 û 1930’an de, kezwan ji darên kezwanan ên li deverên çiyayî yên bajarên bakurê Kurdistanê, Semsûr, Amed, Êlih û Mêrdînê dihatin komkirin. Ji bo Fransayê dihatin hinardekirin û li Ewropayê weke ‘Qehweya Kurd’ dihat firotin.

Zêdetirî 80 salan, li Fransayê Qehweya Kurd yek ji cureyên qehweyê yên herî bi nav û deng bû. Tiştê ku Qehweya Kurd ji qehweyên din cuda dike, ew ku ji kezwanen çêdibe. Kezwanên ku ji aliyê Kurdên li deverên çiyayî dijîn ve tên komkirin, ji bo çêkirina qehweyê tên amadekirin.

Qehweya Kurd nêzî dusedsal berê li seranserê Ewropayê belav bû. Ango di sedsala 19’an de, Fransiyan 100 salan bazirganiya wê kirin. Qehweya Kurd a Kezwanan xwedî nirxeke çandî û neteweyî ye. 

Rojnews


 

Parve Bike

Youtube Me

Hecî Bûbê

news

Meseleya Tabelayên Bi Kurdî: Nijadperest çima aciz in, çapemeniya kurdan çi dike?

news

Hogir Berbir: 'Ez ne Narîna Bakur im, Narîna Rojava me!'

news

KÛÇIK Û PASEPORT

news

Hogir Berbir: Cîhana ‘Ûsivê Bafile’ û ‘Xezalê’ ji hev cihê ye!

news

Roja Tiwaletê

news

"Em neviyê Ehmedê Xanî, Feqiyê Teyran, Meleyê Cizîrî ne; em rêhevalê Baba Tahirê Ûryan in"

news

H. Kovan Baqî: Îşev ez rastîyeke giran im di vê derewê de

news

Fayeq Mihemedî (Ji fîlmê "Stranên Welatê Dayika Min")

news

Dengbêj Sebrî Agirî...

news
Aborî - Nivîsên Dawî
news
  • 11 08 2026

Ev nûçe ji bo dewlemendên kurdan e: Ev şato tê firotin

news
  • 29 07 2026

Li Qamişloyê Festivala Genim li dar ket

news
  • 06 04 2026

Tabloy Bêrîvane bi 17,9 mîlyon dolarî hame rotişî

news
  • 01 04 2026

Li Stenbol, Enqere û Îzmîrê nan buha kirin

news
  • 27 03 2026

Tabloya Osman Hamdî Bey bi 3,6 mîlyon sterlînî hat firotin

news
  • 08 03 2026

'Qral û Qralîçe' bi 26.3 mîlyon sterlînî hat firotin

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
news

Ji min nayê

  • Mesûd Qeya
news

Kirasê kevin ê li ser çermê xaniyê me qetiya

  • H. Kovan Baqî
news

Ziman û Postmodernîzm

  • Çorê ARDA
news

Wesiyet e!

  • Hogir Berbir
news

Pirtûkên kurdî, zarokên nûçêbûyî yên nivîskarên kurd in

  • Yaqob Tilermenî
news

Gelo Rojava têkdiçe? (Plan 1)

  • Helîm YÛSIV
news

Nivîsên Yaqob Tilermenî yên li ser Kûpaya Cîhanê ya 2026'an

  • Yaqob Tilermenî
news

Xwendina pirtûkan bi rastî jî seksî ye?

  • Cemil Oguz
news

Kevirê Sîsîfos, Nesrîna Mihemed Şêxo, penaberiya min

  • Kadir Stêra
Ev jî hene
ad

Vedat Kurşun: Ezê ji cihê lê mabûn bidomînim

ad

Başûr: Em bê şert ji diyalogê re amadene lê, dest ji referandûmê bernadin

ad

Dest bi viraştişê fîlm û rêzefîlman kenê

ad

FîlmAmed bi xelatdayînê bi dawî bû

ad

Rojnameger Aydin Engin mir

ad

Delal û Dilda çûn serdana bavê xwe

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Zextên li pêş nivîskaran, wêje û azadiya nivîskaran

  • 11 09 2026
news

Vê carê deng ji Qamişlo, Amûdê, Çilaxa, Dêrik û Til Temirê bilind bû

  • 10 09 2026
news

Ji sala 1992'yan ve heta niha meseleya tabelayên bi kurdî

  • 10 09 2026
news

Hefteya yekem; Va ne hemû encamên Lîga Şampiyonan

  • 11 09 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname