Diyarname
Şampiyona Klûban a Dinyayê ya Jinan a FIVB'ê (Federasyona Veloybolê ya Navneteweyî) li Çînê li dar ket. Du tîmên ji Tirkiyeyê, Eczacibaşi û Vakifbank derketibûn fînalê. Tîma Eczacibaşi ya jinan bi ser ket û bû şampiyon.
Di fînalê de seta yekemîn Vakifbankê bi 25-19 bi dest xist. Paşê tîma Eczacibaşi du set bi heman skorê, bi 25-23 bi dest xist û encam bû 2-1. Di seta çaran de Vakifbankê bi encama 25-23 encam anî 2-2'yan û maç derbasî Tie Break bû.
Di Tie Breakê de Eczacibaşi bi 15-9 bi ser ket û çû şampiyonê dinyayê. Bi vê yekê bû 3 caran tîma jinan a Eczacibaşi dibe şampiyonê dinyayê.
Ji Eczacibaşi lîstikvan Hande Baladın bi 2 blok, 1 ace û 20 hejmaran maç temam kir. Tijana Boskovic jî bi 1 blok, 2 ace û 28 hejmaran mohra xwe li maçê da.
Bi vê yekê bû 9 caran tîmên Tirkiyeyê li vê şampiyoniyê bi ser dikevin. Di nav vê de Eczacibaşi bû 3 caran vê kûpayê digire.
Li aliyê din tîma jinan a Vakifbankê di vê şampiyoniyê de piştî sala 2011, 2022'yan û îsal, dibe sê caran derdikeve fînalê lê di fînalê de têk diçe û wekî duyemîn tûrnûvayê temam dike.